1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo zarokên kurd fêrî ziman û çanda xwe bibin mala lêstikê hat vekirin
Ji bo zarokên kurd fêrî ziman û çanda xwe bibin mala lêstikê hat vekirin,ji,bo,zarokên,kurd,fêrî,ziman,û,çanda,xwe,bibin,mala,lêstikê,hat,vekirin

Ji bo zarokên kurd fêrî ziman û çanda xwe bibin mala lêstikê hat vekirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Şaredariya Rezan ya Amedê li ser pêşniyara şêniyên taxa Kaynartepeyê care yekeme ku ji bo zarokan Mala Lîstikê bi kurdî vekir û dest bi perwerdeyê kir. Mamoste û rêvebera mala lêstîkê Aynur Ozbay anî ziman ku ji bo rêveberiya xweser were avakirin dibe ku zarok azad bin û wiha got: "Ger zarok azad nebin wê deme rêveberiya xweser ji nayê avakirin."

Şaredariya Navçeya Rezan ya Amedê di çarçoveya hemleya "Xweseriya Demokratîk, Ber bi Nasnameya Azad ve" ji bo rê li ber pergala pişaftinê bigirin dest bî xebatên perwerdehiyê kir. Şaredariya Rezan bi pêşniyariya şêniyên taxa Kaynartepeyê care yekeme ku ji bo zarokan Mala Lîstikê bi kurdî vekir û dest bi perwerdehiyê kir.

Mala Lîstikê ya zarokan ku beriya hilbijartinê ji aliyê Şaredariya Rezan ve hat vekirin, heya niha nêzî 650 serlêdan hatîne kirin û ji hêla welatiyan ve eleqeyeke pir mezin dibîne. Perwerdeyiya mala lîstikê ya zarokan bi zaraveyên cuda û lîstikên çandî yên di nava civakê de wek kevneşopî tê ditîn bi rêya lîstikan yên wek şano, govend, xwendina çîrok-çîrçîrokên kurdî û avjeniyê tên dayîn. Mamosteya Mala Lîstikê Aynur Ozbay armanca vekirina mala lîstikê û perwerdehiya kurdî bi zarokên ku temenên wan di navbera 4-12 de jî mala listîkê sûdê digirin, vegot.

Armanc ew e ku zarok fêrî ziman û çanda xwe bibin

Ozbay, diyar kir ku xwesteka şêniyên taxê ew bû ku bi xabateke wiha zarokên xwe ji nava kuçan bidin kom bikin û ji hînbûnên xîrabe bidin parastin. Ozbay, anî ziman ku li ser pêşniyara hemwelatiyên taxê dest bi xebateke wiha kirine.

Her wiha Ozbay bilêv kir ku bi vekirina Mala Lîstikê û zarokên ku tên wê bi lîstikan zarok fêrî çand û zimanê xwe bibin û wiha domand: "Lîstikên ku me amade kiriye tev jî bijartine hilbîjartî û ji nava civakê ye. Bi wan lîstikan zarok fêrî nasnamaye xwe dibin, bi zimanê xwe bi rihetî hêstên xwe tîne ziman. Ji ber vê yekî di heremê de xabateke wiha ji bo zarokên kurdan gelek bi derengî ketine divê gelek zûtir hatibûya çêkirin."

'Bi lîstikan zarok dê çand xwe nas bikin'

Ozbay, di axaftina xwe de bal kişand ser cudatiya di navbear mala lîstikê û dîbistanên dewletê û wiha berdewam kir: "Zarokên kurdan bi salane li hember perwerdeya pergalî tên perwerdekirin û tên asîmîlekirin. Armanca me ye herî sereke ew e ku zarokên kurdan ji nava lepên bêasîltiyê derxin û bi çanda wan bidin nasin. Ji ber vê yekê jî ferqa di navbera me û dibistanên dewletê ji ev e ku em çanda civakê esas dibînin, lê wane û perwerdeya dibistanê bi rêzîknameya pergalî tên dayîn."

'Li hember teknolojiyê têkoşîn'

Ozbay, di berdewamiya axaftina xwe de behsa kar û xabatên mala listîkê re kir. Ozbay di gotina xwe de bal kişand ser teknolojiyê ku çawa zarok xistiyê nava lepên xwe û wiha pêde çû: "Bi pêşketina teknolojiyê re zarokên hemû cihanê bi xwe ve gîrêdaye. Her wiha zarokan ji çanda civakê û ji her tiştî dûr xistin. Ji ber vê yekê kar û xabatên me yek jî têkoşina teknolojiye ye ku zarokan ji nava teknolojiyê azad bikin û bi jiyana civakî bidin danasin."

'Zarok eyneya malbat û civakê ye'

Ozbak, da xuyakirin ku zarok eyneya civakê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Zarok hebûnek wihaye ku eyneya malbat û civakê ye. Tu çi bidî wê/î zarokî; dê zarok eynî wiha bide te. Di taxê de gelek malbat hene ku xwedî gelek zarok in, ji ber vê yekê jî nikarin zarokên xwe bi hişmendî perwerde bikin. Ji bo vê yekê malbatên me zarokên di temenê biçûk de dişîne dibistanê û ew zarok ji çand û zimanê xwe dûr dikeve. Her zaroke ku li cem me were perwerde kirin, tê wê demê di temenê herî biçûk de fêrî çand û zimanê xwe bibe. Ji bo rêveberiya xweser were ava kirin dibe ku zarok azad bin. Ger zarok azad nebin wê deme rêveberiya xweser ji nayê avakirin."

(st-ho/lg)