1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamevan Kiziler rewşa li çiyayê Şengalê vegot
Rojnamevan Kiziler rewşa li çiyayê Şengalê vegot,rojnamevan,kiziler,rewşa,li,çiyayê,şengalê,vegot

Rojnamevan Kiziler rewşa li çiyayê Şengalê vegot

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 20.08.2014 07:00:40 Rojnamevan Xeyrî Kiziler ku ev 10 meh in li Şengalê ye û ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê û vir ve yekane rojnamevanê ji cihê bûyerê, rewşê ji cîhanê re radigihîne, ji nûçegihanê rojnameya Azadiya Abdurrahman Gok re şahidiya xwe vegot.

Kiziler hêrs û nerazîbûna Şengaliyan a li hemberî reva pêşmergeyan, meşa sed hezaran a rizgariyê ya ber bi Çiyayê Şengalê, tedbîrên parastinê yên YPG'ê, hêviya gel û veguhastina sed hezaran kesî di bin ewlekariya HPG û YPG'ê de ji korîdora ewle, kêlî bi kêlî anî ziman.

Piştî hevpeyvînê rojnamevan Xeyrî Kiziler careke din berê xwe û kameraya xwe dide çiyayê Şengalê û dikeve ser rê.

Dinya alem tiştên li Şengalê qewimîn ji te hîn bû. Tu bi xwe jî ev 10 meh in li Şengalê bû. Dikarî hinekî behsa Şengalê bike?

Dema Şengal tê gotin gelê Êzidî tê bîra mirovan. Ya rastî jî ev e. Lê tenê nêviyê navenda Şengalê Êzidî ye. Nêviyê din Erebên Şîa û Sunnî, Tirkmenên Şîa û Kurdên Sunnî ne. Di dema Saddam Huseyîn de ev pêkhateyên din li Şengalê hatine bi cih kirin. Ango wek her devereke Kurdistanê li vir jî bi demografiya Şengalê leyistine di bin navê kemera ereb de. Dîsa gundên Şengalê tev Êzidî ne. Tenê li Tilbenad ji bilî Kurdên Êzidî, Kurdên Şîa jî hene. Ev jî bi Êzidiyan re kirîv in. Heya salên 1975’an Êzidî tenê li navenda Şengalê û li gundên di çiya û quntera Çiyayê Şengalê de dijiyan. Lê pişt re Saddam li çolê ji çiyê dûr gundên wek Tilezer, Siba Şêx Xidir, Koço, Dugurê û yên din ava kiriye û Êzidî li van deran bi cih kiriye. Bi taybetî goristan û cihên pîroz ên Êzidîtiyê li çiyê ne. Li çolê tenê li navenda bajarê Şengalê cihên pîroz hene. Ev yek jî nîşaneya ku gundên çolê vê dawiyê hatine ava kirin.

Dema Mûsil kete destên DAIŞ hûn li Şengalê bûn. Wê demê hûn çi fikirîn lewre Şengal jî di nav sînorê Mûsilê de ye?

Destpêkê min jî wek her Şengaliyekî dixwest wateyekê bidim vê yekê. Min dixwest fêm bikim bê ka çi di be çi nabe. Di der barê Rojhilata Navîn de xwedî agahî bûm û min ev erdnîgarî baş nas dikir. Piştî Mûsil ket gumanên min jî çêbûn û min hezrê ku dê ev êrîş ber bi Şengalê ve berdewam bike dikir. Min dixwest wek rojnamevanekî van tim binivîsim lê min rojane ev yek taloq dikir. Di rojnamevaniyê de heqîqet tişta herî bingehîn e. Ez ji rojnamevanên bi rûmet wisa hîn bûbûm. Erê Mûsil ketibû bêyî ku pevçûnek di navbera leşkerên hikûmeta Iraq û DAIŞ de derkeve Mûsil ji DAIŞ re berda bûn. Leşkerên Iraqê bi paş ve kişiyabûn û bajarê Musilê ku di dîroka mirovahiyê de bi wê çanda xwe ya hezaran salan dihate nasîn û ketibû xewn û xeyalên her mirovekî, radestî çeteyên DAIŞ’ê kiribûn. Ew yên ku rehmetê li Mogolan didin xwendin.

DAIŞ piştî Mûsilê êdî êrîşî Tirkmenan jî kir nesekinî...

Belê, piştî Mûsil bajarê Telafer ku gelemperiya wê Tirkên Şîa ye hate dagirkirin. Tirkmenên ku ji zilma DAIŞ reviyan xwe avêtin bextê Şengaliyan. Gelê Êzidî deriyên xwe ji Tirkmenan re vekir, ew li malên xwe kirin mêvan û çi yê wan hebe bi Tirkmenan re par ve kirin. Gelek Tirkmenên ku ez bi wan re diaxivîm digotin ku ji bilî Êzidiyan ti kes ji wan re nebûye alîkar... Lê piştî çendekî ez nizanim bê çi hevpeyman hatin çêkirin; di nava mehekê de tirkmenên şiî di xeta Duhok û Hewlêr de bi balafiran birin Necef, Kerbela û Bexdadê. Ez bawerim di ber re negihîştin ku tevan tehliye bikin, lewre hindik be jî hin tirkmenên Şîa li Şengalê mabûn.

YPG'Ê PLANA DORPÊÇKIRINA ÇIYAYÊ ŞENGALÊ LI DU NUQTEYAN VALA DERXIST

Pişt re çi bû? Îşaretên ku DAIŞ êdî dê êrîşî Şengalê bike hebûn. Hûn dikarin beriya dagikririnê bi mehekê rewş çawa bû vebêjin?

Çeteyên DAIŞ pêşî navçeya Bilêc ya Erebên Sunnî ku dikeve başûrrojhilatê Şengalê desteser kirin. Çend roj şûn de li başûrê Şengalê dîsa navçeyeke din a Erebên sunnî Beac hate desteser kirin. Tixûbê Şengalê yê bi Suriyeyê re ji xwe berê di destên DAIŞ de bû. Bi vî awayî başûrê Şengalê bi tevahî ketibû destên çeteyan. Li rojhilatê Şengalê Telafer heye û ew jî ketibû destên çeteyan. Çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşan navçeya Zumar jî demeke kurt be jî xistibûn destên xwe û bi alîkariya YPG û pêşmergeyên Yekîtî (YNK) beşek ji Zumar hatibû rizgar kirin. Rebîa jî ku bi Til Koçer (Rojava) re sînor e cihekî stratejîk e. Rojhilatê Rebîa di destên YPG’ê de bû, rojavayê wê jî di destên DAIŞ de. DAIŞ berî êrîşî Şengalê bike dixwest derdora Çiyayê Şengalê jî dorpêç bike. Ango haziriyê wê tev bi vî awayî bûn. Lê hêzên YPG’ê pêşî Rebîa, piştre jî Cezaa xistin destên xwe û ev plana dorpêçkirina Çiyayê Şengalê di du noqteyan de vala derxistin.

Ligel ku ev qas tişt diqewimîn û diyar bû dê çete êrîşî Şengalê bikin, rewş li bajêr çawa bû. Li wir haziriyên bersivdayina çeteyan qet tinebû?

PÊŞMERGEYAN NE DIHIŞTIN GEL BERSIVÊ BIDE ÊRÎŞA ÇETEYAN

Li Şengal du rêveberî hene. Li vir hem polîs û leşkerên hikûmeta Iraq hene, hem jî pêşmergeyên PDK’ê. Dema ku Tirkmenên Şîa reviyan Şengalê, çeteyan li 4 nuqteyan 7 caran bajêr tacîz kirin. Şengaliyan li hemberî vê yekê amadekariyên xwe dikirin. Hemû gundan li derdora gundên xwe kozik vedan û bi şev û roj ji bo parastina gundên xwe nobed digirtin. Her ku çeteyan bi hawanan êrîşên tacîzê dikirin, hêzên pêşmergeyên PDK’ê ji Şengal derdiketin diçûn gundê rastî êrîşa tacîzê hatiye, li vir wan jî bi hawanek du hawanan bersiv dida û pişt re hem pêşmerge hem jî DAIŞ radiwestiya û pêşmerge vedigeriya Şengalê. Her tim bi vî awayî bû. Ez jî difikirîm min digot gelo bi zanebûn her du alî vê yekê dikin. Lewre windahiyên her du aliyan jî çênedibûn. Ji ber ku piştî her êrîşa DAIŞ heman tişt diqewimî di serê hemwelatiyan de jî heman fikar çêdibû.

Naxwe li hemberî vê yekê Şengaliyan çi dikir?

Gel dixwest bersiv bide van êrîşan; lê ji gel re digotin, “bersiv nedin.” Li her gundekî kêmek be jî pêşmergeyên PDK’ê hebûn, lê li ser pirsa gel a, “çima hûn mudaxeleyî çeteyan nakin” digotin talîmat heye. Yanî ji gel re tenê digotin “sebir bikin. Ger pêdivî hebe em ê êrîşî wan bikin.” Bi van gotinan li ber dilê gel didan û ew radiwesitandin. Yanî gel dixwest li hemberî DAIŞ şer bike lê dihatin asteng kirin.

Fermandariya pêşmergeyan destûr nedida bersiva gel. Ji gel re digotin ger bersiv bidin çeteyan DAIŞ dê bi çekên giran û hawanan êrîşî gundan bike û bi vî awayî gel ditirsandin. Gel ji pêşmergeyan çekên giran dixwest lê çek jî nedidan wan. Mînak dema leşkerên artêşa hukumeta Iraqê Şengal terk kirin çekên xwe yên giran li pey xwe hiştin. Gel jî ev yek xistin destên xwe. Lê pêşmergeyan ev çek yek bi yek ji destên gel derxistin.

ŞEVA 2'Ê TEBAXÊ: DESTPÊKIRINA ÊRÎŞAN

Em carek din vegerin ser şeva êrîşê. Di 2’ê tebaxê de êrîşan destpê kir. Tu dikarî henek behsa wê şevê bike?

Ez nêzî saet 01.00’ê razabûm. Hêj 2 saet neçûbûn saat li 03.00’an dengên êrîşa hawanan hat. Piştre hin çavkaniyên min ên Girzerik bi telefonê xwe gihandin min. Çeteyên DAIŞ bi hawan û çekên giran êrîş biribûne ser gundê Girzerik. Pevçûnên mezin li wir derketibûn. Saet li 03.30 deqe ye, vê carê pevçûnan li gundê Siba Şêx Xidir destpê kir. Gel li hemberî çeteyan dest bi şer kiribû. Ji ber ku dengên çekan û pevçûnan heya Şengalê gel ditirsiya. Her kes bi awayekî li riyên ku ji Şengalê derkeve digeriya. Tevlîheviyeke mezin hebû kes nizanibû dê bi kuderê ve bireve û çi bike. Pişt re çeteyên DAIŞ’ê gundên Rambosî, Tilqesab, Koço û Tilbenad dane ber topan. Serê sibê saet li 06.00’an min bihîst ku gelek birîndar anîne Nexweşxaneya Şengalê. Ez ber bi nexweşxaneyê ve derketim rê lê êdî min dît ku rewş ne birîndariya çend kesan e.

PÊŞMERGE BÊYÎ BIKIN 'VAYE EM DIÇIN' BI LEZ Û BEZ REVIYAN

Ligel ku pevçûnan destpê kir, di nava bajêr de gel li rêyê rizgariyê digeriya jî rêveberên bajêryên wek pêşmergeyên PDK’ê û artêşa Iraq çi dikir. Gel bi tena serê xwe bersiv dida çeteyan?

Bi rastî min jî tiştek fêm nedikir û ji bo ku ez baş rewşê fêm bikim di nava liv û tevgerê de bûm. Dema ez derketim sûkê min dît ku pêşmerge çenteyên wan li milên wan wesayitên wan li pey hev di bin çavdêriya çekên giran de Şengal diterikandin. Hema ji gel re negotin “va ye em diçin” jî. Gelê êzîdî ku li hemberî çeteyan şer dimeşand jî dema ev yek dît û bihîst bê bawer bû. Kete nava tirs û xofê û yên wesayitên wan hebûn zarok û zêçên xwe girtin cem xwe û bajêr terikandin. Yên wekî me wesayitên wan tunebûn jî berê xwe dane Çiyayê Şengalê Saet li 09.45 deqeyî ez jî ji ber min wesayit nedît bi gel re ber bi çiyê ve meşiyam. Gotina ewil ya gel ew bû ku digotin “me firotin.” Saet li 10.00’an ligel ku hêj bajêr tam vala nebûbû DAIŞ bi dilê xwe kete Şengalê. Saet li 11.00’yan teqîneke mezin qewimî. Çeteyan bi teqemeniyan cihê pîroz yê Şîa Sitî Zeyneb ruxandin. Bi hezaran bi deh hezaran şengalî berê xwe dabûne Çiyayê Şengalê.

RÊYA RIZGARIYÊ: ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

Gelo fikrê çiyê çawa li gel peyda bû. Lewre gumana ku DAIŞ berê ev der girtibe tine bû?

Tu kesî ev yek nedifikirî, ez herim vir an herim wir. Herkes ketibû heyra bê dê çawa ji Şengalê derkeve. Piştî derketin jî yên wesayitên wan hebûn jî yên tinebun jî tevan berê xwe dane çiyê. Hem rojhilat hem jî rojavayê çiyê girtîbû. Ji xwe berî ku êrîş destpê bikin jî kesî ev rê bi kar nedianî. Kesên ku bixwestana biçe bakurê Şengalê rêyên di çiyê re derbas dibûn bi kar dianî. Yanî mirov zanibûn rêyên di çiyê de ewletir in. Di rêya çiyê de îzdihameke mezin çêbû. Li gorî gundan navenda Şengalê nêzîktirî çiya ye. Lê dîsa jî ji bo kesên bi lez di mesafeya 8 saetan de rê heye. Ez bi xwe 12 saetan meşiyam heya gihîştim çiyê. Hem tîbûn, germahî ligel vê yekê jî beşdarbûna televizyon û weşanan min ji hêz dixist û ez nikaribûm bi lez bimeşim. Ligel ku rêya me rêya ku herî zû mirov xwe digihand ser avê jî dîsa ji tîna tev û qirima kû di nava çend saetan de bû birîn. Mînak piştî em gihîştin çiyê heya çend rojên destpêkê em nikaribûn tiştekî bixwun. Îcar rewşa zarokan hêj xirabtir bû. Digiriyan kazekaza wan bû, kesên kal nikaribûn bimeşin. Ciwanan li pêşiya me bazdidan xwe digihênandin avê û bi metereyan av ji yên kal û zarok re dikişandin. Di rê de gelek kes ji tîna mirin. Di rêya ku em dimeşiyan de jî kesên miribûn hebûn lê min nedît. Piştî em gihîştin çiyê dayikan digot, “zarokên me ji tîna baecîn û me ew xistin binê kevir û beran.” Rondik ji çavên wan nedibariyan dema ev yek digotin; lewre hêj çend zarokên wan di bin xetereya mirin û kuştinê bûn. Nêzî 120 extiyar ji ber nikaribûn bimeşin li cihekî ewle hatin bi cih kirin û ciwanan pêdiviyên wan pêk dianîn.

Yên ku wesayitên wan hebûne dîsa hinek bi siûd bûne îcar yên wesayitên wan tinebûn bi zarok û zêçên xwe di çi rewşê de bûn?

Ez dixwazim vê jî bi bîr bixim. Piştî Mûsil kete destên DAIŞ, li Herêma Federal a Kurdistanê û li gelek deveran benzîn nedihate dîtin. Benzîna heyî jî pir buha bû. Ji ber vê yekê bi hezaran malbatên ku wesayitên wan hebûn jî, ji ber benzîna bixin depoya wê tunebû wesayitên xwe li ber deriyên xwe rawesitandibûn. Ji ber vê jî bi meş reviyan.

Tenê piştî êrîşan reva ber bi çiyê ve destpê kir an kesên berê bajêr terk kiribûn hebûn?

Gelek kes bi şevê derketibû rê. Mînak berî êrîş çêbibe saet li derdora 01.00’ê pêşmerge dest bi terk kirina bajêr dikin. Niştecihên ku vê yekê dibînin texmîn dikin bê dê çibibe û hema ew jî bi wesayitên xwe didin pey wan. Di pişt Çiyayê Şengalê re berê xwe didine Duhokê. Lê piştî demekê DAIŞ ev rê jî li derdora Rebîa girt. Pêşmerge û hin kes derbas bûn lê yên mayî ji neçarî careke din vegeriyan û berê xwe dane çiyê. Ji çar aliyê çiyê ve bi deh hezaran, bi sedhezaran ciwan, jin, mêr, zarok, extiyar berê xwe dabû çiyê û wek lehiyê diherikî.

Ji bilî hemwelatiyên Êzidî yên ku reviyên çiyê kes hebû?

Gelheya Şengalê ligel gundan derdora 450 hezar kesî ye. Ez texmîn dikim nêzî 250 hezar kesî berî êrîş çêbibin cihê xwe terikandibû. 200 hezar mirov xwe avêtibû bextê çiyê. Ligel 200 hezar Êzidiyên bê parastin hindik be jî Tirkmen, Kurd û Erebên Şîa jî hebûn.

7 ŞERVANÊN YPG'Ê NEHIŞTIN ÇETE XWE BIGIHÎNIN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

Ligel ku ev însan nizanibûn li çiyê çi li pêşiya wan e jî çima berê xwe dane wir. Hêzeke ku çiya diparast hebû qey?

Mirov dikare di du rêyan de xwe bihîjîne çiyê. Ger çeteyên DAIŞ di rêyekê ji van de derketibûna çiyê xelasiya yek Şengaliyî dê tunebûna. Li gel ku çiya hatibû dorpêç kirin jî av tinebû jî Çiyayê Şengalê ji 200 hezar kesî re bûbû parastgeh. Lê heya kengî dê ev wisa berdewam bikira. Çiyayekî ku parastina wê nehatiye girtin. Lewre pêşmergeyan pêdiviya ku çiya bigirin jî nedîtibûn. Lê tişta herî baş û piçek hêvî da, em vê paşiyê pê hesiyan ku komeke biçûk a YPG’ê di çiyê deye. Lewre beriya êrîşan piştî daxuyaniya KCK’ê ya “ger pêwistî hebe em amade ne Şengalê biparêzin” ji ber gumana êrîşan zêdebû komeke ji 7 kesan pêk tê ya YPG’ê hatibû Çiyayê Şengalê û li vir çiya nas kiribû. Van 7 şervanan her du riyên ku derdikevin Şengal girtibûn. Çeteyên DAIŞ di her du riyan de jî xwestin bi wesayitan û çekên giran derkevin çiyê lê van her 7 şervanan rê nedan.

Li Çiyayê Şengalê!

Belê. Bi sedhezaran mirov derketibûn çiyê û hê jî hatina ber bi çiyê ve berdewam dikir. Lê DAIŞ ji aliyê bajêr ve rê girtibû û nedihîşt kes bireve. Bi carekê re dengên çekan hat. Deng ji jora çiyê dihat. Tirs û xof li nava herkesî belav bû. Me digot DAIŞ di çiyê de ye û dest bi qirkirinê kir. Lê demek çû em pê hesiyan ku 7 YPG’yiyên riya çiyê girtine bersiva êrîşa DAIŞ’ê didin. Hem riya li milê bajêr û riya ji milê din ve tê di destên YPG’ê debu. Bifikirin DAIŞ bi 6 wesayitên çekên giran ber bi çiyê ve tê, nêzî lutkeya çiyê buye. Ger bikeve çiyê 200 hezar însan di çiyê de ye. Em jî zaf tirsiyan ji ber vê yekê dema dengê çekan hat, me got qey xwe gihandine çiyê û dest bi qirkirinê kirine. Lê demek pişt re em pê hesiyan ku YPG ye û darbeyek li DAIŞ’ê dane. Di wê pevçûnê de wesayiteke DAIŞ hate ruxandin, 2 çete hatin kuştin û 4 çekên wan hatin desteser kirin. Ji xwe riya aliyê din ji bo wesayitan jî ne pir baş bû ji ber vê çete vekişiyan. Di çiyê û quntera çiyê de hin gund hebûn. Kersê yek ji van gundan bû. Kepçeyên van gundan jî hebûn. YPG’ê derhal bi van kepçeyan riyên derdikevin çiyê girtin û kozik çê kirin. Bi vî awayî rê li ber çeteyan hate girtin.

Piştî tu derketî çiyê jî beşdarî televizyonan bûyî. Pirsgirêka şebekeyê tunebû gelo?

Piştî derketim çiyê ez ketim nava lêgerîna bê demek berî demekê çawa dîmenên wê trajediyê ji navendê re rê bikim. Lewre ez bi riya telefonê beşdar dibim lê gotin têr nedikir. Ji bo înternetê ez ketim nava lêgerînekê û li çiyê li noqteyeke ku înternet bikişîne geriyam. Piştî demekê min nuqteyeke sînyalê dît. Bi vî awayî ancax rojek piştî koçberiyê êvarê min dîmen gihîştandin navendê. Pişt re ez di nava gel de geriyam. Bêhêvîtiyeke mezin hebû. Kesek nikaribû ji cihê xwe rabe. Bêdengiyek mezin hebû. Ji xwe li çiyê av, xwarin û tiştekî din tunebû. Lê ji bilî vê bi roj hewa pir germ bû bi şev jî pir sar. Û deriyekî xilasiyê xuya nake.

BI ORGANÎZEYA TEV-DA'YÊ PIRSGIRÊKA AVÊ HAT ÇARESERKIRIN

Pêdiviya herî girîng av bû. Ev pêdivî çawa bi cih anîn. Lewre bi deh hezaran zarok bi beacandinê re rû bi rû man?

Gundê Kersê li aliyekî çiyê ye yê Çilmêra jî li aliyekî. Hemwelatî di navbera van her du nuqteyan de di çiyê de bûn. Bi tankêran ji van nuqteyan av hate kişandin. Tanker nikaribûn xwe bigihîjînin hin cihan. Bi taybetî jî yên ku hêj di rê de bûn û hildikişiyan çiya. Ji ber vê yekê jî ciwanên ku ji gundên çiyê bûn bi metereyan av li pişta xwe dikirin û xwe digihiştandin hemwelatiyên ji tîna gazekê zimanê wan derketiye. Tevgera Êzîdiyên Demokratîk (TEV-DA) di demeke kin de ev yek organîze kiribûn û kesên li ser xwe xistibûn nava tevgerê. Ji xwe YPG’ê jî ewlehiya çiyê girtibû. Lewre piştî wesayita DAIŞ hate ruxwandin êdî êrîş nebirin ser çiyê. Darbeya yekemîn xwaribûn.

'HÊZA JI 7 ŞERVANÊN YPG'Ê DI DEMEKE KURT DE BÛ 2 HEZAR KE'

Ev yek bandoreke çawa li ser Êzidiyên ku canê xwe xilas kiribûn kir?

Gel xwe gihandibû çiyê, YPG’ê jî rêyên derdikevin çiyê xistibû bin ewlehiyê. Ev yek hinek be jî bêhna gel berdabû. Ji ber ku ez rojnamevan bûm bi çavên her tiştî dizanim li min dinihêrtin. Piştî daxuyaniya KCK’ê tim pirsa “ka gelo kes di hewara me hat an na?” dikirin. Pişt re hêzeke mezin ya YPG’ê di rê de kete gelek pevçûna û heya xwe gihande çiyê. Rojek piştre piştî daxuyaniya Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan taburek ji gerîlayên HPG’ê pêk dihat jî piştî pevçûnan gihîşte çiyê. Êdî ewlehiya çiyê bi hêz bûbû. Di 5’ê Tebaxê de ji şengaliyan Yekîneyên Berxwedana Şengalê hate ava kirin. Serokên eşîrên Êzidiyan bi YPG’ê hevdîtin pêk anîn û li ser “ka em ê çi bikin” nîqaş meşandin. Gel êdî nedixwest xaka xwe terk bike. Gelê êzîdî gelekî berxwedêr e. Dibe çekên wan yên giran tinebûn lê bi çekên ferdî jî dikaribûn şer bikin. Derhal di çiyê de kozik vedan û di roja 5’an de êdî ewlehiya Çiyayê Şengalê bi gelemperî hat girtin. Ew hêza ji 7 şervanên YPG’ê pêk dihat di demeke kin de bûbû 2 hezar kes. Gel dema ev yek dît êdî bawerî jî zêdebu. Bi hatina YPG û HPG’ê hêviyeke mezin li Çiyayê Şengalê belav bûbû.

BÊHÊVÎTIYA 4 ROJÊN DESTPÊKÊ VEGUHERÎ HÊVIYÊ

Ji aliyê din ve hin televizyonan nûçeyên wek bi helîkopteran alîkarî tê belav kirin ragihandin. Hûn dikarin hinek behsa vê yekê bikin?

Ez bawerim di roja çaran de bi helîkopterê alîkarî hat. Lê li cihekî ku 200 hezar însan hebe alîkariya bi helîkopterê dê zikê kî têr bike. Ligel vê yekê jî gelê Êzidî kêfxweş bû. Lewre dengên wan hatibû bihîstin. Hissîyata ku gel bi êşa wan hesiya ye li wan peyda bûbû. Lê ev yek jî hebû mînak 2 hemwelatiyên ku ji bo rizgar bibin xwe bi helîkoptera alîkariyê ve daleqandin li ber çavên me ji ezmanan ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan. Dîsa pakêtên alîkariyê ku bi helîkopterê hatin avêtin bi ser 2 hemwelatiyan de ketin û jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê din ve ligel ku hêj ewlehiya rê baş nehatibû girtin jî YPG’ê 5-6 kamyon alîkariya ji xwê, arvan û şekir gihiştand çiyê. Ji televizyona Ronahî hevalê me Botan Gulan jî bi van kamyonan re hate çiyê. Alîkariyên bi helîkopterê hatin zêdetir av, derman û şîr bu. Ligel van tiştan YPG’ê hin nexweşên giran û rewşa wan nebaş jî di wê riya hêj ewlehiya wê baş nehatiye girtin de derbasî Rojava kir. Ev hewldan tev hêviyeke mezin gel re çêkir. Yanî ew bêhêvîbûna 4 rojên pêşî cihê xwe ber bi hêviyê ve berda bû.

DI NAVA 2 ROJAN DE JI SEDÎ 80 ŞENGALIYÊN LI ÇIYÊ HATIN TEHLIYEKIRIN

Çawa?

Mînak hin hemwelatî di bin traktora ku pê reviya bûn de mabûn. 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 22 kes jî birîndar bûbû. Rewşa nêviyê van giran bû. Ev ber bi Rojava ve hatin tehliye kirin. Dîsa hin tirkmenên nexweş hebûn hatin tehliye kirin. Ev yek dibû sedema hêviyê. Piştî van geşedanan hin kesan digot em vir terk nakin. Lê evqas însan dê çawa li vî çiyayê bê av û rût bimana. Bi rastî dema me bi peywirdarên YPG’ê re gotubêj dikir digotin ku ew dikarin dest bi tehliyekirina hemwelatiyan bikin lê rîska wê heye. Heya korîdora tehliyeyê nexin bin ewlehiyê nedixwestin mirovan ji çiyê daxînin. Di roja 8’an de êdî korîdora ji Şengalê heya Rojava hat vekirin û li ser vê korîdorê li gelek nuqteyan YPG bi cih bû. Bi vî awayî tehliyekirina hemwelatiyan jî dest pê kir. Bi sedan wesayit, kamyon dihatin û hemwelatiyên bi ser wan riya ketibûn rizgar dikirin. Kesên nexweş bûna wesayit ji bo wan heya quntera çiyê dihat. Ji sedî 80’ê hemwelatiyên di çiyê de di nava du rojan de hatin tehliye kirin. Di roja 9’an de ez jî ji bo şahidiya vê meşê bikim bi hemwelatiyan re ketim rê. Demekê hemwelatî dimeşiyan û pişt re bi kamyonên dihatin pêşiya wan derbasî Rojava dibûn. Ji xwe tu jî ji quntera çiyê bi wan re meşiyayî te dît ew rewş.

ŞENGALÎ: PÊŞMERGE EM FIROTIN, PPK (PKK) Ê EM XILAS KIR

Rast e ez jî çend saetan bi wan re meşiyam. Lê bê îstisna her kes ji bo PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rojava kêfxweşiya xwe dianî ziman. Gelo li çiyê jî heman kêfxweşî û bawerî hebû?

Di temamê hevpeyvînên me de gotina destpêkê “pêşmergeyan em firotin. Bi hezaran keçên me revanden, kuştin, dîl girtin. Malbatên me xistin mizgeftan û ji wan xwestin bibin musilman. Yên qebûl nekirin hatin kuştin” bû. Nikaribûn bibêjin PKK jî digotin “PPK (PKK) me xilas kir. Em ji PKK’ê û rêberê wê Apo razî ne. Ewan me rizgar kir.”

Lê hin televizyonên Başûr di wêşanên xwe de digotin, “pêşmerge şer dike, Amerîka li DAIŞ dide, gel rizgar dikin” û hwd...

Derfetên me ku em televizyon, rojname û ajansa bişopînin tine bû; lê dem dem hin kesên ku xizmên wan li bajara bûn ev agahî radigihandin û dixwestin rastiya vê yekê hîn bibin. Ev nûçe û weşanên derew, gelê Êzidî pir diêşand. Me ne pêşmerge dît ne jî tiştekî din. Belê li derdora Çiyayê Şengalê balafir û heron pir digeriyan, heya serê sibê bê navber diçûn û dihatin lê mudaxele nekirin. Carek du caran li Sinûnê, carekê jî li Şengalê dengê teqînê hat. Ji balafiran bombe hatin avêtin lê ev jî bê bandor bûn. Di şert û mercên wiha de guhê mirov dibin wek radaran. Ya roja 5’an bu ya jî roja 6’an bû komek pêşmerge bi helîkopterê hate çiya. Gel êrîşî wan kir û PKK pêşmerge ji destên gel derxist. Pişt re di korîdora ku YPG’ê vekiribû de nêzî 70 pêşmergeyî hatin Çiyayê Şengalê. Gel careke din bertek nîşan da û PKK kete navberê. Herî dawî bi heyeta Amerîkî re komek pêşmergeyên din bi helîkopterê hatin çiyê û gel ji bo protestokirina wan meş li dar xist. Lewre van însanan digot ku pêşmergeyan li wan îxanet kiriye ew firotine. Berteka wan ji bo vê yekê bû.

JI BILÎ ANF Û RONAHÎ TV TI ROJNAMEVAN LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ TINEBÛN

Ez tiştekî meraq dikim. Gelo berî êrîşê li Şengal qet rojnamevan tinebûn ku piştî êrîşê vê trajediyê ragihînin. Çi bû ji van rojnamevanan?

Li Şengalê gelek televizyon dixebitîn. Gali Kurdistan, Kurdsat û Rudaw jî di nav de. Lê li Çiyayê Şengalê 8 rojan ez geriyam min yek ji van nedît. Tenê roja 4’an ji Ronahî TV hevalê Botan Gulan hat û ji bilî ANF û Ronahî TV tu kes li Çiyayê Şengal tinebu. Lê her helîkoptereke ku dihate çiya kesek di wê helîkopterê de bi îpadê dîmen dikişand. Wek peywirdarê helîkopterê bû. Ew dîmenên di Rûdawê de derketin dîmenên bi wî awayî hatibûn kişandin. Îcar gelo kirî ye an xebatkarên xwe xistine şeklekî din û bi helîkopterê şandine ez wê nizanim. Di nava gel de yek rojnamevan tine bû.

Te şahidiya her kêliya şengaliyan kir. Tu jî heman trajedî jiyayî. Herî dawî tu bi wan re meşiyayî û çûyî Kampa Newroz jî. Tu dikarî hinek behsa kampê jî bikî?

Roja 9’an ez gihîştim kampê. Hemwelatî hindik be jî bi ser xwe ve hatibûn. Gelê Rojava hembêza xwe ji wan re vekiribû. Pêdiviyên wan yên rojane pêk dihatin, paqijiya xwe kiribûn, hindik be jî kon hebûn, kinc hatibûn belav kirin, şîrê zarokan û xwarina germ dihat dayin. Ava vexwarinê û doşekên li ser razên jî hatibû belav kirin.

DAYIKAN ZAROKÊN XWE ŞANDIN ENIYA ŞER

Li kampê bala me jî kişand ciwan tinebûn ne wusa?

Ciwan tev ji bo parastina Şengalê seferber bûne. Min bi dayikan re xeber dida digotin me zarokên xwe yên destên wan çek digire paş ve şandin. Hin dayikan digot “me berî niha zarokên xwe şandin.” Êzîdiyan dest ji Şengalê bernedan. Ciwan ji bo şer bikin paş ve çûn. Digotin, “Ev der warê bav û kalê me ye. Warên pîroz in. Ger PKK ku ji her 4 parçeyan gelek baweriya di nava xwe de dihewîne hatibe me rizgar kiribe, naxwe êdî ev ji bo me namûs e. Em dest ji vê bernadin” û paş ve diçûn.

REWŞA NIHA YA ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

Niha rewş li Çiyayê Şengalê çawa ye?

Hê jî di quntera çiyê de mirov hene. Lê êdî tenê ne DAIŞ taluke ye, bi roj hewaya germ, bi şev serma, av, xwarin jî talukeyê bi xwe re tîne. Hin mirov bi şev ji serma jiyana xwe ji dest dan. Hê jî li hin deveran hemwelatiyên ku xwe negihiştandine Çiyayê Şengalê hene. Bi qenderê 10 hezar kes niha li çiyê naxwaze wir terk bike. Kamp hate ava kirin kon vedan û li wir dimînin.

EZ BÛME YEK JI ŞENGALIYAN, LEWMA VEDIGERIM ŞENGALÊ

Ligel ku nexweşiya te jî heye û te jî di vê fermanê de êş kişand çima careke din tu vedigerî Çiyayê Şengalê?

Ev 10 meh e ez di nava wan de me. Destpêkê bêhêvîtiyek bi min re jî çêbû. Min digot gelo 200 hezar însan dê çawa rizgar bibe. (Gelheya Şengalê bi tevahî 450 hezar e. Ez texmîn dikim nêzî 250 hezar kes berê fermanê koç kiribû) Gelo 7 hezar pêşmergeyên li derdora Şengalê herî kêm nikaribûn tiştê 7 şervanên YPG’ê dikir bike. Lê nekirin. Mirov nikare vê yekê bi “biryar hatibû dayin neçar bûn vekişin” şîrove bike. Ma qey hema yekî bi rûmet di nava van de tune bû. 200 hezar însan zarok û zêç çawa mirov bi destên DAIŞ de berdide û direve. Welhasil, her roj mirin çêdibû û min dem dem ew tesel3i dikirin. Min digot li ber xwe bidin YPG’ê PKK’ê sozek dabe dê bi cih bîne. Bi vî awayî min ew şad dikir. Min ji wan re digot li ber xwe bidin îcar ez rabim ji wir veqetim wê ev ne exlaqî be. Min şahidî ji rêwîtiya wan re jî kir, hin cîhazên teknîk lazim bûn min ew jî bi cih anîn û ez vedigerim. 10 meh e ez bi wan re me. Min ji ÇIRA TV re jî bername çê dikirin. Ez bi wan re bûme yek ji ber vê yekê vedigerim. Niha dema Şengalî li telefona min digerin ji bo ez nebêjim li Rojava me bersiv nadim. Em rojnamevaniya serdestiyê nakin. Hevalên me dibêjin tu nexweşî neçe em li cihê te hevalek din bişînin lê ez vê qebûl nakim. Rast e nexweşiyên min hene lê ferqa min ji wî gelî tine ye. Ez naxwazim wan bi tenê bihêlim.

'EV BÛYERA HARPAGOS Ê DUYEMÎN E'

Di dema tu beşdarî televizyonê dibûyî me ferq dikir ku tu pir hestiyar dibû. Pir zor bû vegotina wan êş û azara ne wusa?

Dema behsa zarokan, kal û extiyaran dikirin min xwe nedigirt. Ez hestiyar dibûm digiriyam. Piştî bi xwe ve dihatim min berdewam dikir. Gelek caran dema min dîmen dikişand ez digiriyam dayik digiriyan. Hin caran ew disekinîn min aş dikirin. Herî zêde roja destpêkê dema ez beşdarî televizyona IMC bûm ez pir êşiyam û min xwe negirt. Min di wir de jî got. Ev buyera Harpagos (Fermandarekî MED’an ku îxanet li qewmê xwe kir û derbasî aliyê Persan bû) a duyemîn e. Mejiyê min wiha talîmat da zimanê min. Tu çawa terka van însana dikî. Biryareke te hebe jî tu dikarî bibêji “vir terk bikin em ê jî derkevin.” Lê bêyî ji kesî re bibêjin 450 hezar însan bi qirkirinê re rû bi rû dihêlin û direvin. Gelo îzahata vê yekê heye. Hin weşan jî dibêjin pêşmerge li ber xwe dide û filan bêvan. Di dema şerê herî qirêj li Tirkiyeyê li hemberî tevgera azadiyê dihat meşandin jî me weşaneke weke Rudaw pîs û qirêj nedît. Gelo di dinyayê de ragihandineke ewqas bê exlaq heye ez meraq dikim. Xebatkarên bingehîn yê vê televizyonê kesên ku ji doza azadiya kurd û Kurdistanê re îxanet kirine ne. Dê gel hesabê vê yekê ji van bipirse. (Piştî vê hevpeyvînê hevalê me yê Rojnamvan Xeyrî Kiziler careke din berê xwe da Çiyayê Şengalê.)