1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Federaliya Demokratîk -7,8,9
Federaliya Demokratîk -7,8,9,federaliya,demokratîk,7,8,9

Federaliya Demokratîk -7,8,9

A+ A-


Xwe-Parastin di nav pêkanîna teorî û jiyanî de

NAVENDA NÛÇEYAN – Xwe-Parastin, têgîna ku her sîstemekê li gorî feraseta xwe pênase û pergalek cihêwaz jê re saz kiriye, lê îro li Rojava bi felsefeya netewa demokratîk û sîstema federasyona demokratîk civakî buye û veguherî ye mafek di destê her zindî, ferd, kom û netewe.

Di sîstema xweseriya demokratîk de, parastin cihekî gelekî girîng digire û wekî ku “ev nebe nabe” tê dîtin. Em ê pergala parastinê ya xweseriya demokratîk di vê beşa xwe de vebêjin, lê belê beriya wê pêdivî heye ku têgeh û pergala “parastinê” hinekê bê vegotin. Ji ber ku di herikîna dîrokê de parastin jî wekî gelek mijarê din ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Lewma pênasekirin wê mijara me hîn ronîtir bike.

Pênasekirin

Têgeha “parastin” wekî, “Li hemberî êrîşeke ku li hemberî jiyan an jî tişteke aydî wan pêk tê xweparastina mirovek, komikek, heywanek an jî komek heywanan û hemû zindiyan e” hatiye pênasekirin. Wateya ferhengê ya têgehê ev e.

Ger ku parastin li hemberî êrîşekê be, wê demê pêdivî bi pênasekirina têgeha “êrîşê” jî heye.  Êrîş jî, wekî, “Li hemberî tiştekî yan jî zindiyekî ku wekî ‘nêçîr’ tê binavkirin kuştin, tunekirin, bêbandorkirin (tirsandin, girtin, birîndarkirin û hwd.) desteserkirin” hatiye pênasekirin.

Di mirov û zindiyên din de parastin

Hemû zindiyên di xwezayê de xwedî mekanîzmayek parastinê ne. Mînak sitriyên jûjî, kelemên gulê, pençeya bazekê, neynuka pisîkê mînakên vê mekanîzmayê ne. Ji bo mirovan heta ji bo sewalan parastin bi kombûnê gengaz e. Heywan an jî zindiyek din, ji zayînê ve xwedî refleksek parastinê ye. Hem bi tena sere xwe, hem jî bi komî mekanîzmaya parastinê pêk tînin.

Lê ji bo mirovan parastin hinekî cudatir e. Mirov dema nû tên dinyayê, xwedî parastin nîn e. Lewma heta ku mezin nebe û di nava kombûnekê de nebe, nikare xwe biparêzin. Di vir de jî pêdivî bi civakîbûnê heye. Heta ku civak nebe, mirov nikare bifikire, biaxive, tiştekî çêbike û biafirîne. Bi gotineke din tişta ku nasnameyê dide mirovan civakîbûna wan e. Yanî civakîbûn mirovan, mirov jî civakîbûnê diafirînin.

Klan û parastina xwezayî

Wekî mînaka civakîbûna yekemîn di komikên klanan de ku wekî koçberan jiyan dikin, li hemberî tehdîtên xwezayê parastin esas e. Mirovan li hemberî serma, baran, lehî, qerisîn û êrîşên heywanan li şikeftan jiyan kirine.  Ev jî wekî refleksa yekemîn a parastinê tên binavkirin. Ango parastina xwezayî ye.

FEDERALI-PARASTIN (8) FEDERALI-PARASTIN (7) FEDERALI-PARASTIN (6)

Parastin ji wateyê hat derxistin 

Piştî pêşketinên civakî û afirîneriyan madî êdî parastin û êrîş jî wateyek nû girtine. Di vir de li rex tunekirina fizîkî, êrîşên li ser nasnameyan jî destpê kirine. Çîrokên ku di mîtîlojiyan de hatine vegotin, yanî êrîş û parastinên klan, kabîle, eşîr, û dewlet bajaran ên li hemberî hevudin, mînakên vana ne. Divê ku şerê di navbera zayendan de jî wekî mînak bê nîşandan.

Di vir de tişta ku divê mirov li ser bisekine ew e ku parastin ji wateya xwe hatiye dûrxistin û rengekî nû girtiye. Bi hîyerarşî û dewletê re, ji bo parastina berjewendiyên desthilatdariyê qanûn û hiqûq hatine avakirin. Li gorî vê yekê parastin ji bo hebûna desthilatdariyê heye. Yanî parastina ziman, çand, nasname yan jî baweriyekê mafekî xwezî û rewa ye, lê ger ku ev bi qanûnan hatibin qedexekirin, parastina wan dibe sûç. Di vir de parastin û êrîş cihê xwe diguherin. Li gorî qanûnan parastina ziman dibe êrîş, qedexekirin ji dibe parastin.

Xweserî û ewlekarî 

Heta avakirina netewe dewletan li rex qedexeyan, xweseriyên herêmî, netewî jî hebûna xwe domandine. Mînak di nava Osmaniyan de, qanûnên ku gelek tiştan qede dikin hene, lê herêmên xweser jî hebûn. Kurdistan jî wekî herêmeke xweser (eyaleta Kurdistanê) hatiye qebûlkirin. Di vir de kurd gelek biryaran bixwe digirin, lê dîsa girêdayî Osmaniyan e û leşker didinê. Xweserî jî girêdayî qanûnên Osmaniyan e.

Lê bi avakirina netewe dewletan re ev xweserî jî, ji holê rabû û êdî qirkirinên fizîkî, çandî, ziman û civakî destpê kirin.sembola-baas

Bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn netew, ziman, çand û erdîngarî hatin înkarkirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de komkujiya li hemberî ermeniyan mînakek viya ye. Her wiha qirkirên li ser kurd, asûrî, suryanî, keldanî ji aliyê dîroknasan ve wekî mînak tên nîşandan. Ziman, çand, nasname û hemû nirxên wan hatin înkarkirin. Lewma parastina wan jî çênebû.

Li çar perçeyên Kurdistanê bi zîhniyeta “yek ziman, yek netew, yek dewlet, yek al” hemû nirx û dewlemendî hatin înkarkirin. Bi taybetî rejîma Suriyeyê li Rojavayê Kurdistanê kurd wekî welatî jî qebûl nekirine. Her hewldanek kurdan a ji bo mafên wan, wekî êrîşekê hatiye binavkirin û li ser navê parastina dewletê hatin pêpeskirin.

Xweseriya Demokratîk û parastina rewaOCELAN

Li gel têkoşîna Azadiya Kurdistanê, parastin jî, ji nûve hat pênasekirin û rêxistinkirina civakê li ser vî esasî hate çêkirin. Ev jî wekî Parastina Rewa hate binavkirin. Bi gotineke din parast wekî, “ji bo parastina di her warî de, xwebirêxistinkirina civakê û di vê çarçoveyê de têkoşînkirin e” hate pênasekirin. Ev bi rengê rêxistinbûna leşkerî jî dibe, bi rengên parastina hemû nirxan jî dibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi nave “Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De” ji bo parastinê wiha dibêje: “Em dikarin ji viya re bêjin aliyê ewlekariyê jî. Yanî em qirkirinê digirin dest. Li vir qirkirin hemû cureyên qirkirinê digire nava xwe. Tenê behsa qirkirina fizîkî nakim, behsa qirkirina çandî û her cure qirkirinan dikim. Civak wê li vir parastina xwe ya cewherî ava bike. Bi vê yekê re ez tenê behsa rewşeke ku di dest de DAXUYANIYA -HPG-6 LESKER HATIN KUSTINçek heye nakim. Parastina cewherî ew e ku gel ewlekariya xwe bixwe pêk bîne ye. Ez behsa wê dikim ku civaka demokratîk li her qadê xwe birêxistin bike, sazumaniya xwe ava bike, xwe bigihîne sîstema xwe ya ewlekariyê. Gel dikare viya hîn zêdetir nîqaş bike û bigihîne encamên cudatir. Ev aliyê ewlekariyê, parastina cewherî ya gel qasî nan, av û hewa girîng e. Ev nebin jiyankirin nabe.”

Ocalan ji bo pêkanîna viya jî, civaka demokratîk wekî rêya çareseriyê pêşkêş dike û de xwebirêxsitinkirina girêdide esasên exlaqî û polîtîk. Li gorî vê kurd û netewên din pêwîste destpêkê parastina nirxên xwe pêk bînin, piştre jî bi hevre sîstema netewa demokratîk jiyanî bikin.

Li Rojava parastin

Di sîstema xweseriya demokratîk a Rojava de jî, parastin xwe dispêre fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li gorî vê yekê, parastin hem di aliyê leşkerî de, hem jî di aliyê civakî, çandî û perwerde de çêdibe.

1-Aliyê Leşkerî 

Dema ku di 15’ê Adara 2011’an de li gelek deverên Suriyeyê pêngava şoreşa dest pe kir, li Rojava jî xebatên parastinê ku ev bi dehan salan de dom dikirin, veguherîn sazumaniyê. Li hemberî êrîş û qedexeyan kurdan xetên parastinê ava kirin.

YPG

Pêngava herî girîng di aliyê leşkerî de hat avêtin. Xebatên ku bingeha wan di sala 2004’an dehatibûn avêtin, di sala 2011’an de bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) veguherî rêxistinbûnê. Di 19’ê Tîrmeha 2012’e dema kurdan li Kobanê soreş destpê kir, YPG jî wekî hêza parastina Rojava hat îlankirin.

Bingeha hêza netewa demokratîk 

YPG destpêkê ji kurdan pêk dihat, lê di çarçoveya fikra jiyana hevpar û netewa demokratîk de, her ku herêmek ji rejîm û çeteyan hat rizgarkirin, ji neteweyên din jî tevlîbûna refên YPG’ê destpê kir û wekî pêlekê mezin bû. Rêxistinbûna YPG’ê, ji zihniteya artêşa dewleta cudatir, li ser esasê civakîbûnê hatiye avakirin. Lewma hemû beş tê de cîh girtin. Di vê çarçoveyê de ji eşîrên ereban û pêkhateyên suryanî gelek ciwan tevlî YPG’ê bûn. Di nava demê de jî tabûrên xweser ên ereb û suryaniyan hatin avakirin. Piştî demekê jî gelek ji wan tevlî YPG’ê bûn.  Hêza Senadîd a ereban û Zêrevanên Xabûr a Asuriyan û Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan çendek ji van mînakan e.YPJ

Beşek bingehîn a parastinê jî, jinan pêk aniye. Jinên ku destpêkê di nava YPG’ê de cîh girtin, Di 4’ê Nîsana 2013’an de wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rêxistina xwe ava kir.

Vê xebata parastinê di parastin û rizgarkirina herêmên Rojava de rola sereke lîstin. Lewma li aliyekê pêkateyên herêmê nêzî hev kirin, li aliyê din jî bingeha hêzek parastinê ya tevahiya Suriyeyê ava kir.

Hêzên Hevpar

Di 10’ê îlona 2014’an de hêzên YPG’ê bi tabûrên Lîwa El-Tewhîd Şerqî, Siwar Reqa (Şoreşgerên Reqa), Tabûrên Şems El-Şemal ên girdayî tabûrên Fecer El-Huriye, Seraya Cerablus, Eniya El-Ekrad, Şoreşgerên Umenai (emîn) Reqa, Artêşa El-Qesas, Lîwai El-Cîhad Fî Sebîl Ellah bi hevre hêza hevbeş a bi navê Burkan El-Firat ku dê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin ava kirin. Di 27’ê jî îlonê de li Serêkaniyê Odeya Parastina Hevbeş hate avakirin.

Bi avakirina van hêzên hevbeş re, ji bilî herêmên kurdan, herêmên ereb û asuriyan jî hatin rizgarkirin. Ji Til Koçer heta Minbicê di xeteke gelekî mezin de bi sedan bajarok, gund û gundok hatin rizgarkirin.

Hêza Parastina Sûriyeyê: QSD 

Hêzên parastinê yên Rojava, di demeke ku hemû cîhan ji ber çeteyên DAIŞ’ê direviyan de, bûn hêza yekemîn ku çete têk birin û bi berxwedana xwe deng vedan. Her wiha ji bo tevahiya gelan bûn hêvî. Wekî encamek wê, ji gelek welatên derve û netewên din şoreşger tevlî refên berxwedanê bûn. Di nava eniyên hevbeş ên parastinê de, tabûrên enternasyonel hatin avakirin.

Ev pêla ber bi azadiyê ve, ji bo tevahiya Suriyeyê jî hêviyek mezin ava kir û veguherî rêxistinbûnek mezintir. Di 15’ê Cotmeha 2015’an de 13 hêzên leşkerî yên şoreşger ku temsîla tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dikin, hatin cem hev û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îlan kirin.

HESEKE-QSD-HEMLEYA-5'AN

Ev 13 hêz jî ev in: Yekîneyên Paratina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Sûriyanî (MLS), Burkan El-Furat (Seraya Cerablus, Umenai El-Reqa, Ceyiş El-Qîsas, Lîwai El-Cîhad Fî Sebîlî Ellah, Şoreşgerên Reqayê, Şemis El-Şemal, Tugaya El-Selacîqa, Kombûna Tugayên Cizîrê, Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Tugaya 99, çalakiyên taybet 455, Ehrar El-Zawiya, Tugaya Sultan Selîm, Tugaya Şuhedai Etarib), Tugaya El-Tehrîr, Tugaya 99.

Paştî demekê 13 komên din jî tevlî QSD’ê bûn. Ev hêz jî wiha ne: Tugaya Ehrar El-Reqa, Ehrar Cerablus, Tabûra Şehîdên Firatê, Kombûna Tabûrên Firat Cerablusê (Tabûra Firsan Cerablus, tabûra şehîd Zekî Cadir, tabûra şehîd Mûîd Cadir, tabûra şehîd Cuma Cadir, tabûra şehîdên Cewadir û tabûra Dirih El-Firat), Tabûra Şuheda El-Sed (Şehîdên Bendavê), Tugeya Şehîd Kazim Arif a girêdayî Ceyş El-Siwar, Tugeya Cund El-Heremên,  Lîwaa Siqûr El-Badiyê (Tugaya Bazên Bejahiyê) , Kombûna togayên Firat di nava wan de jî Lîwa Cind El-Heremên, kombûna togayên şehîdên Firatê, Togaya Tirkmenên Minbicê û lîwa El-Qosî.

Ji bilî van hêzan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî di 2’yê nîsana 2016’an de hat îlankirin. Di operasyona rizgarkirina Minbic û gundewarên wê de, Meclîsa Minbicê û QSD bi hevre li dijî çeteyan şer dikin.

Belavkirina zîhniyeta parastina rewa 

Artêş bi dîsîplîna xwe tên nasîn. Ger ku hindik valahî çêbibe, dibe sedema alozî û belavbûna. Di artêşan de ev mekanîzma bi darê zorê û qanûnên hişk tê pêkanîn. Lê hêzên parastina Rojava û Bakûrê Suriyeyê berevajî vê mekanîzmayê zîhniyetek ava kiriye. Gelo çawa dibe ku bi dehan komên ji hev cuda û xweser, dîsa ji pêkhate û erdnîgariyên cuda di mijarek wekî leşkeriyê de bi awayekî hevbeş têdikoşin?

Bersiva vê pirsê jî, di xebatên hêzên parastinê yên perwerdeyê de ye. Li gorî lêkolînên me û hevdîtinên ku me hem bi rayedarên van hêzan re , hem jî bi gel re kirine, hêzên Rojava û Bakûrê Suriyeyê xwe wekî perçeyek esasî yê civakê dibînin. Ji jor de lê nanêrin û baweriyek bi vî rengî daye gelan. Ev bawerî jî, di dema operasyonan de bi nêzîkahiya li hemberî sivîlan, rizgarkirin û parastina wan, dîsa bi danustendinên gel re hatiye avakirin.

Li aliyê din jî bi akademiyên ku hatine avakirin zîhniyeta parastina cehwerî ji hemû şervanan re tê dayîn. Bi vê mebestê jî, ji Efrîn heta Dêrikê, bi dehan akademiyên perwerdeyê hatine vekirin. Ji bo ku perwerde encamek hîn baştir bide û şervanên her pêkhateyekê bi zimanê xwe fêr bibe jî, akademiyên taybet ên ji bo şervanên ereb hatine vekirin. Dîsa hêzên parastinê yên Suryanî jî bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Bi riya van akademiyan zimanek hevpar ê parastinê tê qezençkirin û li gorî di jiyanê de tê pêkanîn.

2-Aliyê civakî 

HPC, HPC-JIN

Di aliyê civakî de jî ji bo parastin û pêşxistina ziman, çand, aborî û civakê xebatên berfireh hatine meşandin. Di warê civakî de xebatên herî berfireh ên birêxistinkirinê û parastinê bi riya komîn meclîsan tên meşandin. Di her komînekê de komîteyên parastinê hatine avakirin. Ev komîte di meclîsên bajaran digihîjin hev, ji wir jî li ser asta kantonan dibin hêzên parastinê. Ev jî di bin sîwaneya Hêzên Parastina Civakî (HPC) de kom bûne.

Ji bilî HPC’ê, ji komîteyên parastinê yên komînên jinan û yên giştî Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-JIN) hatiye avakirin.

Ev hêz ne hêzek wekî artêşan e, bi temamî ji aliyê gelê sivîl ve hatine avakirin di parastina, gund, gundik, tax û bajaran de cîh digirin.

Mijarên perwerde û aborî jî, qadên sereke yên ku gelên herêmê heta niha nekariye xwebirêxistin bike û hemû mafên wan hatine desteserkirin e. Lewma di van herdu mijaran de jî xebatên girîng hatine meşandin. Di vê çarçoveyê de sîstema perwerdeyê ku hemû pêkhateyan digire nava xwe hatiye avakirin. Li gorî vê her neteweyek dikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Mînak li Kantona Cizîrê zimanên kurdî, erebî û suryanî wekî zimanên fermî hatine qebûlkirin.

Ji bo parastina nirxên aborî û pêşxistina wan jî pergala koperatîfan esas hatiye girtin. Bi vî rengî hem pêşiya xizanî û keysbaziyê tê girtin, hem jî hemû beşên civakê tevlî hilberînê tên kirin.

Hevpeymana Civakî

Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyê jî van xalên me li jor rêz kirin bi riya rêgezên gîştî, maf û azadiyên gîştî, pergala civakî û hikmên gîştî parastine.

Di xala 3’yemîn a reşnivîsê de mafê hemû zimanên gelên di federasyonê de dijîn wekhev hatine destgirtin û wiha tê gotin”Hemû zimanên heyî di “Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê” de wekhev in di hemû qadên jiyana civakî, rêveberî, fêrbûn û çandê de. Her gel, jiyana xwe bi rêxistin dike û karûbarên xwe bi zimanê xwe dimeşîne.”

Ji bo parastina ekolojiyê di xala 12’ehemîn de wiha tê gotin: “Avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk ji bo rawestîna danûstandina neheqî ligel xwezayê, talankirin û wêrankirina wê û li mirov tê nêrîn ku ew zindiyê herî girîng ji pêkhateyên hebûna xwezayî ye”.

Di xala 27’emîn de “Nabe ku ti kes bê biçûkxistin an jî bi sedema cudahiya di reng, zayend, etnîk, ol û bawerî de bê dûrxistin.” Di xala 28’emîn de jî :”Her kes mafdar e ku parastina xwe bi awayekî rewa li dijî serkutkirin, stem, danûstandina xerab û biçûkxistinê rabe.”

Her wiha li gorî xala 37’emîn “Mafê xweparastinê mafekî pîroz e, nabe ku bê tengkirin û zagon mafê dadgerînê ji her kesî re, misoger dike.”

Ev û gelek xalên din ên vê reşnivîsê mafên her ferd, zindî, kom û netewekê yên xweparastinê misoger dike.

Xweserî û aboriya komînal

NAVENA NÛÇEYAN – Aboriya komînal stunek sereke ya Xweseriya Demokratîk e. Bi aboriya komînal tê hedefkirin ku aborî dîsa radestî civakê bê kirin, kesybazî û bêkarî ji holê bê rakirin, xweza bê parastin û civak tevlî hilberînê bê kirin.

Hîmekî bingehîn ê ku Sîstema Xweseriya Demokratîk a Rojava xwe li ser digire, aborî ye. Di vê beşa xwe de, em ê li ser sîstema aboriyê ya sîstema xweseriya demokratîk a Rojava rawestin.

Aboriya xweseriya demokartîk civakîbûnê esas digire. Xweseriya demokratîk wekî mijarên siyaset, çand, parastin, hiqûq û exlaq di mijara aboriyê de jî feraseta paradîgmaya dewletê û nûnera wê kapîtalîzmê red dike.

Di sîstema xweseriya demokratîk de aborî wekî, “aboriya civakî” yan jî “aboriya komînal” hatiye pênasekirin. Ev pênasekirin jî çavkaniya xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire.

Li gorî vê yekê; aboriya komînal civakîbûn, wekhevî, hevbeşî û parastina ekolojiyê esas digire. Hedef dike ku hemû endamên civakê tevlî hilberînê bike û sîstemek civakî ava bike.

Di aboriya komînal de şêwazên li gorî xweza û parastina ekolojîyê  têne bikaranîn, girîngiyê dide çandiniyê, her wiha bêkariyê tune dike û ji her ferdekî civakê re karekî peyda dike. Dîsa bi riya koperetîfên hilbirîn û xerckirinê rêxistinkirina gel û çareseriya pirsgirêkan esas digire.

Avakirin û bikaranîna bendavan jî di aboriya komînal de, girêdayî şertê parastina ekolojiyê ye. Divê ku zirarê nedin hawirdor, nirx û berhemên dîrokî. Dewlemendiyên binerd û ser erd jî li ser esasê pîvanên aboriya komînal têne bikaranîn. Her wiha mulkiyeta taybet nayê qebûlkirin, lê bi awayekî giştî ji holê nayê rakirin. Mulkiyeta taybet heye, lê komînalbûnê dide pêş.

Di Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de jî, têgeha aboriya komînal esas hatiye girtin. Di madeya 13’an a reşnivîsê de wiha tê gotin: “Ev  sîstem li ser rêgeza komînkirina av, ax û enerjiyê radibe, endustriya ekolojî û aboriya komînal esas digire, rê li pêş keysbazî û madekirina jinê digire û hewl dide bigihêje asteke jiyanî ku hemû pêwîstiyên madî û menewî yên aborî pêkhatî bin.”

Çavkaniyên aboriya Rojava

Rojavayê Kurdistanê di warê çavkaniyên aborî de gelekî dewlemend e. Çavkaniyên sereke çandinî, sewalvanî, petrol û bazirganî ye. Aboriya Rojava ji sedî  60 girêdayî çandiniyê ye. Li erdîngariyek berfireh genim, ceh, nok, kemun û pembo tê çandin. Çandinî li hersê kantonan tê kirin, lê zêdetirîn li Cizîr û Kobanê çêdibe. Berhema salane digihêje 2-3 hezar tonan.

zeyton neft genim

Li Kantona Efrînê zeytunvanî li pêş e. Li kantonê nêzî 20 milyon darên zeytûnan hene û piraniya pêdiviyên Rojava tê pêşwazîkirin.  Di mijara sewalvaniyê de hejmarek zelal nîn e, lê li hersê kantonan jî pez tê xwedîkirin. Lê di salên dawî de ji ber şer û pevçûnan, her wiha ambargoyê hinekî kêm bûye.

Di rêza duyemîn a çavkaniyên aborî de petrol tê. Ev jî piranî li Kantona Cizîrê ye. Hejmara bîrên petrolê yên li kantonê derdora 1300 ne. Dîsa 25 navendên xaza xwezayî hene. Lê dîsa ji ber şer û pevçûnan piraniya van bîran niha nayên şixulandin.

Radestî civakê tê kirin

Herêmên Rojava ji sedî 70 aboriya Sûriyeyê pêşwazî dikin, lê ji ber sîstema desthilatî û keysbaziyê heta pêvajoya şoreşê ev çavkanî ne ketine xizmeta gel. Lewma gel li ser van dewlemendiyên axa xwe wekî xizmetkarên ji bo berjewendiyên dewlet û hin komikan hatiye bikaranîn. Di pêvajoya şoreşê de bi avakirina sîstema xweser re, êdî çavkaniyên aborî jî radestî civakê tên kirin.

Aboriya komînal

Di sîstema xweseriya demokratîk de, aborî jî ji komînan destpê dike. Li gorî sîstema rêxistinî pergala aboriyê jî hatiye avakirin. Bingeha aboriya komînal di komînan de tê avêtin û wekî sîwaneyek komînan di meclîsan de dom dike. Li gorî mezinahiya xebatên aborî, sazîbûnê jî mezin dibe. Bi vegotineke din, hucreya herî biçûk a aboriyê di komînan de ye, komîteyên aboriyê yên komînan meclîsên aboriyê pêk tînin. Meclîsên herêman jî, meclîsa giştî ya kantonê pêk tînin.

komîn navenda geşkirina aborî

Di her komînekê de komîteyek aborî heye. Bi riya van komîteyan pêdiviyên aborî tên pêkanîn, her wiha projeyên biçûk tên amadekirin. Biryar û projeyên têkildarî aboriyê bi riya komîteyên aborî tên pêkanîn. Meclîsên aborî yên herêman jî ji nûnerên komîteyên aborî yên komînan pêk tên.

Dîsa bi armanca pêşxistina aboriya tevahiya herêmê û projeyên mezin ku koperatîfên biçuk nikarin bicîh bînin jî, Navenda Geşkirina Aborî hatiye avakirin. Di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jî Desteya Aboriyê heye û ev sazî hemû bi hevre kar dimeşînin.

Koperatîfhevgirtin

Aboriya civakî zêdetirîn li ser koperatîfan tê avakirin. Bi vê yekê jî tê hedefkirin ku tevahiya civak tevlî hilberînê bê kirin û pêşiya keysbaziyê bê girtin. Hem di komînan de hem jî di meclîsan de koperatîfên biçûk û mezin ên çandinî, serfkarî (kirîn û firotinê), sewalvanî û hwd. hatine avakirin. Di rewşa niha de li hersê kantonan derdora 100 koperetîfên hilberîn, xerckirin û yên jinan hatine avakirin. Di van koperatîfan de bi hezaran welatî cihê xwe digirin û hem tevlî hilberînê dibin, hem jî debara xwe dikin. Bi vî rengî pêşiya bêkariyê jî tê girtin.

Tenê li herêma Dirbesiyê derdora 8-9 hezar kesan di kopertîfan de cîh digirin. Li gundên Feqîre û Cedîde yên Dirbesiyê welatiyan mulkiyetên xwe yên taybet veguherandine koperetîfê û di nava hev de erdan diçînin.

Dîsa li herêma Serêkaniyê bexçeyên sergirtî (serevanî) ku tê de gelek cureyên sebzeyan tên çandin hatine avakirin. Li bajarê Dêrikê cihê xwedîkirina masiyan li qeraxa çemê Dîcleyê hatiye çêkirin. Li herêma Kobanê jî cihê xwedîkirina mirîşkan hatiye vekirin.gundê feqîra

Desteya aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî zemîna qanûnî ya pêkanîna biryarên derbarê aboriya komînal de ava dike. Her wiha ji bo bicihanîna pêdiviyan danustendinên bi derve re çêdike.

Di navbera desteya aborî û meclîsên aborî de têkiliyeke li ser bingehê bicihanîna pêdiviyên civakê hatiye sazkirin. Di encama vê têkiliyê de ji bo ku berhemên çandiniyê yên koperatîfan nekevin destê keysbazan û neheqî li gel neyê kirin, wê di demên pêş de sukên giştî bên avakirin. Bi vî şêweyî welatî û berhemkar ji keysbazan xelas dibin. Tê hedefkirin ku yekemîn suka giştî li bajarê Qamişlo, piştre jî li Dêrikê bê avakirin.

Plansizya 5 salan 

Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, li hersê kantonên Rojava xebatên aboriyê tên meşandin, lê ji ber êrîşên komên çeteyan ên li ser herêmê, piraniya 4 salên şoreşê bi şer û pevçûnan derbas bû. Lewma di warê aborî de pergala ku tê hedefkirin, hîn tam nehatiye bicîhanîn. Piştî ku piraniya herêmê hat rizgarkirin û aramî pêk hat, mijara aboriyê jî hîn zêdetir ket rojevê.

Di vê çarçoveyê komîn, meclîs û saziyên din ên aboriyê, di meha Gulanê ya 2016’an de li Kantona Cizîrê civînek berfireh lidar xistin. Di encama nirxandinên ku hatin meşandin de, plansaziya 5 salan a çandinî, aborî û pêşxistina hişmendiya aborî hat derxistin.bi rêxistin kirin

Plansazî di bin 6 sernavên wekî “Akademî, birêxistinkirin, bikaranîn ax û erd, çandinî, avdanî û sewalvaniyê” hatiye amadekirin.

Akademî

Bi akademiyên aboriyê re tê hedefkirin ku hişmendiya aboriya komînal bê zêdekirin û kesên pispor bên gihandin. Dîsa tê hedefkirin ku bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk re di müfredata dibistanan de dersên çandinî û sewalvaniyê bêne bicîhkirin. Bi heman armancê vekirina peymangeh û zanîngehên çandinî û sewalvaniyê, wekî hedef hatiye diyarkirin.

Di sernavê “birêxistinkirinê” de tê hedefkirin ku xebatên aboriyê li gorî şert û mercên şer û xwe bi xwe têrîkirinê bêne rêxistinkirin. Dîsa hemû sazî û dezgehên aboriyê di bin sîwaneyekê de bêne komkirin.

Ax û Erdax û erd

Di bin bernavê “Ax û erd” de, ji bo bikaranînek bi tenduristî wê rapor bên amadekirin û her 6 mehan carekê ev rapor bêne nûkirin. Dîsa erdên ku Komîteya Çandiniyê diyar dike, wê li ser bingeha komînî ji nû ve bêne birêxistinkirin. Ji bo rêbazên ekolojîk ya cotkirinê, wê destek ji cotkar û gundiyan re bê dayîn.

Çandinî

Li ser “Çandiniyê”, wê lêkolîneke giştî bê kirin û encamên vê lêkolînê, beş bi beş wekî rapor bêne amadekirin. Qonaxên çandiniyê wê bên diyar kirin û li ser vê  bingehê ji erdên Rojava; ji sedî 45 genim-ceh, sedî 20 nok-nîsk-kemûn, sedî 5 dar, sedî 8 keskahî bê çandin. Ji serî 22 ji bo madeyên îndûstriyal bê bikaranîn. Dîsa wêçandinîkargehên zeyta “garis, gulberoj, soya, pembo” kargehên şekir, meqeron, savar, biskewît, tehîn, konserve bêne avakirin. Her wiha kargehên hilberînên sewalvaniyê yên wekî penîr, mast, nivîşk û hwd. bêne vekirin. Vekirina  kargehên amûr û alavên çandiniyê jî hedefek din e.

Parastina ekolojiyê mijarek sereke ya aboriyê ye. Lewma biryar hatiye girtin ku li her herêmek Rojava  dar bên çandin. Tenê li Kantona Cizîrê tê hedefkirin ku 50 hezar donim erd bi daran bê çandin.

Avdanîavdanî

Ji bo avdaniya bi tenduristî tê armanckirin ku di asta Rojava û eyaletan de sazî û komîte bêne avakirin. Her wiha dê navenda lêkolîn û lêgerînê vê kirin, civak û cotkar li ser avdanê bêne perwerdekirin. Bendavên heyî wê ji nû ve bêne sererastkirin û li gorî pêwîstiyan ên nû jî dê bên çêkirin. Yek ji hedefên herî girîng jî ew e ku bi projeyekê ava Çemê Firatê bînin li Kantona Kobanê ji bo avdaniyê bê bikaranîn.

Sewalvanîsewalvanî

Di mijara sewalvaniyê de jî, tê hedefkirin ku komîte û sazî bêne avakirin, her wiha navendên sewalvanî, komîn û koperatîf bên vekirin. Nêçîrvanî wê bê qedexekirin û ji bo nifşê sewalan ku talukeya tunebûna wan heye tedbîr bêne girtin.





Di xweseriya demokratîk û federaliyê de jin

ARÎN DENÎZ – HEYFA MUSAJIN-U-JIYAN

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan bi têkoşîn û pergalla xwe, rengê rêveberiya xweseriya demokratîk û ji projeya federaliyê jî diyar kir. Di encama vê têkoşînê de, jin wekî “pêkhate” hatiye pejirandin.

Ji destpêka şoreşa Rojava heta projeya federaliya bakûrê Suriyeyê jinan rolek diyarker lîstiye. Di vê beşa xwe ya dosyayê de em ê li ser duryanên têkoşîna jinan rawestin.BERI SORESE

Jin wekî afirîner û avakara jiyanê tê zanîn. Lewma “Çanda Neolîtîk” ango Şoreşa Neolîtîk di heman demê de wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin. Di vê serdemê de bingeha hilberîn, afirînerî, wekhekî, hezkirin, rêzgirtin, piştevanî û hwd. hatiye avêtin. Erdnîgariyek ku ev şoreş li ser çêbûye jî Kurdistan e, ji ber vê yekê ye ku di zimanê kurdî de “jin” tê wateya “jîn” ango “jiyanê”. Lê bi destpêka hiyerarşî û dewletbûnê re, jin hat pêpeskirin û jiyan jî hat perçiqandin.

Ji wê demê û vir ve têkoşîna azadiyê ya jinê ranewestiya ye, lê her tim lawaz mane yan jî dibin siya zîhniyeta baviksalariyê de maye. Di dîrokê de gelek tevgerên rizgariya netewî, mafan, demokrasî û femînizmê yên ku li ser navê azadiyê tevdigerin hatine dîtin. Dîsa gelek sîstemên wekî parlamenter, federal, komar hatine avakirin. Lê tevî ku jin tê de cîh digirin jî, ji ber ku bingeha xwe ji zîhniyeta dewletî û desthilatdarî digirin, jin careke din li paş dîtine. Bi gotineke din jin wekî amûrek an jî cigar (yedek-ihtiyat) hatiye dîtin.

 اضطهاد

Rûpelek nûJIN-U-SORES

Ji tecrubeyên dîrokî hatiye fêmkirin ku ji bo serkeftinê pêdivî bi têkoşînek gelekî xurt jî çêbûye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê, “Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê” têkildarî mijarê wiha dibêje:

“Ne netê di dema modernîteyê de, di tevahiya demên hîyerarşîk û şaristaniyan de jin di hemû çaviyên civakê de ji aliyê zîhnî û bedenî ve dîl hat girtin û bi koletiyeke pir kûr hat xebitandin. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya vê jinê, hewcedarî bi xebatên teorîkJIN U SORES ên berfireh, têkoşîna bîrdozî, xebatên progamatîk û rêxistîni, ji van jî girîngtir pêdivî bi çalakiyên bi hêz heye. Bêyî van, xebatên jinê û femînîzmê wê ji xebatên jinê yên liberal ên ku dilê sîstemê xweş dikin wêdetir tu maneya îfadeyê nekin”

Bi destpêkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê re, li ser vê bingehê jinan xebateke gelekî dijwar meşandiye. Di vê têkoşînê de ji tevgerên din cudatir, rêbaza ku jinê wekî kirde, hêza afirîner û çareseriyê dibîne esas hat girtin.

Jin û Şoreşa Rojava 

Wekî perçeyekî têkoşîna azadiyê, li Rojavayê Kurdistanê jî pêngavên di asta şoreşê de hatin avêtin û jinan
bi hêza xwe deng veda. Dema pêvajoya şoreşa Rojava destpê kir jî, jinan pêşengiya wê kir û mohra xwe lê JIN-U-SORES1xist. Lewma Şoreşa Rojava di heman demê de wekî şoreşa jinê tê pênasekirin.

Di nava 5 salên şoreşê de, jinan ji bilî xebatên giştî yên di nava sazî û dezgehan de, di her aliyê jiyanê de sîstemek xweser ava kir û li cîhanê jî deng veda.

Ji yekîtiyê heta kongreyê 

Destkeftiyên têkoşîna jinan a bi dehan salan di sala 2005’an de wekî Yekîtiya Star veguherî sazumaniyê.  FEDRALIDema di sala 2012`an de pêvajoya şoreşê destpê kir jî, li tevahiya bajarên Rojava meclîsên jinan hatin avakirin. Bi vî rengî êdî bingeha sîstema xweser jî xurtir û civakî dibû.

Piştî ku xebatên jinan gelekî berfireh bûn, sazumaniya wê jî hat guhertin û mezinkirin. Di vê çarçoveyê de di kongreya 6’an a Yekîtiya Star ku di meha Sibatê ya 2016’an de hat lidarxistin de, saziya sîwaneyê ango yekîtî hate mezinkirin û navê wê wekî Kongreya Star hat guhertin.

Hemû sazî û dezgehên jinan ên li Rojava di bin sîwaneya Kongreya Star de kom bûne. Di rewşa niha de bi dehan sazî, rêxistin, komele girêdayî Kongreya Star kar dimeşînin.  Dîsa komîte, meclîsên jinan ên girêdayî saziyên giştî û partiyên siyasî jî girêdayî Kongreyê kar dikin.


Bêjeyên Miftehî