1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Komek girêdayî AAS'ê derbasî Kobanê bûn - DEQEYA DAWÎ
Komek girêdayî AAS'ê derbasî Kobanê bûn - DEQEYA DAWÎ,komek,girêdayî,aas,ê,derbasî,kobanê,bûn,deqeya,dawî

Komek girêdayî AAS'ê derbasî Kobanê bûn - DEQEYA DAWÎ

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) – Komek leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) bi 8 pîqaban ji Deriyê Sînor ê Muşşîtpinarê derbasî Kobanê bûn. Tê payîn ku îro jî pêşmerge derbasî Kobanê bibin.

Li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê liv û tevger zêde bû. Leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku ji şevê din vir ve li ber deriyê sînor dihatin rawestandin vê sibê bi 8 pîqaban derbasî Kobanê bûn. Tê payîn ku derbarê derbasbûna leşkerên AAS'ê de di seatên pêş de daxuyanî were dayîn.

Her wiha hêza pêşmergeyan a ku 85 kesan pêk tê li ber deriyê sînor tên rawestandin. 65 pêşmergeyên ku bi riya bejayî tên dê bigihêjin Pirsûsê. Tê payîn ku pêşmerge jî îro derbasî Kobanê bibin."

(wk)