1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pereyê qurbanan ji Rojava re dişînin
Pereyê qurbanan ji Rojava re dişînin,pereyê,qurbanan,ji,rojava,re,dişînin

Pereyê qurbanan ji Rojava re dişînin

A+ A-

WAN (DÎHA) - Gelek welatiyên Erdîşê diyar kirin ku ew ê di Cejna Qurbanê dê qurbanan serjênekin û pereyên qurbanan ji bo alîkariya Rojava û Şengalê teslîmî komîsyona ku alîkariyê berhev dike kirin. Welatiyan anîn ziman ku bexwedêrên ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin rûmeta gelê kurd in û banga xwedîderketna li Kobanê li her kesî kirin.

Li Parka Zîlanê ya navçeya Erdîşa Wanê bi pêşengiya DBP û HDP'ê konê alîkariyê ya ji bo Rojava û Şengalê hat vedan û gelek welatî alikariyên xwe teslîmî berpisyaran dikin. Gelek welatiyên Erdîşê pereyên qurbanan ji bo alîkariya Rojava û Şengalê teslîmî berpirsyaran kirin. Welatiyan diyar kirin ku bexwedêrên ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin rûmeta gelê kurd in û banga xwedîderketna li Kobanê li her kesî kirin.

'Gelê me li wir bêçare ne'

Welatiyê bi navê Adem Karaca diyar kir ku ew çûye ser sînor û bi çavên xwe rewşa gel dîtiye û got ku gelê Erdîşê erdhejeke mezin jiya û ji ber vê yekê rewşa gelê Kobanê yên koçberbûna baş fêm dikin û wiha axivî: "Gelê me yên li wir bêçare ne. Ez çûm wir û min bi çavên xwe mexdûriyeta wan dît. Tiştên ku me li erdheja vir jiya niha ew jî li wir dijîn û ew ji vê bêhtir dijîn. Ji ber vê yekê min destê xwe danî ser wijdanê xwe û biryar da ku ez li cem wan bim."

'Çawa dewlet li cem DAIŞ'ê ye divê em jî li cem gelê gelê xwe bin'

Welatiyê bi navê Yahya Polat da zanîn ku dewlet û hikûmet bi awayekî vekirî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Polat anî ziman ku wî pereyên qurbanê ya îsal bir konê alîkariyê û teslîmî berpirsyarên wir kir û wiha got: "Îro di serî de Tirkiye gelek dewlet li hemberî kurdan bûne yek û çeteyên DAIŞ'ê xwedî dikin. Divê em jî li hemberî wan yekitiya xwe ava bikin. Divê em bi alîkariyê piştgiriyê bidin gelê me yê Rojavaç Ev yek deynê stuyê me ye. Deynê stuyê hemû kurdan e. Ez bang li her kesî dkim ku destekê bidin Rojava."

'Dibe ku ev şer sibe were vir'

Dalih Ergîn jî diyar kir ku li hemberî me çeteyên ku êrîşî destkeftiyên kurdan dikin hene û wiha pêde çû: "Îro êrîşî Rojava dikin dê sibe êrîşî vir bikin. Divê em vê yekê baş zanibin ku bêtehemuliya çeteyan a li hemberî kurdan heye. Niha Roj roja biratî û yekîtiyê ye. Divê em bi hemû derfetên xwe li cem gelê Rojava cihê xwe bigirin."

'DAIŞ neyariya Erdogan a li hemberî kurdan e'

Selahattîn Bîlîcî bilêv kir ku ew wekî malbatî biryar gritine ku pereyên qurbanên xwe ji bo Kobanê bişînin û wiha berdewam kir: "Divê êdî em vê rastiyê baş zanibin. Erdogan û hevjîna xwe wextê dibêijn Israîl û Soma derkevin pêşberî, kamerayan û hêsirên tîmsehê dibarînin. Lê belê wextê mijar dibe Rojava wê demê bi xwe re nabînin ku biaxivin jî. Li ser vê yekê çek, cebilxame û destekê didin çeteyan. Erdogan neyarê gelê kurd e. Vê yekê jî bi DAIŞ'ê daye der. DAIŞ neyariya Erdogan a li hemberî kırdan e."

'Erdhejzede li cem gelê Kobanê ne'

Serokê DBP'a Erdîşê Ahmet Akmaz ku di nava komîsyona alîkariyê de cih digire anî ziman ku her roj drama mirovahiyê li Kobanê tê jiyîn û wiha axivî: "Ger ku tiştên li Kobanê diqewimin li Erdîşê biqewimiya, gelê wir dê ji bo me sefer bibana. Mînaka vê yekê di dema erdhejê de me dît. Ligel ku xîzanin jî bûkên Kobanê ceyîza xwe ji bo alîkariya me ji me re şandin. Ew bi dilê xwe re bi me re bûn."

(wk)