1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobanê 16 çete hat kuştin
Li Kobanê 16 çete hat kuştin,li,kobanê,16,çete,hat,kuştin

Li Kobanê 16 çete hat kuştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî derbarê şer û pevçûnên li Kobanê eşkerekir. YPG’ê diyarkir ku berxwedana şervanên wan di roj 92’an de li hember çeteyên DAIŞ de berdewam dike. Di şer û pevçûnên dawî de 16 çete hatin kuştin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de got ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê ketiye roja 92'an. Çalakiyên hêzên wan yên li dijî komên çeteyan jî dewam dikin. Çeteyên ketine rewşa xwe parastinê dixwazin bi avêtina topên hawanê encaman bi dest bixin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me doh bi şev li eniya başûr-rojhilat li derdora navenda çand û hunerê li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Roja 15'ê Kanûnê danê sibê 25 kîlometre li başûrê Serêkaniyê li nêzî gundê Alya li dijî komên çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de yekîneyek çeteyan hedef hat girtin. Yekîneyên xwestin mudaxeleyê vê herêmê bikin derb xwarin. Di vê çalakiyê de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin û 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.”

Herwiha YPG’ê got ku çeteyên DAIŞ'ê roja 14'ê Kanûnê danê nîvroj 10 kîlometre li başûr-rojhilatê Cezaa hewldan êrîşî gundê Ramallah yê li ser sînorê Iraq-Sûrî bikin. Piştî destwerdana hêzên wan şerekî dem kurt qewimî û komên çete neçar man birevin. Li vê derê 3 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.

Herî dawî YPG’ê diyarkir ku di heman rojê de saet 19:00'an 9 kîlometre li bakur-rojavayê Cezaa li nêzî gundê Arcê di navbera hêzên wan û komên çeteyan de şer qewimî. Di vî şerî de 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û 3 çete jî birîndar bûn.


Bêjeyên Miftehî