1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Prof. Dr. Însel: Divê demildest piştgiriya lojîstîkê ya Tirkiye dide DAIŞ'ê bê birîn
Prof. Dr. Însel: Divê demildest piştgiriya lojîstîkê ya Tirkiye dide DAIŞ'ê bê birîn,prof,dr,însel,divê,demildest,piştgiriya,lojîstîkê,ya,tirkiye,dide,daiş,ê,bê,birîn

Prof. Dr. Însel: Divê demildest piştgiriya lojîstîkê ya Tirkiye dide DAIŞ'ê bê birîn

A+ A-

KADRÎ OZKAN

STENBOL (DÎHA) - Prof. Dr. Ahmet Însel, diyar kir ku divê êdî hikûmet fêm bike ku pirsgirêka kurd tenê bi sînorên Tirkiyeyê bi sînor nîn e. Însel, anî ziman ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tişta lezgîn "Herêma Tampon" na piştgiriya lojîstik a ji Tirkiyeyê tê dayîn bi lezgînî bê birîn e.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 18'an de berdewam dike û nîqaşên Tirkiye piştgiriya lojîstikê dide çeteyan jî berdewam dikin. Her çiqas piştî kesên DAIŞ'ê li Musilê dîl girtin serbest hatin berdan Serokomar Erdogan helwesta xwe ya li hemberî DAIŞ'ê di gotinan de guherîbe jî helwesta hikûmetê ya li hemberî Rojava nehatiye guherîn. Welatiyên ji bo piştgiriyê bide gelê Kobanê diçin ser sînor rastî êrîşa polîs û leşkeran tê. Ligel nîqaşên "Herêma Tampon" û "qada ewlehî" tezkereyên hatin amadekirin di rojeva Meclîsê de ye. Daxuyaniya Serokomar Erdogan a, "Pêdivî bi planeke PYD'ê jî di nav xwe de bihewîne heye" tê wateye di bin navê "mudaxeleya li dijî DAIŞ'ê" mudaxeleyê li herêmê bikin e. Nivîskar Prof. Dr. Ahmet Însel polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî DAIŞ û Rojava û daxuyaniyên hikmetê yên li hemberî pêvajoya çareseriyê nirxandin. Însel, da zanîn ku operasyoneke bejayî dê dem dirêjî encamên nebaş bi xwe re bîne û ya herî girîng û lezgîn piştgiriya lojîstikê ya ji Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re tê kirin bê birîn e.

'Polîtîkayên dilgirtinê ji bûyerên dilgirtinê yên nû re rê vedike'

Însel daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên piştî çû DYA'yê yên li hemberî DAIŞ'ê yên hatin guherîn jî nirxand û wiha got: "Ya wi bi xwe jî îtîraf kirî heye ew jî di demên pêş de dê bibe çavkaniya pirsgirêkên din. Ji ber ku di destê çeteyan de dîl hebûn û ji ber wê yekê jî gotin ew di nava koalîsyonê de cih nagirin. Piştî dîl serbest hatin berdan gotin ev pirsgirêk ji holê rabûye. Ev nirxandineke gelek talukeye. Ev yek tê wateya 'pêş de hinek kesên din dîlê bêngirtin dê Tirkiye heman tiştî bike?' Pirsgirêkeke wisa heye." Însel, bilêv kir ku divê helwesteke wisa nebe û wiha axivî: "Gotineke wisa tê wateya çalakiyên dîl girtinê teşvîk kirinê. Tê wateya çekeke siyasî ya nû." Însel, destnîşan kir ku DYA û welatên din ên NY'ê berpirsiyarên Erdogan bi bîrxistin lê disa jî ji Tirkiyeyê daxuyaniyên mirov rihet bikin tunene.

'Divê bi lezgînî piştgiriya lojîstikê bê birîn'

Însel, têkildarî nîqaşên "herêma tampon" û "herêmên ewlehî" jî diyar kir ku ew li dijî mudaxeleyeke bejayî ya li hemberî Rojava ye û ji ber ku ev yekê di bi xwe de demdirêjî encamên nebaş derbixe holê û wiha axatina xwe berdewam kir: "Ez mudaxeleya Tirkiyeyê ya leşkerî a li hemberî DAIŞ'ê şaş dibînim. Mudaxeleyên leşkerî yên li hemberî welatên cîran di dem dirêjî encamên nebaş bi xwe re tînin. Yek leşker ji wir dernakeve. Ya duyemîn bikevê hiqûqa dijminahiyê pêk tê." Însel, anî ziman ku nokteya herî girîng a ku lezgîn li hemberî DAIŞ'ê pêk bê piştgiriya lojîstikê ya ji Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re tê dayîn bê birîn e û wiha axaftina xwe domand: "Li gorî min tişta herî lezgîn û girîng a ji Tirkiyeyê bê xwestin, Tirkiye derbasbûna rêxistinên wisa asteng bike û dest ji parastina wan berbide. Tirkiye ji baregehên lojîstikên rêxistinên wisa derxistin e."

'Polîtîkaya dewletê berdewam dike û diçe'

Însel, da zanîn ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava dê "pêvajoya çareseriyê" jî bi bandor bike û wiha axivî: "Polîtîkaya dewletê berdewam dike û diçe. Ew bi xwe jî nizanin çi dixwazin." Însel, daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ên li hemberî rêveberên KCK'ê yên, "Heke hêzeke te hebe her li hemberî DAIŞ'ê bike, çima tu gefan li Tirkiyeyê dixwî? Li Qendîlê dirazê û li hemberî Kobanê wêjeyê dikî" û gotinên Serokomar Erdogan ên, "Ey cîhan, dema rêxistina terorê DAIŞ'ê derket holê tu radibî ser piyan lê dema rêxistina terorê PKK li holê re çima ranabî ser piyan?" bi bîrxistin û wiha got: "Dem dem ji derdorên demokrat re jî dibêjin, 'pêvajoya çareseriyê asteng dikin' Ez bêjim ji bo pêvajoya çareseriyê asteng bikin tu gotin ji van gotinan baştir nîn in."

'Ocalan berê got'

Însel, da zanîn ku divê êdî hikûmet fêm bike ku pirsgirêka kurd tenê bi sînorên Tirkiyeyê bi sînor nîn e û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalêan ev rewş berê anîbû ziman û wiha axivî: "Hem berê Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzerên xwe re, hem hin çavdêran, bi destpêka îsyana ereban dê heman rewş li Suriye û Suriyeyê jî pêk bê. Çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê 'Çawa Iraq ji geşedanên Bakurê wê cuda neyê dest girtin' li Suriyeyê jî heman rewş derbasdar e." Însel, bilêv kir ku piştî Tirkiye ev yek fêm kir dê rastiya gihiştiye wê jî fêm bike.

'Li holê komediyek heye'

Însel polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Rojava jî rexne kirin û balkişand ser êrîşên li sînor ên li hemberî gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li aliyekî mirov hewil didin derbas bibin asteng dikin, li aliyê din mirov derbas dibin. Pişt re dibêjin rêgezên sînor binpêkirin û kesên dixwazin derbas bibin ber bi deriyê sînor ve beralî dikin. Li holê komediyeke heye. Ez di baweriya tu polîtîkayên hikûmetê tunene de me."

(bd)