1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Penaberên li Xaneqînê ji ber baranê di rewşekî xirab de dijîn
Penaberên li Xaneqînê ji ber baranê di rewşekî xirab de dijîn,penaberên,li,xaneqînê,ji,ber,baranê,di,rewşekî,xirab,de,dijîn

Penaberên li Xaneqînê ji ber baranê di rewşekî xirab de dijîn

A+ A-

ARÊZ GERMİYANÎ XANEQÎN/ROJ NEWS

Penaberên li kampên bajarokê Xaneqîn ê başûrê Kurdistanê, ji ber barîna barana ku ev çend roje dibare, zererek mezin dîtin. Berpirsên kampê jî radigihînin ku wan texmîn nedikir baranek bi vî awayî bibare û lewra penaberan zerer û ziyanek mezin dîtine.

Berpirsê kampa penaberên li bajarokê Xaneqîn Aydin Hesen derbarê rewşa penaberan de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Ji ber pêla baranê ya Herêma Kurdistanê girtî nava xwe, penaberan zerer û ziyanekî zêde dîtine. Herçendî me texmîn nedikir ku baranek bi vî awayî bibare, me niha dest bi tedbîran kiriye û ji bo penaber zererê nebînin.”

Aydin Hesen wiha got: “Niha rêxistina UNHCR, 100 çadir ji bo penaberan veqetandiye. Ev çadir dikarin penaberan ji serma, befir û baranê biparêzin. Herwiha wezareta koç û koçberan a hikûmeta navendî ya Iraqê 2 hezar xaniyên prefabrîk ji bo penaberan veqetandine. Ev xanî wê van rojan bigihin destê me û em di nava hewldanan de ne, ji bo hêjmarekî zêdetir a çadiran ji bo penaberan werin veqetandin.”

Rêveberê kampa penaberên li bajarokê Xaneqînê derbarê hêjmara kamp û penaberên li Xaneqînê de jî agahdarî da û wiha got: “Li sînorê qezaya Xaneqînê 11 hezar û 400 xêzanên penaberbûyî hene. 4 kamp hene, 3 hear û 500 xêzan di nava wan kampan de dijîn.”

Rêveberê kampa penaberên li bajarokê Xaneqîn Aydin Hesen di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Nêzî 7 hezar û 900 xêzanên din ên penaber di nava cihên cûda yên Xaneqînê de hatine bi cih kirin.”