1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li pey kuştinên li ser sînor çîrokên bi êş
Li pey kuştinên li ser sînor çîrokên bi êş,li,pey,kuştinên,li,ser,sînor,çîrokên,bi,êş

Li pey kuştinên li ser sînor çîrokên bi êş

A+ A-

10:10 23.04.2014 1 / 12 HULYA EMEÇ

WAN (DÎHA) - Welatiyên li gundên Avzerk û Axurkê yên li ser sînorê Îran û Tirkiye, di bin siya çekan de jiyana xwe didomînin. Welatiyên hemû debara wan li ser bazirganiya sînor e, heta niha gelek bedel dan. Gelek welatî li ser sînor hatin qetilkirin. Welatiya bi nave Leyla Kesici, hevserê xwe li ser sînor winda kir, ji ber tirsa guleyan êdî sewalên xwe di hewşê de xwedî dike. Welatiyê birîndar Halîs Akin jî her dem bi tirsa ku bê kuştin dijî.

Welatiyên li gundên ser sînorê Tirkiye û Îranê dijîn di bin siya çekên leşkeran de jiyana xwe berdewam dikin. Welatiyên ku dewletê tu razemenî nekiriye û nikarin debara xwe bikin, neçar dimînin ku bi bazirganiya sînor debara xwe bikin. Welatiyên ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin, gelek ji wan bûne qurbana guleyên leşkerê tirk û îraniyan. Piştî peymana 17'ê Adara 16397an a Qars-i Şirin sînor li navbera Îran Tirkiyeyê ket û gelek gundên kurdan bûn du perçe. Gelek malbat û xizmên hev bi sînoran bûn du par û ji hev qetiyan. Gundên Avzerk û Axurkê jî bi sînorê Îranê bûn du perçe. Piştî qereqol li ser sînor hatin avakirin ev gundên ku sînor ket navbera wan êdî di bin siya çekan de dijîn. Li gundê 70 malî Avzerk heta niha 7 welatî bi guleyên leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gundê 100 xanî Axurkê jî heta niha 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan kesên gund jî bi guleyên leşkeran birindar bûn. Dozên ku der barê van bûyeran de hatin vekrin jî tev bê encam bi dawî bûn. Li gorî daneyên ÎHD'ê yên salên 2003-2014'an di nava 10 salên dawî de li ser sînorê Wan û Îranê 120 welatî hatin qetilkirin. ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku li gel vê rastiyê tu lêpirsîn jî der barê bûyeran de nehat vekirin û welatî terkî qedera wan hatine kirin.

'Divê mirov ne wisa erzan bin'

Di 4'ê Nîsana 2009'ande welatiyê bi navê Şahabettin Karalioglu dema sînor derbas dikir, rastî êrîşa leşkeran hat û yiyana xwe ji dest da. Karalioglu, li pey xwe 4 zarok hiştin. Birayê Karalioglu pişti bûyerê biraziyên xwe û jinbira xwe xwedî dike û li wan dinere. bira Balabey Karalioglu, anî ziman ku 8 zarokên wî hene û ji ber ku rewşa wan a abori xerab e neçarin ku bazirganiya li ser sînor bike û wiha got: "Leşkerê Îranê birayê min kuşt. Niha ez neçarim li zarokên xwe û birayên xwe binerim. Li şûna dewleta tirk hesapê kuştinê bipirse bi biryara ku der barê birayê min de da disa em kuştin. Piştî ku birayê min hat kuştin me doz vekir, lê piştî keşîfê ser bûyerê girtin."

Di 26'ê Hezîrana 2010'an de bavê 3 zarokan Îslam Kesîcî, ji aliyê leşkerê tirk ve hat kuştin. Hevsera Îslam Kesîci Leyla Kesici, dema hevserê wê li ser sînor hat kuştin ducanî bû. Leyla Kesîcî, da zanîn ku hevsere wê ji bo debarê çû bazirganiya sînor û bêyî ku keça xwe ya biçûk bibîne hat kuştin. Leyla, da zanîn ku ji ber bavê xwe nedît navê keça xwe kir Qader û wiha axivî: "Dema hevserê min hat kuştin hevalên wî bi lezgîn agahî dan me. Min çawa bûyer bihîst ez ji ser hişê xwe çûm. Ez du meh ducanî bûm. Dema welatî çûn ser sînor vê care dîsa leşkeran ew dan ber guleyan û hevserê bin bi saetan di nava xwînê de ma. Zarokên min bê av hiştin."

Bavê Kesîcî Osman Kesici jî anî ziman ku ji ber rewşa wan nebaş bû kurê wî li ser sînor bazirganî dikir û leşkerên tirk kurê wî kuşt û wiha got: "10 ciwanên gund li ser sînor ji bo debarê hatin kuştin. Leşker welatiyan qetil dike. Leşkerên tirk kurê min kuşt. Ne cenazeyê kurê min rakirin û ne destûr dan ku welatî biçin cenaze rakin. Ger ku destûr bidana u me zû mudaxale bikiraya kurê min nedimir."

Kesîcî, da zanîn ku wan der barê leşkerên tirk de doz vekir, lê dozgeriya leşkerîe biryara bêşopandinê da û ser dozyayê girt.

Welatiyê ku ji sînga xwe ve birîndar bû Halis Akin jî anî ziman ku dema li nêzî sînor sewalên xwe diçêrand leşkerên tirk ew da ber guleyan û ji aliyê leşkerên tirk ve ji sînga xwe birîndar bû. Akin, da zanin ku hem ji canê xwe û hem jî ji malê xwe dibin.

(mae)