1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Rêveber a Cizîrê: Bila hikûmeta Başûr lêborînê bixwaze
Meclîsa Rêveber a Cizîrê: Bila hikûmeta Başûr lêborînê bixwaze,meclîsa,rêveber,a,cizîrê,bila,hikûmeta,başûr,lêborînê,bixwaze

Meclîsa Rêveber a Cizîrê: Bila hikûmeta Başûr lêborînê bixwaze

A+ A-

THURSDAY, 10 APRIL 2014 09:45 AMÛDÊ - Meclîsa Rêveber a Cizîrê, destnîşan kir ku kolana xendekên li ser sînorê Rojava û Başûr, perçeyek ji êrîşên li ser Rojava ne û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest ku ji gelê Rojava lêborînê bixwaze.

Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê têkildarî kolandina xendekan û êrîşa pêşmergeyan a li hemberî welatiyên ku xwestin li ser sînor nerazîbûnê nîşan bidin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di demeke ku li ser herêmên Rojava bi armaca şikandina îradeya gel, êrîşên çeteyên ên piştgiriyê ji derve digirin pêk tên de, rayedarên PDK’ê bi kiryarên xwe dibin perçeyek van êrîşan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu ferqek van kiryaran ji avakirina “dîwarê şermê” yê Tirkiyê nîn e û ev domandina polîtîkaya dorpêçkirina Rojava ye.

Tevî hemû bangên fermî û yên gel ku kolandina xendekan bê rawestandin jî, ev pêkanîn zêdetir hate domandin, lewre gelê Rojava li dijî derket û wiha hate domandin: “Gel nerazîbûna xwe nîşan da û hêzên ku dixwazin hişmendiya Sykes-Picot nû bikin şermezar kirin. Lê pêşmergeyan li pêşiya çavên cîhanê gule li gel reşandin û yek birîndar kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de kolandina xendekan û êrîşa li hemberî gel hate şermezarkirin û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate xwestin ku ji gelê Rojava lêborînê bixwaze, her wiha helwesta aşkera bike.

(jh/aq)