1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hiqûqnasên serhedî, ji bo hiqûqa gerdûnî xwe birêxistin dikin
Hiqûqnasên serhedî, ji bo hiqûqa gerdûnî xwe birêxistin dikin,hiqûqnasên,serhedî,ji,bo,hiqûqa,gerdûnî,xwe,birêxistin,dikin

Hiqûqnasên serhedî, ji bo hiqûqa gerdûnî xwe birêxistin dikin

A+ A-

HULYA EMEÇ

WAN (DÎHA) - Nêzî 100 hiqûqnasan Serhedê ku bi şîara "Ji hiqûqa dewletê, ber bi hiqûqa civakê ve" hatine ba hev, ji bo li Wanê Komeleya Hiqûqnasên Serhedê ava bikin biryar girtin. Sazkarê Komeleyê Cuneyt Canîş, got ku piştî avakirina komeleyê dê ji bo gorên komî û binpêkirina mafan yên di girtîgehan de têbikoşîn.

Li Amedê di 10'ê gulanê de hiqûqnas hatibûn ba hev û biryar girtibûn ku xwe bi şîara "Ji hiqûqa dewletê, ber bi hiqûqa civakê ve" birêxistin bikin. Bi heman şîarê hiqûqnasên serhedê jî hatin ba hev û ji bo li Wanê Komeleya Hiqûqnasên Serhedê ava bikin dest bi xebatan kir. Çend roj beriya niha 90 hiqûqnas hatin cem hev û diyar kirin ku ew ê komeleyê ava bikin. Komeleya tê avakirin wê bi hevserokatiyê bê birêvebirin. Hiqûqnas dê çend roj şûn ve ji bo sazkirina komeleyê serî li walitiyê bidn. Sazkarê Komeleyê Cuneyt Canîş ku derbarê komeleyê de agahî dan DÎHA'yê.

Li ser esasê Peyamana Mafê Mirovan ya Gerdûnî

Sazkarê Komeleyê Cuneyt Canîş, diyar kir ku wan di sala 2013'an de di Konferansa Hiqûqnasên Kurdistana Bakur de biryar girtibûn ku ji bo parêzeran ji bilî odeya pişeyê komeleyek cuda vekin û da zanîn ku ev xebate jî di vê çarçoveyê de hatiye rojevê. Canîş da zanîn ku ew ê xebatên xwe yên hiqûqê bi vî şiklî li ser esasê Peyamana Mafê Mirovan ya Gerdûnî bidomînin. Di berdewama axaftina xwe de Canîş anî ziman ku dê destpêkê li ser gorên komî, mafên girtiyan yên di girtîgehan de tên binpêkirin û kuştinên kiriyar nediyar xebatan bimeşînin.

Hiqûqek wekheviya zayendan, ekolojî û azadiyê diparêze

Canîş di axaftina xwe hiqûqa heyî ya dewletê ji bo ku têra civakê nake rexne kir û wiha pêde çû: "Em ê ji bo hiqûqek, wekheviya zayendan diparêze, hiqûqek ekolojîk û azadîparêz biafirînin. Li ser komkujiyên li Kurdistanê pêk hatine jî em dê xebatên hiqûqî yên dem dirêj bidin meşandin. Di vê çarçoveyê ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin û em dê xebat bidin meşandin."

(lg)