1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên kobanî zilma DAIŞ'ê vegotin
Jinên kobanî zilma DAIŞ'ê vegotin,jinên,kobanî,zilma,daiş,ê,vegotin

Jinên kobanî zilma DAIŞ'ê vegotin

A+ A-

RABÎA ÇETÎN

RIHA (DÎHA) - Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê didome, jina bi navê Cemîle Hemo ku hevjînê wê di êrîşa tankan de jiyan xwe ji dest da got ku ew bi zilmeke ji Şengalê dijwartir rû bi rû ne û wiha got: "Me got li Şengalê zilm kirin lê zilma ku li me dikin ji yê Şengalê dijwartir e. Jinek ku ji bo nekeve destên çeteyan xwe avêt bîrê."

Ligel ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê didome, di êrîşa bi tankan de li 2 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û gelek welatî jî birînda rbûbûn. Cemîle Hemo di vê êrîşê de hevjînê wê Xelîl Muhammed (57) jiyana xwe ji dest da, zilma çeteyên DAIŞ'ê ku li Kobanê dimeşînin ji DÎHA'yê re vegot. Cemîle diyar kir ku ew bi zilmeke ji Şengalê dijwartir rû bi rû ne û wiha got: "Wextê ku wan topên hewanê avêtin ez derketin derve. Min dît ku yek dîmenê me dikêşe û 3 topên hewanê li ser hev avêtin heman derê. Hevjînê min di vê êrîşê de birîndar bû. Ev zilma ku em li vir dijîn tu kesî nedîtiye.

'Jinek ji bo nekeve destên DAIŞ'ê xwe avêt bîrê'

Cemîle Hemo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî zilmê li jinan dike û ji ber vê yekê gelek jin ji neçarî koçber bûn. Cemîle Hemo da zanîn ku jinên Kobanê ji bo nekevin destên çeteyan xwe dikujin û wiha pêde çû: " Hatin ketin gundê me. Jinek girtin û dinga wê jêkirin. Ji malbateke 20 kesan tenê dayik û kurê wê man. Ew jî xwe li bin kevirekî veşartin û bi vî awayî ji xilas bûn. Jinek hevjînê xwe û zarokên xwe xilas kir. Di bo dineke din xilas bike hat gund û wê demê çete ketibûn gund. Ji bo nekeve destê çeteyan xwe avêt bîrê."

'Em dest ji parastina welatê xwe bernadin'

Cemîle Hemo bilêv kir ku ew welatê xwe diparêzin û wan zilm li tu kesî nekirine û wiha berdewam kir: "Bila her kes zanibe ku en kesek jî bimînin dest ji parastina welatê xwe bernadin." Cemîle Hemo bi bîr xist ku zilma li ser tê neşandin li tu derê nehatiye dîtin û wiha domand: "Me got li Şengalê zilm kirin lê zilma ku li me dikin ji yê Şengalê dijwartir e. Belê hevjînê min şehîd ket, lê belê bi sedan kes di heman rewşê de ne. B hezaran jin, zarok û zilam di binê erdê de man. Tu kes bi qasî kurdan zilm nedîtine. Me zilm li tu kesî nekiriye. Divê dinya alem zanibe ku em ji mafên xwe paşde venagerin. Heta ku em kesek jî bimînin em ê welatê xwe biparêzin."

(wk)