1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komîteya Navendî: PKK bû hêviya rizgariya bindestan
Komîteya Navendî: PKK bû hêviya rizgariya bindestan,komîteya,navendî,pkk,bû,hêviya,rizgariya,bindestan

Komîteya Navendî: PKK bû hêviya rizgariya bindestan

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJ NEWS Komîteya Navendî ya PKK'ê, salvegera 36. a damezirandina PKK'ê pîroz kir. PKK’ê di daxuyaniyê de ragihand ku Şoreşa Kurdistanê şoreşeke Rojhilata Navîn e û hat gotin ku PKK ji bo gel, derdor û civakên bindest veguheriye hêviya rizgariyê.

Komîteya Navendî ya PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "PKK ku weke lêgerîn, hesret û qêrîna jiyana azad a gelê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêber Apo di 27'ê Mijdara 1978'an de ji aliyê komekê ve hat damezrandin, bi têkoşîna xwe ya bênavber a 36 salan re, rastî, ast û dîrokeke destanî ya têkoşînê derxistiye holê."

Di berdewama daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK'ê de wiha hat gotin: "Gelê Kurdistanê yê bi rêbaza PKK'ê re meşa şoreşgerî, coş û rûmeta ji nû ve vejînê jiya, di roja me ya îro de ji berxwedanên bindestan ên li hemberî sîstema kapîstalîst-emperyalîst û modernîteya wê têdikoş in, veguheriye çavkaniya îlhamê." PKK’ê wiha got: “Li dijî dewleta Tirk a faşîst û nokerên wan ên Kurd ku jiyan parçe parçe kirin û binpê kirin, dan xuyakirin ku wan Kurdayetî û Kurdistan xistine gorê û bi betonê ser girtine, asîmîlasyon, mêtîngerî û qirkirina herî hov meşandiye, gelê me xwe bi rêbaza PKK'ê birêxistin kir û ev yek yekane serketina ruh û têgihiştina têkoşîn û berxwedana Apoyî ye.”

Komîteya Navendî ya PKK'ê wiha got: “PKK ji destpêkê heta dawiyê berhema Rêber Apo ye. Di destnîşankirina rastiya civakî û dîrokî ya gelê me bi rêbaza PKK'ê de û di ji nû ve afirandina neteweya demokratîk de, rêbaza têkoşînê û jiyana bêhempa ya Rêber Apo diyarker e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK weke partiyeke şehîdan ava bûye, bûye xwedî nasname û bi pêş ve çûye û wiha hat gotin: "Partiya me ku weke berpirsyariya dilisoziya bi bîranîna rêhevalê me Hakî Karer şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst ku di 18'ê Gulana 1977'an de şehîd ket ava bû, di serî de Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Sakîne, Mahsûm, Bêrîtan, Zîlan, Adîl, Çîçek, Rustem, Reşîd, Arîn û Diyar bi ked, zanyarî û vîna hemû şehîdên me yên leheng, hemû zor û zehmetî ji holê rakiriye û gihiştiye asta mezin a azadî û pêşengiyê. Avabûn û têkoşîna PKK'ê ya bi vê rêbazê partiya me kiriye gel, gel kiriye partî. Ji ber vê yekê PKK a bi Rêber Apo, şehîdên me yên leheng û gelê Kurdistanê bûne parçeyekî ji hev nayê qut kirin û ev yekbûyîn jî bingeha serketin û hemû pêşketinan e."

Di berdewama daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK'ê de wiha tê gotin: "Partîbûyîna bi rêbaza PKK'ê, şerê bi artêşbûyîna bi rêbaza gerîla, têkoşîna ji bo bidestxistina nasnameya civakî û dîrokî ya weke neteweya demokratîk, gelê Kurdistanê di nava mirovahiya pêşverû de, gihandiye cihê heq dike. Xwegihandina rastiya gelekî ji bo rûmet û azadiya xwe şer dike, serketina herî mezin a PKK'ê û gelê Kurdistanê ye. Bi pêşengî û meşa şoreşgerî ya bi heybet a bi rêbaza hêjayî dîroka jinên Kurd re, bi milîtanî, biryardarî û ruhê fedaî yê ciwanên Kurd re, PKK weke partiyeke jin û ciwanan teşe girtiye, gelê Kurdistanê weke gelekî berxwedêr û têkoşer ji nû ve afirandiye û gihandiye qonaxa nayê têkbirin.” PKK’ê wiha got: “Ev rastî di roja îro de bêtir tê dîtin. Li dijî komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê yên li hemberî şoreşa me û gelê me, berxwedana gelê me ya li Kobanê, Şengalê, Mexmûr, Serêkanî û Rebîayê, di 6-8'ê Cotmehê de ruhê serhildanê yê li Bakur, Rojhilat, Başûr, Tirkiye û Ewropayê bilind bû. Di meşa me ya azadiyê de bûye pêngavek, di heman demê de di wijdanê mirovahiyê de rê li ber zindîbûnekê vekiriye û ji aliyê gerdûnî ve gotin û hêza çalakiyê ya civaka demokratîk derxistiye holê."

PKK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Şoreşa Kurdistanê êdî şoreşeke Rojhilata Navîn e. Avakirina sosyalîzma demokratîk û neteweya demokratîk a gelê me û şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk di zikhev de dimeşin. Mîna destpêka dîrokê, di roja îro de jî berxwedana hevpar a gelê me û gel û civakên herêmê ya li ser bingeha têkiliyên wekhev û azad, gihiştiye asteke girîng. Rola gelê Kurdistanê ya di mîrateya dîrokî ya civaka demokratîk a Rojhilata Navîn de ji nû ve derketiye holê, ji bo gel, civak û derdorên bindest veguheriye hêviya rizgariyê.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê bal kişand ser asta pêşengiya şoreşgerî û wiha got: “Partiya me PKK, bi coş û rûmeta vê asta pêşengiya şoreşgerî ku di nava têkoşîneke berfireh de bi dest xistiye û bi berpirsyariya vê yekê dikeve sala 37'an. Partiya me, ji bo pûçkirina komkujî û her şêwe êrîşên faşîst û lîstikên ji bo fetisandina şoreşa me, di pêşvebirina Şoreşa Kurdistanê de ji her demê bêtir amade, xwedî îdîa û bi biryar e. Berpirsyarî, doz û biryara me ya dîrokî ye ku em ê sîstema Îmraliyê parçe bikin, Rêber Apo li welatê azad bigihîne nava gelê me û Şoreşa Kurdistanê veguherînin Şoreşa Rojhilata Navîn."

Komîteya Navendî ya PKK’ê bang li aliyên demokratîk kir û di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “PKK'ê bang li tevahiya hêzên demokratîk, azadîparêz kir ku tevlî meşa azadiyê ya bi rûmet bibin, sosyalîzma demokratîk mezin bikin, bi jîndarkirina feraseta neteweya demokratîk re jiyana bi rûmet û azad a gelan, baweriyan, nasnameyên cuda û hemû derdorên civakî biafirînin. Em meşa şoreşgerî ya mezin a 36 salan a gelê me, ku bi awayekî destanî derbas bû, careke din pîroz dikin."