1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Gelê Kobanê rola xwe ya dîrokî lîst'
'Gelê Kobanê rola xwe ya dîrokî lîst',gelê,kobanê,rola,xwe,ya,dîrokî,lîst

'Gelê Kobanê rola xwe ya dîrokî lîst'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Rojnameger Îsmaîl Eskîn, diyar kir ku gelê kurd li Kobanê yekîtiya xwe pêk anî û gelê Kobanê rola xwe ya dîrok lîstin. Eskîn, anî ziman ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa hate meşandin û tenê li dijî çeteyan na li hemberî hişmendiya desthilatdar a zilam jî şerek tê dayîn û wiha got: "Ji cihê bîrdoziya azadiya jinê lê tê jiyan yek jî Kobanê ye."

Nûçegihanê DÎHA'yê Îsmaîl Eskîn êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 2'yê tîrmehê de li dijî Kantona Kobanê ya Rojava dan destpêkirin di cih de şopand û geşedanên li eniya şer vegotin. Eskîn, diyar kir ku par di 20'ê tîrmehê de di nav de çeteyên Cephet El Nusra û DAIŞ jî heye gelek rêxistinên çeteyan li Tel Ebyadê dest bi êrîşan kirin û bi awayekî pergalî li hemberî Kobanê êrîş dan destpêkirin. Eskîn, anî ziman ku şervanên YPG û YPJ'ê bi gelê Kobanê re li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke gelek mezin dan destpêkirin.

Çima Kobanê hedef girtin?

Ji roja şoreşa gel a Rojava dest pê kir rejîma Baasê hewilda şoreşa Rojava asteng bike. Çeteyên DAIŞ'ê li vir derket holê û li Celebrus û Girêsipî li hemberî Kobanê êrîş dan destpêkirin. Bi êrîşên li dijî Kobanê hewildana ku bi bajarên di bin kontrola xwe de bikin û pişt re ji Musilê heya Necefê dewletekê ava bikin difikirîn. Lê kurdên şoreşger plana wan xirab kir. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo rêxistinbûna kurdan xirab bike serî li gelek rêbazan da û hewil da ku di navbera kurd û ereban de şer derbixe.

Hûn dikarin hinek çavdêriyên xwe yên Kobanê vebêjin?

Çeteyên DAIŞ'ê zarokên ereban bi pere didin şerkirin û ji bo zarokeke ereb ê mehekê şer bike 200 dolar dide. Malbatên ereb jî ji bo pere zarokên xwe dişînin vî şerî. Zarokên ereban di şer de jî dimirin çeteyên DAIŞ'ê ji wan re dibêjin "Kurdan zarokê we kuşt. Tevlî me bibin da ku em Kobanê bigirin. Em dewleta îslamî desthilatdar bikin û cîhadê pêk bînin û em hemû dê biçin bihuştê." Li vir divê mirov baş berê xwe bide çeteyên DAIŞ'ê. Divê pirsgirêka Musilê bê çareserkirin. Çima êrîşê li Kobanê dike mirov berê xwe bidê. Çeteyên DAIŞ'ê bi hişmendiya, 'Heke em Kobanê bi dest bixin em dê Rojava jî bêxin' êrîş di 2'yê tîrmehê de dest li Kobanê kirin. Lê Kobanê Musil nîn e. Gelê Kobanê bi rihê berxwedanê axa xwe parast.

Hûn li Kobanê heya mewziyan çûn li wir ya derket pêş çi bû?

Li sê eniyan şer dihate kirin, di bingeha xwe de berxwedana Kobanê berxwedana Kurdistanê derket pêş. Serkeftina Kobanê tenê serkeftina Rojava nîn e serkeftina Kurdistanê ye. Îro nokteya yekîtiya kurdan pêk bîne Kobanê ye. Gelê Kobanê rola xwe ya dîrokî lîst. Di hevdîtinê me bi fermandarên YPG'ê re kirin de çeteyên DAIŞ'ê darbeyên giran xwarin û bi sedan windayên wan çêbûn. Fermandarên YPG'ê gotin ew naxwazin li ser cenazeyan siyasetê bikin û cenazeyên DAIŞ'ê dan wan. Fermandarên YPG'ê anîn ziman ku wan pêla êrîşan a mezin şikandin û niha şunda tenê êdî di parastinê da namînin dê li navendên DAIŞ'ê li wan bidin. Ev yek nokteyekî girîng bû. Ji ber ku êdî berxwedan tenê ji bo xwe biparêzin nîn e. Mudaxele li êrîş û talukeyan bikin e.

Di berxwedana ji 7 saliyê heya 70 saliyê hemû kes tevlî bû de rol jinan çawa bû?

Jin di metbexan de tenê bi çêkirina xwarinan re neman. Jinên bi desmalên spî çek hilgirtin û çûn eniya şer. Sekna jina li vir girîng bû. Di be ji bîrdoziya azadiya jinê li cihên herî zêde dikeve jiyanê Kobanê ye. Bapîrê jina ciwan a bi navê Zîlan a ku dixwast tevlî YPJ'ê bibe got, 'Keça min heke tu dê bikeve destê zilamê zalim her ji bo axa xwe şer bike û şehîd bikeve' Yanî li wir tenê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê na li hemberî hişmendiya desthilatdariya zilam jî şer tê kirin. Pişt re zarokên di berxwedanê de cih girtin riya şoreşê vekirin. Riya YPG'ê ya li wir zarokan rast kir.

Seferberiya li Kobanê tê çi wateyê?

Piştî hikûmeta Kanton PKK, KCK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga seferberiyê kir û ev yek gelek girîng bû. Piştî banga seferberiyê berxwedana Kobanê bû berxwedana hemû Kurdistanê. Berxwedana Kobanê Rojava û Bakurê Kurdistanê kir yek û rihê berxwedan û rastiya gel a şoreşgeriyê derxist holê. Kobanê paytexta şoreşa 19'ê tîrmehê ye. Berxwedana li Kobanê di bingeha xwe de berxwedana gelê Rojava ye.

Bersiveke çawa dan DAIŞ'ê

Li wir di mizgeftan de anonsên wekî "îro roja namûsê ye. Îro roj roja parastina axa xwe ye. Îro roja azadiyê ye" hatin kirin. Ev ruhê berxwedanê yê gel hê jî zindî ye. Piştî ku havan avêtin gundan dihat hêvîkirin ku gund bên valakirin. Lê gel mewzî axên xwe neterikand. Gotin 'em ê li ber xwe bidin.' Axa xwe wekî namûsa xwe dîtin. Diyaroka namûsê bi vî rengî derket holê. Gel ev gotin bi kar dianî: "Namûsa me axa me ye. Heke em dev ji axa xwe berdin, em ê dev ji namûsa xwe jî berdin."

Mîsyona şervanên YPG/YPJ'ên li Kobaneyê çi bû?

Dirûşma "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" her tişê bi awayeke zelal vedibêje. Ji ber ku li wir bedelên ku şervanên YPG û YPJ'ê yên ku pêşengiya berxwedanê kirine hene. Jiyana xwe winda kirin, birîndar bûn. Ligel birîndar bûn jî neçûn nexweşxaneyê û hewldan careke din biçin eniyê. Me ligel ku di sê eniyan de birîndar bûne şervanên ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didit dîtin.

Li Kobanê jiyaneke çawa heye, gel çawa dijî?

Li Kobaneyê pirsgirêka herî girîng ceryan û ava ku ev salek e nîn e ye. Av ji bîran tê vexwarin. Nebûna ceryanê jî Tê wateya bi şev tiştek neyê kirin e. Lê jixwe berxwedan jî li di vê xalê de derdikeve holê. Xaleke din jî ew e ji aliyê Tirkiyeyê ku li bakurê kantonê ye alîkarî nedihat. Hinek alîkarî bê jî ev jî di çarçoveya hin polîtîkayan de bû. Ligel vê yekê jî gel derfetên xwe diafirand.

Ji ber ku genimên gel xilas bû fermandarên YPG û YPJ'ê, hikûmetên kantonan bi gel re civîn pêk anîn û di encama vê de bidestxistina embarên genim ên DAIŞ'ê hate girtin. Beriya demeke şervanên YPG û YPJ'ê embarên genim ên DAIŞ'ê ku di esasê xwe de aydî kantonê bûn bi dest xistin. Li vir 11 şervanên YPG û YPJ'ê ku genim ji gel re birin, pêdiviyên gel bi cih anîn û ji bo gel axa xwe neterikîne jiyana xwe ji dest dan.

Niha ardê ku gel 4 mehan pêdiviyên xwe bi cih bînin heye. Lê ji bo vê 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Kobanê tenê li dijî êrîşan li ber xwe dide?

Na, Kobanê tenê li dijî êrîşan li ber xew nade, li dijî ambargoyê jî li ber xwe dide. Li dijî hemû lîstikan li ber xwe dide. Hîn listikên PDK'ê hene. PDK car bi car xebatên îstixbaratê dike, carna bi DAIŞ carna jî bi Esad re pejmanê dike. Carna jî bi Tirkiyeyê de peymanê dike. Ji ber têkbirina cihê herî stratejîk a şoreşa Rojava Kobanê ye. Têkçûna Kobanê tê wateka têkçûna Kantonên Cizîr û Efrînê jî. Bi vê ferasetê nêzîk bûn. Ango feraseta desthilatdaran a "parçe bike û rêve bibe" kete dewreyê. Lê Ev hesabên wan li Kobanê bi cih nehat. Ji ber ku berxwedaneke pir xurt hebû. Ji mîmarên berxwedanê yên jiyana xwe ji dest dan hene. Lê gel şûna wan dagirt.

Têkîldarî rewşê gotineke we ya din hebe...

Vegotina vî ruhê berxwedanê rehet nîn e. Armanca DAIŞ'ê tê zanîn, dîsa DAIŞ kî ye jî tê zanîn, tiştekî dikare bike jî tê zanîn. Gel bi zanebûna vê li cihê xwe ma û êrîşên DAIŞ'ê hate şikandin. Di asta dawî de êrîşên DAIŞ'ê şikiya. Lê ev yek ne pir rehet bû. Ji bakurê Kurdistanê jî tevlê bûn çêbû. berxwedana Kobanê bû yekbûne Bakur û Rojava. Bi vî rengî gav bi gav berxwedan hate hûnandin. Heke berxwedana YPG û YPJ'ê neba Kobanê dê bi rehetî têk biçiya. Êrîşên hewan û topan hebe jî berxwedan didome.

(bd-sa)