1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Êlihê pêşengeha 'Zarokên Îbrahîm'
Li Êlihê pêşengeha 'Zarokên Îbrahîm',li,êlihê,pêşengeha,zarokên,îbrahîm

Li Êlihê pêşengeha 'Zarokên Îbrahîm'

A+ A-

ÊLIH 22.04.2014 08:33:33 5. Festîvala Şano ya Êlihê bi pêşengeha wêneyan a 'Zarokên Îbrahîm' destpê kir.

5. Festîvala Şano ya Êlihê ya ji aliyê organîzasyona heft reng û şaredariya Êlihê ve hat lidarxistin, b, pêşengiya wêneyan a nûçegihanê ANF'ê Ferhat Arslan a bi navê 'Zarokên Îbrahîm' destpê kir.

Di merasîma vekirina pêşengehê ya li Salona Sînema ya Yilmaz Guney de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Nezîr Mercan, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Serdar Atalay, Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konûr, Rektorê Zanîngeha Êlihê Abdulselam Ûlûçam, endamên civatên Êzidî, Ermenî, Suryanî û Elewî amade bûn.

Wênevan Arslan der barê pêşengeha wêneyan a li ser çand û baweriyên Mezopotamyayê axaftineke kurt kir û got, "Ji bo min watedar e ku gelên bi hezaran salane li erdnîgariya Mezopotamyayê di nava wekheviyê de dijîn di pêşengeheke wêneyan de bînim cem hev. Bi taybetî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hemû çand û baweriyan û serdestkirina vê têgihiştinê li vê erdnîgariyê re, biratiya gelan xurtir bû. Îro li aliyekî civata Xiristiyan Cejna Paskalya pîroz dike, li aliyê din Êzidî cejna bereketê 'Çarşema Sor' pîroz dikin. Ev yek jî nîşaneya dewlemendiya bawerî, nasname û çandê ya erdnîgariya me ye."

Piştî axaftinên vekirinê, konserek hat dayîn.