1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kartal: Dê Xendek wek lekeyek reş bikeve diroka Kurdan
Kartal: Dê Xendek wek lekeyek reş bikeve diroka Kurdan,kartal,dê,xendek,wek,lekeyek,reş,bikeve,diroka,kurdan

Kartal: Dê Xendek wek lekeyek reş bikeve diroka Kurdan

A+ A-

STOCKHOLM 23.04.2014 08:12:35 Panela bi temaya ‘Rojava û Xendekên PDK’ li paytexta Stockholm a Swêdê hat li darxistin de Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal tevlîbu û got di serî de krîza Ukrayna û Kirim krîzên cîhan û Ewroupa û nelihevkirin tesîra ji ber tekoşîna li Kurdistanê û helvesta PDK’ê a li dijî Rojava û encamên hilbijartinê li Tirkî û Bakûrê Kurdistanê nirxandin.

Kartal got li Surîye krîza di navbera dagirkerande ne raste demîye û her çikas ditberîyek wekî lihevkirinê bê dayîn jî, vê carê krîza modernîta kapîtalîst li Ukrayna teqîn da û çikas diçe gurtir dibe ev kriz ji bo kurdan îtîfak û di qada dîplomasîde derfetê nu di derxê holê.

Kartal anî ziman ku dema ev hemû krîz tên jiyankirin jî li Rojava sê Kanton hatin îlankirin û xweseriya demokratîk ji gelan re bu baweriyek û ji ber buya mînak hêzên paşveru ketin nave tirsekê û ji bo hêzên hevkar ji bo şoreşê bi fetisînin ketin nava tevgerê.

ERÎŞÊ LI SER KOBANÎ NE TESADÛFIN

Kartal got, ‘di nava wan de rejîma Esat jî têde dagirkerê sîstemê û piyonên van ê rojhilata navîn û dagirkerê ku li heremê serdestin bi netedewletên din re li derdorê Rojava çemberek çekirine û bi vî şeklî dixwazin hilbijartina demokratîk bifetisinîn. Kartal got me dît dema wan hêzan êrîşbirin ser Kobanî çava hevkari hatkirin û got, êrîşên zêde li ser Kobanîne û bal kişand ser girînbûna stratejik a Kantona Kobanê.

Kartal got em dizanin ku dewleta Tirk, devletên kendavê yê Ereban û bi rejima Esad re bi hevre çava xwestin Şoreşa Rojava tine bikin, lê tevgerkirina PDK bi van hêzan re nayê fêhmkirin û nayê qebulkirin û wiha berdevam kir; “Ji bo me tişten xemgîn û bê vate û hemû Kurdan rencîde dike, sankî parçekirina Kurdistanê ya aliyê dagirkeriya bi tel û mayinan hati parçekirin nebese, DPP jî xelekek lê zêde kir û di diroka Kurda de xendek dê wek lekeyek reş bimîne.”

ZÎHNIYETA KU DÎWAR AVA DIKE Û XENDEK DIKOLE HEMANE

Devleta Tirk ku di navbera Bakûrê Kurdistanê û Rojava dîwar ava kir û PDK jî di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavada xendek kolan heman zihniyete, her du hêz jî hem li hemberî rejima Esat û hem jî li hemberî êrîşên çeteyan bi berxwadanek bi rumet ku nîşandidin Şoreşa Rojava û gelê Rojava ji bo levaz bikin, berxwedanê bi şîkinin, madî û psikolojik olarak bi xwewe bidin girêdan armanç dikin.

BANGA TÊKOŞÎNÊ

Li dijî helvestê KDP ku dixwazî Şoreşa Rojava bi fetisine Kartal got gere hemû Kurt helvest nîşan bidin û li cem gelê Rojavabin û got, “Li Bakûrê Kurdistanê li dijî xendeka gelê me gere hemû helvestê xweyî demokratîk bikarbînê” û bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê kir ku li dijî xendekê tekoşîna ku tê dayîn mezintir bikin.

Kartal got, partîyên li herema Kurdistana Federal helvestê wan ê li dijî xendekê erenine, lê pir qelsin û di cevherê xwede ne bi sekneke biryardene û wiha berdevam kir; “Belê ne xendekê PDK, ne jî diwarê devleta Tirk û çeteyên vê ne jî zextên rejima Esad dê nikaribin serkeftina şoreşa Rojava bi bidin sekinandin. Şoreşa Rojava hêza xwe ji nirxên cevherê mirovahi digre. Berxwedana bi rumet a gelê rojava ev astengiyên qirej û di pratikte ku di nirxa wan nîne ve derbaske, dê ev kesên ku dixwazin şoreşê bi fetisinin di bin meşa gelêmê ê bi biryarde vê bi perçikin û biçin.”

Kartal, hilbijartinê ku di 30 Adarê de li Bakûrê Kurdistanê û Tirkî pêk hatin jî nirxand. Kartal anî ziman ku BDP’ê li dijî zext, xîle, şantaj û hemû bê derfetiyên devletê û AKP jî li Bakûrê Kurdistanê di hilbijartinan de serkeftinên cidî bi dest xistin û wiha berdevamkir, “Di hilbijartinan de Kurdan şoreşa xweyî demokratîk pêk anin, ama lingêvêyî Tirkîya kêm ma. Tê xwuyakirin ku AKP ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd dinava çi leyistok û xapandina deye. Xeta MHP û CHP’ê tiştekî bu bide kedkara, gelan û Kurdan nîne. Tam divê navberêde HDP alternatif û vekî riyek sisiyan bi pêş ket. HPD’ê pêşketinek cidî jiyan kir. Yekem car bu ku li Tirkî tevlî hilbijartina bu.”