1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sêmalka welatiyekî Rojava bi guleya peşmergeyan mir
Li Sêmalka welatiyekî Rojava bi guleya peşmergeyan mir,li,sêmalka,welatiyekî,rojava,bi,guleya,peşmergeyan,mir

Li Sêmalka welatiyekî Rojava bi guleya peşmergeyan mir

A+ A-

SÊMALKA 15.04.2014 09:51:20 Rojavayîyekî ku di saetên şevê de xwest ji Deriyê Sînor yê Sêmalkê ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de derbas bibe, di encama gulereşandina pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistiye şeva duşem-sêşemê saet di navbera 00.00’an de welatiyekî Rojavayê Kurdistanê xwestiye ji deriyê Sînorê Sêmalkê derbas bibe û bûye hedefa guleyan.

Mevlît Nezî Hecî Yunis yê 32 salî ku ji aliyê Peşmergeyan ve hate gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku Yunis qeydê nifûsa gundê Zîhîrî ya herêma Berav a Dêrikê ye û zewiciye. Yunisê ku ji pişta xwe ve gule xwar û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Duhokê.

Piştî bûyerê di saetên sibê de welatî li Deriyê Sînor yê Sêmalkê civiyan. Hat gotin ku gel li bende cenazeyê ye û bi hêrse.

PDK’ê di 9’ê Nîsanê de ala herêmî ya li sînorê deriyê Sêmalkê rakiribû û li şûna wê ala partiya xwe çiqandkibû û pir rakiribû. Rojavayiyan bertek nîşanê vê dan û xebatkarên deriyê Sêmalkê xebata xwe dabûn rawestandin. Deriyê Sêmalkê ji Gulana 2013’an het aniha girtiye. Dem bi dem destur ji bo hinek derbasbûna tê dayîn lê bi awayekî fermî tiştek nehatiye gotin.

Ev bûyer di demeke ku rêveberiya Hewlêrê li sînorê Rojava xendekan çêdike hat jiyîn. Ji serê meha Nîsanê heta niha PDK’ê li sînorê gundê Sihêla ya Dêrikê xendekan dikole. Di 9’ê Nîsanê de bi sedan ciwan xendek protesto kirin û di encama gulebarandina peşmergeyan de ciwanekî 18 salî birîndar bû. di 10’ê Nîsanê de jî bi hezaran ksî bûyer protesto kir û xwestin sînor rabin. Her wiha li Tirkiyeyê jî li sînorê Rojava xendek tê kolan.

Hinek rayedarên herêm Federal a Kurdistanê diyar kirin ku xendek ne biryara PDK’ê ya hikûmetê ye û hinekan jî gotin agahiya wan ji vê biryarê nîne. Hikûmeta Iraqê jî gotin ku der barê kolandinê de biryarek tune.

Beriya ev agahiya mirinê bê di 14’ê Nîsanê de serokê herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî PYD bi sûcdariya ku bi rejîmê re hevkarî kiriye û bi zora çekan dest daniye ser Rojavayê Kurdistanê sûcdar kiribû.