1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo meşa li Franfurt banga tevlîbûnê
Ji bo meşa li Franfurt banga tevlîbûnê,ji,bo,meşa,li,franfurt,banga,tevlîbûnê

Ji bo meşa li Franfurt banga tevlîbûnê

A+ A-

FRANKFURT 31.01.2015 07:00:09 Ji bo meşa 1’ê Sibatê ya bi dirûşma, “Ji Ocalan re Azadî û ji Kurdistanê re Azadî" ya we li Frankfurtê be lidarxistin, amadekarî temam bûn. Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê kir.

Têkildarî meşa li Frankurtê li ser navê Komîteya Amadekar Mordem Botan ku agahî dan, got ku wê meş saet 12.00’an li Hauptwache bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike û 12’ê Sibatê wê bigihêje Strasbourg.

'JI BO MEZINKIRINA BERXWEDANÊ EM DIKEVIN PÊVAJOYA ÇALAKTIYÊ YA AKTÎF'

Botan bal kişand ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yên bi her cure çekên giran êrîş kirin, şervanên YPG/YPJ û gelê Kurd bi derfetên kêm ku li ber xwe dan, careke din nîşan da ku mirov bi hêza xwe ya cewherî dikare serketinê bi dest bixe. Modem wiha axivî: "Em wek ciwanên Kurd ên li Ewropa, ji bo mezinkirina vê berxwedana bi heybet, diyar dikin ku em dikevin pêvajoya çalaktiyê ya aktîf.”

'EM BER BI MEŞÊ VE BIHERIKIN'

Botan axaftina xwe wiha domand: "Weke Rêbertiya me got, li her cihê ku DAIŞ heye heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Li her cihê Ewropa xebatên DAIŞ didomin. Li hember vê wek rêhevalên xwe yên li Kobanê li ber xwe didin, divê em li vir jî berxwedanê esas bigirin. Li Kobanê modernîteya kapîtalîst winda kir. Îradeya gel bi ser ket. Em vê meşa xwe li ser vî esasî wek meşa serketinê digirin dest. Banga me li tevayî ciwanên Ewropayê ev e; em bi şîara 'Kaîitalîzmê nejî û nede jiyîn' biherikin meşê.”

Botan ê ji Komîteya Amadekar diyar kir ku wê meş, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bigire û banga tevlîbûnê kir.