1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KODAR: Tevlî berxwedana Kurdistanê bibin
KODAR: Tevlî berxwedana Kurdistanê bibin,kodar,tevlî,berxwedana,kurdistanê,bibin

KODAR: Tevlî berxwedana Kurdistanê bibin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 17.08.2014 11:18:01 Desteya Serokatiya KODAR banga xwedîderketina li gelê Şengalê kir û got, “Helwesta gelê me yê Şengalê ya berxwedêr û avakirina hêzên arastina Şengalê hêjayî pîrozkirinê ye û mînak e. Divê li her devereke Kurd lê dijîn û bi gelên din ên bi hev re dijîn jî yekîtiyên xwe yên parastinê saz bikin û tevlî berxwedana Kurdistanê bibin.”

Desteya Serokatiya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KODAR di daxuyaniya xwe diyar kir Şengala sembola çanda Kurdan a herî kevnar e bû hedefa van komên terorîst û berdêleke mezin hate dayîn, Ev komkujî wê ti carî ji bîra Kurdan neçe û ew ê girêdayî bîranîna şehîdên Şengalê bimînin.

KODAR di daxuyaniya xwe de banga piştgiriyê li gelê Kurd û got, “Divê li her devereke Kurd lê dijîn û bi gelên din ên bi hev re dijîn jî yekıtiyên xwe yên parastinê saz bikin û tevlî berxwedana Kurdistanê bibin. Gelê me yê Rojhilat îro bi awayekî çalak dest bi kampanyayên komkirina alîkariyê ji bo gelê Şengalê kirine em vê hewldan û keda wan pîroz dikin û silav dikin.”

Daxuyaniya KODAR wiha ye:

“Dîrok, Kurdan bi çanda wan a berxwedanê nas dike. Kurdîtî êdî bi berxwedanê re hemwate bûye û bêyî hev nayê fikirandin. Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê herêmê ye her timî li rastî dagirkirin, mêtîngehkirin û qirkirina hêzên desthilatdar hatiye. Xaka Kurdistan ku xwedî cihekî stratejîk e di Rojhilata Navîn de ji lewma her bizavdariyeke li herêmê çêbûye rasterast bandorê li gelê Kurdistanê kiriye. Xaka Kurdistanê ya dewlemend, nasnameya wê ya qedîm û otantîk, dewlemendiya wê ya mezhebî, zaravayî û çandî li hember zîhniyeta tekparêz û yekreng a dewleta netewe li ber xwe dide û radestiyê qebûl nake. Her cure êrîş li hember gelê Kurd çêbûn lê, tevî her tiştî jî ti carî nekarî bi temamî ev çand û baweriyên kevnar ên gelên Kurd têk bibin. Îro jî di çapa navdewletî de komeke nexweş û terorîst bi bêrehmî li ser gelên herêmê û bi taybet jî li ser gelê Kurd de dibin. Îro hemû rengîniyên bawerî, çand, ziman û nasnameyên herêmê dibin metirsiya qirbûnê de ne. Di serî de gelê me yê Kurd û di navê de jî gelê me yê Êzidî, Şebek, Xirîstiyan, Tirkmen û her weke din dibin metirsiyê de ne.

‘YÊN HERÎ ZÊDE ÇANDA XWE PARASTINE ÊZIDÎ NE’

Di nava gelê Kurd de jî herî zêde gelê me yê Êzidî ji ber baweriya xwe li rastî qirkirinê hatine. Yê herî zêde çand û baweriya xwe parastiye gelê me yê Êzidî yên Şengalê ye. Gelê me yê Êzidî li hember her cure êrîşan zanîne xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Îro em weke Kurd di diyarkirina çarenûsa herêmê de xwedî risteke girîng in û li her beşeke Kurdistanê jî xwedî destkeftiyên zêrînin. Ji bo ev destkeftiyên gelê Kurd ji dest bigirin îro hêzên navdewletî dibin navê komeke çeteyên DAIŞ’ê de êrîş dibe ser gelê me û komkujiyan pêk tîne. Li Rojava ev du sal in bênavber êrîş dibin ser destkeftiyên gelê me lê, ji ber xwe rêxistinkirine, xwedî sîstem û mekanîzmayeke parastin in nekarîne encameke dixwazin bi dest bixin. Li ciheke ku teng dibe hewl dide li ciheke din y hesas de darbe lê bide. Şengal ku sembola çanda Kurdan a herî kevnar e bû hedefa van komên terorîst û berdêleke mezin hate dayîn. Ev komkujî wê ti carî ji bîra Kurdan neçe û em ê girêdayî bîranîna şehîdên Şengalê bimînin. Bersiva me ya herî wê ji bo van komkujiyan avakirina jiyaneke azad a nû û parastina çanda kevnar a Kurd e. Me di rastiya Şengalê de dît ku eger gelek rêxistinkirî nebe û n xwedî hêza xweparastinê be wê ji êrîşan re vekirîbe. Ev bîlançoya giran û bi êş ya Şengalê encama xwe nerêxistinkirinê ye û ji bo Şengalên nû dubare nebin divê em weke gelê Kurd li her derê xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin.

Tevî ku em qaşo di demeke modern de dijîn dikin jî lê, hîna jî bi rêbazên şerên dema navîn gel têne qetilkirin, jin weke xenîmet têne desteserkirin, mirov bi awayekî hovane rastî muameleyên ev hêzên hov tên. Wek di dîrokê de bûye dîsa Kurd xwe spartine çiyayên xwe û xwe di hembêza çiyayan de diparêzin. Heya ku Kurd bi awayekî komple xwe rêxistin neke, xwe neke îrade û bi yek deng tevnegere wê her timî metirsiya qirbûnê mîna ewrên reş li ser serê wê bigere. Rêya nedubarebûna Şengalên nû di xwe rêxistinkirin û yekîtiya neteweyî ya Kurd re derbas dibe. Ancax em bi vî awayî bikarin gelê xwe ji qirkirinan biparêzin û êşên mezintir nejîn.

‘SAZKIRINA DAIŞ ÊRÎŞA LI HEMBER ÎSLAMÊ YE’

DAIŞ tenê komeke çete ya ji aliyê hêzên navdewletî yên dijminên gelan û bi taybet jî dijminên gelê Kurd ve têne destekirin. DAIŞ ne tenê zirarê dide gelê me yê Êzidî ji bo tevahî gelên herêmê metirsiye û dijmineke hevbeş e. Dibin navê DAIŞ’ê de dixwazin nefret û kîn li hember çand û baweriya Îslamiyetê ku baweriyeke aştiyê ye û oleke hûmanîst e pêş bixin. Sazkirina DAIŞ’ê bi xwe êrîşbirina ser Îslamiyetê ye û hedefkirina Îslamiyetê ye. Dixwazin gelên herêmê û baweriyên li herêmê berdin hev û nîfaqê bixin nava gelan de. Lê, em ji pêkanînên van komên çete jî dizanin ku ti pêwendiyeke van bi Îslamiyetê re tine ye û nûnertiya tevahî gelê me yê Ereb jî nakin. Ji ber ev ti exlaq û wijdan nas nakin. Bi qasî gelê me yên din gelê me yê Ereb jî di rêjeyeke mezin de dibin metirsiyê de ne û li gelek şûnan gelê me yê Ereb jî têne qirkirin. Dibe ku di nava Ereban de yên destekê didin DAIŞ’ê hene lê, ev nayê wê wateyê ku tevahî gelê me yê Ereb DAIŞ’î ne û ji lewma em bikevin nava helwesteke neteweperest de. Jixwe armanca DAIŞ’ê ya esasî nîfaqxistina navbera gelan de ye û hêrsa gel li hember Îslamiyetê dayîna çêkirine. DAIŞ bi ti awayî pêwendiya xwe ne bi gelê me yê Ereb re heye ne jî bi Îslamiyetê re heye. Ji ber em dizanin ji gelek neteweyên din jî û heta ciwanên Kurd jî ketine xefka DAIŞ’ê û îro li hember gelê xwe di nava êrîşeke bêrehm de ne. Di çanda gelan de hev qirkirin nîne, eger hev qirkirin çêbûbe jî ev ne çanda gelan e çanda hêzên desthilatdar yên dijminên gelan e.

‘DIVÊ YEKÎTIYEKE MÎNAK BÊ ÇÊKIRIN’

Îro ciwanên Kurd dibin navê Hêzên Parastina Kurdistanê de (HPG-YJA STAR, YPG-YPJ, PÊŞMERGE) hemû gelê Kurd û heta gelê herêmê diparêzin. Bi van êrişên DAIŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê re ji her demê zêdetir derfetên yekîtiya neteweyî çêbûne û şert û mercên wên pijiyane. Ev yekîtiya neteweyî ne tenê bi rêya hêzên parastinê di vê di her warek de pêk were. Bi taybet hêzên pêşeng ên civakê derdorên rewşenfikir, siyasetmedar, rojnamevanên Kurd û hwd. divê yekîtiyeke mînak di navbeyna xwe de çêbikin û pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Ev şert û mercên îro çêbûne eger rast werin nirxandin xwedî nirxeke mezinin. Ji lewma divê em van kêliyên dîrokî baz bizanin bixwînin û xwedî derketineke ji her demê zêdetir li vê pêvajoyê bidin çêkirin. Demên wer dîrokî divê em ji dest nedin û zûpzû bidest me nakevin. Ev wezîfeyeke hem însanî hem jî heta tû bêjî exlaqiye. Herkeseke çi ji destê wê tê divê di vê dema dîrokî de seferber bike û destê xwe bidin bin kevir de. Helwesta gelê me yê Şengalê ya berxwedêr û avakirina hêzên parastina Şengalê hêjayê pîrozkirinê ye û mînak e. Divê li her devereke Kurd lê dijîn û bi gelên din yên bi hev re dijîn re jî yekîtiyên xwe yên parastinê saz bikin û tevlî berxwedana Kurdistanê bibin.

DI HÊZÊN PARASTINÊ DE CIHGIRTIN HILWEŞANDINA ZÎHNIYETA CINSIYETPARÊZ E

Gelê me yê Rojhilat îro bi awayekî çalak dest bi kampanyayên komkirina alîkariyê ji bo gelê Şengalê kirine em vê hewldan û keda wan pîroz dikin û silav dikin. Lê, divê ev alîkarî veguhere helwesteke piralî û di her aliyek de tevlî vê berxwedanê bibin. Eger em îro DAIŞ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê de ne fetisînin û qira wan neyênin wê sibe berê xwe bidin beşên me yên din yên Kurdistanê jî. Ji lewma divê ev ne tenê weke alîkariya madî weke seferberiya berxwedanê û avakirina jiyaneke nû li Kurdistanê were destgirtin û her kes berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Jinên Şengalê îro di destê DAIŞ’ê de ne û ev ji bo jinên Kurd erkeke exlaqî ye ku di her warek de xwedî lê derkeve û biparêze. Ji lewma divê jinên ciwan jî bi awayeke çalak cihê xwe di nava refên parastina Kurdistanê de bigirin û berê xwe bidin YJA STAR, HPJ û YPJ’ê. Hêza jinê bi xwe heye ku hem xwe biparêze hem jî gelê xwe biparêze. Di nava hêzên parastinê de cih girtin tê wateya hilweşandina zîhniyeta cinsiyetparêz a hezarî salan. Divê her şûneke jin lê dijîn, hêzên xwe yên parastinê ava bikin û xwe bêparastin nehêlin. Xweparastin îro ji her kesî zêdêtir ji bo jinan pêwîst e. Bi dehan şehîdên me yên li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hene. Xwedî li bîranîna van şehîdan derketin erkeke exlaqî û esasî ya her ferdek Kurd e.”