1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fedayiyên Tawisî Melek derbeyeke dijwar li DAİŞ’ê dan
Fedayiyên Tawisî Melek derbeyeke dijwar li DAİŞ’ê dan,fedayiyên,tawisê,melek,derbeyeke,dijwar,li,dai̇ş,ê,dan

Fedayiyên Tawisî Melek derbeyeke dijwar li DAİŞ’ê dan

A+ A-

17.08.2014 Şiwan Berzencî (BasNews): Li navçeyeke Şingalê 24 çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) ji aliyê grûba bi navê Fedayiyên Tawisî Melek ve hatin kuştin.

Di vê derbarê de endamê grûba Fedayiyên Tawisî Melek Xwedêda Kiço, di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Îro Fedayiyên Tawisî Melek li navçeya Kehbil a nêzîkê çiyayê Şingalê êrîşî çekdarên DAİŞ’ê kirin û di encam de 24 çekdarên wê grûbê hatin kuştin.’‘

Kiço da zanîn ku ligel 24 çekdaran 3 otomobîlên Hummer ên DAİŞ’ê jî hatine şewitandin û wiha axifî: ‘’Ji me jî 3 kesan canê xwe ji dest da, lê belê grûba me soz daye ku li ser şer berdewam be heta navçe ji wan neyê rizgar kirin.’‘

Grûba Fedayiyên Tawisî Melek, grûbeke çekdar a Kurdên Êzdî ye û piştî wêya çekdarên DAİŞ’ê ketin Şingalê, hat damezrandin û ji Kurdên Êzdî yên xwe bexş pêk tê, armanc jî parastin û berevanîkirina li navçeyên êzdînişîn e.