1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê El-Ekrad: Em buhistekê paşde neçûne
Fermandarê El-Ekrad: Em buhistekê paşde neçûne,fermandarê,el,ekrad,em,buhistekê,paşde,neçûne

Fermandarê El-Ekrad: Em buhistekê paşde neçûne

Fermandarê Lîwaa Cebhet El-Ekrad Nûrî Ebû Hecî îdiyayên hin malperên nûçeyan ku dibêjin “Bajaroka Til Rifet û hin gundên Şehbayê ketin destê çeteyên girêdayî Tirkiyê” derewand

A+ A-

NÛRHAT HESEN – XALID HESEN

EFRÎN – Fermandarê Lîwaa Cebhet El-Ekrad Nûrî Ebû Hecî îdiyayên hin malperên nûçeyan ku dibêjin “Bajaroka Til Rifet û hin gundên Şehbayê ketin destê çeteyên girêdayî Tirkiyê” derewand û got ku ew bi moralekî pir bilind bersiva êrîşan didin.

Girêdayî mijarê Nûrî Ebû Hecî ji ANHA’yê re axivî û got ku gundên ji çeteyan hatine rizgarkirin hê jî di bin kontrola hêzên wan de ne.

Ebû Hecî diyar kir ku di dema dawiyê de hêzên wan di nava Hêzên Şoreşger de 5 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, lê Tirkiyeyê bi êrîşên balafirên xwe û bêjeyî alîkarî dida çeteyên DAIŞ’ê.

Nûrî anî ziman ku tevî vê yekê, çeteyên DAIŞ, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, di aliyê bejahî de êrîş birin ser nuqteyên hêzên şoreşger, lê ew li hemberî van êrîşan sekinîn û buhistekî jî paşde nekişiyane.

Ebû Hecî got “Hemû îdiyayên ku çeteyên Tirkiyê dibêjin wan dest daniye ser bajarok Til Rifet, gundê Herbil, Um Hoş û Hesiyê derew in û tu rastiya wan tune ye. Ew dixwazin bi van îdiyayan moral bidin çeteyên Diri El-Firat.”

Fermandarê Lîwaa Cebhet El-Ekrad Nûrî Ebû Hecî bal kişand ku moralê şervanên wan bilind e û li hemberî hemû êrîşan disekinin. Ebû Hecî got “Hemû hêzên moralê wan bilind e. Hêzên şoreşger di rojên dawiyê de li dijî Tirkiye, DAIŞ û çeteyên Diri El-Firat serkeftinên mezin pêk anîn. Li hemberî her êrîşekê amadekariyên min hene û ji tiştekî tirsa me tine ye.”

(he)

ANHA