1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Konferansa Rêveberiya Herêmî ya Colemêrê dest pê kir
Konferansa Rêveberiya Herêmî ya Colemêrê dest pê kir,konferansa,rêveberiya,herêmî,ya,colemêrê,dest,pê,kir

Konferansa Rêveberiya Herêmî ya Colemêrê dest pê kir

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) – Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya DBP’a Colemêrgê ku bi dirûşama “Em av, enerjî û axa xwe bikin komun, jiyana demokratîk û azad ava bikin” ku 2 roj berdawam bike dest pê kir.

Konferansa Rêvebiriyên Herêmî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Colemêrgê ku bi dirûşma “Em av, enerjî û axa xwe bikin komun, jiyana demokratîk û azad ava bikin” dest pê kir. Konferansa ku 2 rojan berdewam bike li eywana Dawetê ya Olîmpîyatê tê lidarxistin. Di eywanê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû hatin daliqandin. Ligel zêdetirî 100 delegeyan, hevşaredarên Colemêrgê û navçeyên wê, keyayên bajar û rêveberên HDP û DBP’ê yên Colemêrgê beşdarî konferansê bûn.

‘Dewletberpirsyariyênxwenaynecih’

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevşaradara Colemêrgê Dîlek Hatipoglu axaftina vekirinê kir. Hatipoglu diyar kir ku li Kurdistanê pêvajoya înşayê dest pê kiriye û ew jî ji bo ku ev pergal pêk were dest bi kar û xebatan kirine. Hatipoglu da zanîn ku ligel hemû zordestî, kuştin û tundiyan ew pergala xwe ava dikin. Hatipoglu destnîşan kir ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve pêvajoyek hat destpêkirin lê dewleta Tirkiyeyê li hemberî vê pêvajoyê berpisyariyên xwe pêk nayne. Hatipoglu di dawiya axaftina xwe de jî berxwedana Kobanê ku bi pêşengiya jinan tê birêvebirin, girtiyên siyasî yên ku li Îranê di greva birçîbûnê de ne silav kir. Piştî axaftina Hatipoglu konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. D ikonferansê de mijarên wek “Rêveberiyek Herêmî di vê çawa be”, “Xweseriya Demokratîk û Rêveberiyên Herêmî” û “Pergala Hevserokatiyê” dê werin nîqaşkirin.

(gka/wk)