1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobanê 4 noqte ji çeteyan hatin paqijkirin
Li Kobanê 4 noqte ji çeteyan hatin paqijkirin,li,kobanê,4,noqte,ji,çeteyan,hatin,paqijkirin

Li Kobanê 4 noqte ji çeteyan hatin paqijkirin

A+ A-

ANHA - KOBANÊ– Li Kobanê şevêdin çeteyan ji 4 aliyan ve êrîşî bajar kirin û şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnan de 4 noqte ji çeteyan hatin paqijkirin û bi dehan çete hatin kuştin. Di çalakiyek YPG’ê de jî 2 noqte çeteyan hate rûxandin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, çeteyên DAIŞ’ê şevêdin li aliyê rojhilatê bajar ji 3 aliyan ve êrîş kirin. Êrîşa yekemîn a çeteyan li aliyê Sûka Sewze pêk hat û li ser bersivdayîna YPG’ê şerên dijwar derketin. Di encama şerê li vir de gelek çete hatin kuştin û 2 noqte ji çeteyan hatin peqijkirin.

Nûçegihanan ragihandin ku êrîşa duyemîn a çeteyan jî li aliyê Şaredariya Bajar pêk hat. Di şerê li vir de jî gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 4 ji wan hîn li erdê ne.

Êrîşa sêyemîn li aliyê Kaniya Kurdan pêk hat. Di şerê li vir de jî êrîşa çeteyan hate şikandin û 2 noqte ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha çekek BKC, roketavêjek RPG, 2 kelaşnîkof, dûrbûnek şevê yek jî ya rojê, 2 bombeyên destan û gelek cebilxane hatine desteserkirin.

Çeteyan şevêdin her wiha li eniya rojhilat bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk anîbûn, lê herdu wesayît jî ji aliyê YPG’ê ve hatibûn îmhakirin.

Li başurê rojhilatê bajar çeteyan xwestin êrişî herêm Qada Azadî kirin. Li ser bersivdayîna YPG’ê pevçûn derketin û gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li başûrê bajar jî hêzên YPG’ê li dijî 2 noqteyên çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de herdu noqte hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Nûçegihanan ragihandin ku şer û pevçûn li aliyê rojhilat didomin. Her wiha çete hîn bi topên hawanan êrîşên xwe didomînin.

NEHÎR PALE

(aq)