1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kujerê Dr. Qasimlo çewa bû navbeynkarê kurdan?
Kujerê Dr. Qasimlo çewa bû navbeynkarê kurdan?,kujerê,dr,qasimlo,çewa,bû,navbeynkarê,kurdan

Kujerê Dr. Qasimlo çewa bû navbeynkarê kurdan?

Şêwirmendên fermandeyê hêza Quds a Îranê serdana Herêma Kurdistanê kirin

A+ A-

Doh, rojnamevan û nivîskarê hêja birêz Zekî Ozmen ev wêne û nirxandineka kin derbarê nûçeyeka Rûdawê de di rûpela xwe ya facebookê de weşand. Her wiha birêz Ozmen îroj di goşeya xwe ya malpera diyarname.com´ê de jî, derbarê mijarê de gotarek nivîsiye. Me jî pêdivî pê dît ku li gel vê nirxandinê û nûçeyê, ji bo hişyarî û baldariya raya giştî ya kurd, di amidakurd.net´ê de biweşînin, . Redaksiyona malpera amidakurd.net.

Nirxandina birêz Zekî Ozmen: Qatilê Dr. Qasimlo, Mihemed Ceifer Sehrarûdî doh û îro li Silêmaniyê bi nûnerên YNK, Rêberê Tevgera Goran Newșîrwan Mistefa, li Hewlêrî jî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kuristanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî. Kujerê Dr. Qasimlo, Sehrarûdî ji bo lihevkirina avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye Herêma Kurdistanê û navbeynkariya partiyên kurdan ji bo avakirina hikûmetê dike.

(Wêne: Mihemed Ceifer Sehrarûdî di dema reșkujiya Dr. Qasimlo de birîndar bûbû. Piștî șehîdbûna Dr. Qasimlo bi çend saetekî ev wêneyê wî ji hêla polîsên Awûstirya ve li nexweșxaneya Viyana hatibû girtin.)

Gotara derbarê mijarê de: http://diyarname.com/article.php?Idx=1080

Nûçeya Rûdawê:

Ji aliyê RÛDAW 16 demjimêr berê

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn şêwirmendên fermandeyê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî, di heyama du rojên borî de “bi veşartî” digel rayedarên YNK, PDK û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîne.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YNKê gihîştine Rûdawê, şêwirmendên Qasim Silêmanî yên bi navên Serdar Mescidî û Mihemed Ceifer Sehrarûdî, roja duşemê (14.04.2014) serdana bajarê Silêmaniyê irine û bi berpirsên YNKê re rûniştine.

Li gorî agahiyan, YNKê ji wan rayedarên îranî xwestiye di mesela pişka YNKê di hikûmetê de fişarê bixin ser Gorran û PDKê da ku li hember daxwaziyên YNKê bi taybet bo wergirtina Wezareta Pêşmerge razî bibin.

Hat zanîn, serdana wan her du şêwirmendên fermandeyê hêza Quds bo Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza YNKê bûye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Serdar Mescidî ji YNKê daxwaz kiriye ku piştî hilbijartinên Iraqê pişta Nûrî Malikî bigirin da ku bikaribe bo cara sêyemîn bibe serokwezîrê Iraqê, li hember vê yekê, YNKê 3 tişt ji wan xwestiye: PDKê razî bikin ku Wezareta Pêşmerge ku niha PDKê daye Gorranê, ji YNKê re be, ji Gorranê bixwazin ku li Silêmaniyê arîşeyan ji YNKê re çêneke her wiha di pêkanîna hikûmetê de lezê neke.

Berpirsekî YNKê ku haya wî ji serdana şanda îranî hebû, ji Rûdawê re got, Serdar Mescidî piştî ku bi YNKê re hevdîtin pêk anî, bi tenê bi organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa re hevdîtin pêk anî.

Li gorî wî berpirsê YNKê, Mescidî ji Newşîrwan Mistefa xwestiye, di pêkanîna hikûmetê de lezê nekin û bila bimîne piştî hilbijartinên Iraq û encumenên parêzgehên Kurdistanê.

Hat zanîn, Mihemed Ceifer Sehrarûdî û Serdar Mescidî, paşê serdana Hewlêrê kirine û bi serokwezîr û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û îro jî bi serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîne. - See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/150420149#sthash.mNgcSywY.dpuf