1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Romana nû ya Dilawer Zeraq derket!
Romana nû ya Dilawer Zeraq derket!,romana,nû,ya,dilawer,zeraq,derket

Romana nû ya Dilawer Zeraq derket!

Dilawer Zeraq, bi romana Nexşên Li Giyan, sêyemîn xeleka Sêyîneya Winda temam dike.

A+ A-

Dilawer Zeraq, bi romana Nexşên Li Giyan, sêyemîn xeleka Sêyîneya Winda temam dike.

Zeraq, di romana yekem a sêyîneyê de (Şevên Winda Wêneyên Meçhûl), em bi êşa ku di can û dilê hevserên windayan de çêbûye, di romana duyem a sêyîneyê de (Mirina Bêsî), em bi êşa ku di can û dilê hezkiriyên windayan de çêbûye, dabûn hisandin. Di romana Nexşên Li Giyan de jî, me bi êş û jana ku di dil û can û giyanê dayikên windayan de çêbûye, dide hisandin. Û bi tevî van jî, bi biwêdekirina heyîniya ku bes bi fizîkî û laşî tê qebûlkirin, bala me dibe ser giyanên ku “hebûniyeke dîtir ava kirine” û nexşên xwe li ser xakê çêkirine. Û em piştî xwendina vê romanê, careke dî têgihên sedem û awayên “hebûn” û “tunebûn” û “windabûnê” didin ber pirsyaran…

Em jî mîna malpera Amîda Kurd, romana nû ya nivîskarê kurd, dostê heja û yek ji nivîskarên malpera me Dilawer Zeraq pîroz dikin.

Nirxandina Omer Dilsoz a Nexşên Li Giyan: http://www.yuksekovahaber.com/yazi/para-psikoloji-di-nexsen-li-giyan-de-3850.htm