1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hewlêrê li dijî xendekan nerazîbûneke tund
Li Hewlêrê li dijî xendekan nerazîbûneke tund,li,hewlêrê,li,dijî,xendekan,nerazîbûneke,tund

Li Hewlêrê li dijî xendekan nerazîbûneke tund

A+ A-

08:38 16.04.2014 1 / 14 WEHBÎ DEMÎR / ALÎ DAĞLÎ

HEWLÊR (DÎHA) - Li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê ji aliyê pênç rêxistinên ciwanan yên girêdayî partiyên cuda ve bi daxuyaniyek ya çapemeniyê kolandina xendekan li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve şermezar kirin. Ciwanan daxuyakirin ku, divê parlemento bi awayek awerte bicive û kolandina xendekan bisekinîne. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ciwanê daxuyaniya çapemeniyê xwendî yê binavê Mezin Kakeyî ji aliyê pêşmergên PDK’ê ve hat binçav kirin.

Îro ji aliyê rêxistinên ciwanan yên serbixwe û girêdayî partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo kolandina xendekan li ser sinorê Rojava ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) şermezar bikin, li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêxistinên ciwanan ya PÇDK’ê, Tevgera Goran, YNK’ê, Ciwanên Şoreşger û Komeleya Ciwanên Welatparêz tevlî daxuyaniya çalakiya şermezarkirina PDK’ê bûn.

Li ber avahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê pênç rêxistinên ciwanan daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê dan. Daxuyaniya kû di demjimêr 17:00’an de a bi amadebûna ciwanên her pênç rêxistinan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî hat dayîn de, helwesta PDK’ê a li dijî Rojava Kurdistanê hat şermezar kirin û têkildarî kolandina xendekan banga cîvîna awarte li Parlementoya Herêma Kurdistanê hat kirin. Daxuyani ji aliyê Endamê Rêveberiya Rêxistina Ciwana ya PÇDK’ê Mezin Kakayî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de qetilkirina welatiyê Rojavayî yê li ser sinorê Rojava ji aliyê PDK’ê û kolandina xendekan li ser sinorê Rojava û Herêma Kurdistanê bi awayek tund hat şermezar kirin. Herwisa di berdewama daxuyaniyê de hat gotin kû, heta kolandina xendekan a ji aliyê PDK’ê ve li ser sinorê Rojava neyê rawestandin ewê çalakiyên xwe şêwazên cuda bidomînin. Nûnerên rêxistinên ciwanan yên PÇDK’ê, , Tevgera Goran, YNK’ê û Ciwanên Şoreşger têkildarî çalakiyê ji ajansa DÎHA’yê re axivîn; Endamê Rêveberiya Ciwanên PÇDK’ê Mezin Kakeyî wiha got; “Wek tê zanîn dewleta Tirkiye li ser sinorê Rojava diwarê şermê avakiriye. Gelê Bakûrê Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên nerazîbûnê ji avakirina diwaran re dibin asten. Lê mixabin li ser sinorê Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve tê kolandin. PDK ji kontrolê derketiye. Lewra me wek pênc rêxistinên ciwana biryar girtiye em li hember van kiryarên PDK’ê yên li dijî şoreşa Rojava çalakiyên nerazîbûnê li dar bixîn û ev ji çalakiya me ya yekê ye. Em di vê çalakiya xwe de ji parlementoya Başûrê Kurdistanê dixwazîn kû bi awayek awarte bicive û PDK’ê kontrol bike.”

Berpisê Tevgera Ciwanan yê Tevgera Goran yê Zanîngeha Selehedînê Cîhad Soranî têkildarî armanca çalakiyê wiha axivî; “Me wek ciwanên Tevgera Goran biryar daye kû êdî li hember polîtîkaya bê hêz kirinê ya PDK’ê ya li dijî Rojava dest bi çalakiyan bikîn. Kolandina xendekan ne di berjewendiyên Kurdan de ye, berevajiyê wê di berjewendiyên dagirker û neyarên Kurdistanê de ye. Dema şoraşa Rojava destpêkir em pir keyfxweşbûn, me digot parçeyek din jî ya Kurdistanê rizgar bû û emê bikarin bi awayek serbilind biçin Rojava û gelê me yê Rojava jî bi heman awayî bê Başûrê Kurdistanê. Lê mixabîn PDK ev keyfxweşiye di qirika me de hela. Lewra em bi tundî şermezar dikin û bang li Kurdan dikîn bila li hember polîtikayên PDK’ê yên li dijî şoreşa Rojava bêdeng neminin.”

Berpirsê Şaxê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê yê YNK’ê yê Hewlêr Deştî Ebdirehman dijberiya xwe a li hember kolandina xendekan wiha anî ziman; “Em ji bo kolandina xendekan a ji aliyê PDK’ê şermezar bikiîn û li vê dere kombûne. Em wek ciwanên YNK’ê li gel rêxistinên yên ciwanan bi awayek hevpar vê çalakiyê li dardixîn. Em ji hukumetê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dixwazîn ji bo rawestandina kolandina xendekan û ji holê rakirina xendekan zextê li PDK’ê bike. Kolandina xendekan a li ser sinorê Rojava tê wateya dijminiya gelê Rojava. Em naxwazîn hêzên siyasî yên Kurd kiryarên ne di berjewendiyên netewa Kurd de bikin. Lê em dibînîn PDK bi awayek çav kor pêşiya biratiya gelê Kurd yê Rojava û Başûrê Kurdistanê digre. Em vê dijayetiya PDK’ê a li dijî Rojava şermezar dikîn û hêvî dikîn kû di demek ji ya din zûtir de kolandina xendekan bê rawestandin.”

Nûnerê rêxistina ciwanên Rojava (Ciwanên Şoreşger) yê Herema Kurdistanê Zana Efrîn jî wiha got; “Me wek Ciwanên Şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê duh bang li rêxistinên ciwanan yên Başûrê Kurdistanê kir kû bi hev re li dijî kolandina xendekan dest bi çalakiyên nerazîbûnê bikîn. Bi vê armancê pênç rêxistinên ciwanan li ber Parlementoya Başûrê Kurdistanê kombûne . Lewra em, PDK’ê hem ji ber kolandina xendekan li ser sinorê Rojava hem ji ji ber şehîtkirina welatiyekê Rojava li Sêmalka şermezar dikîn. Dîvê êdî gelê Kurd li hember van kiryarên hovane yên PDK’ê bêdeng nemine. Heta dawiyê emê tekoşîna xwe a ji bo gelê Rojava bidomînîn. Ferqa hêzên kû li dijî Rojava şer dikin û yên malovaniyê ji dijminên şoreşa Rojava re dikîn nîne.”x

Piştî kû daxuyaniya çapemeniyê bidawî bû, Endamê Rêveberiya Ciwanên PÇDK’ê Mezin Kakeyî kû daxuyanî ji aliyê wî ve hatibû xwendin, ji aliyê pêşmergên PDK’ê hat binçav kirin û heta niha jî di bin çavan de tê girtin.

(wd/mae)