1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Senatorê Fransî: Em PKK'ê ji 'lîsteya terorê' bidin derxistin
Senatorê Fransî: Em PKK'ê ji 'lîsteya terorê' bidin derxistin,senatorê,fransî,em,pkk,ê,ji,lîsteya,terorê,bidin,derxistin

Senatorê Fransî: Em PKK'ê ji 'lîsteya terorê' bidin derxistin

A+ A-

PARÎS/ANF Siyasetmedarê Fransî Aymeri de Mostesquio, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Divê em xwe ji tewşikiyê rizgar bikin" de diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê derkeve û got, "Bi rêya NATO, yan jî OSCE yan jî NY divê em PKK'ê ji vê lîsteyê bidin derxistin."

Bi êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê re, nîqaşên li ser derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' li Ewropayê bi berfirehî dewam dikin. Li Elmanyayê kampanya siyasetmedar û rewşenbîran a ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' dewam dike. Li Fransayê jî siyasetmedar Aymeri de Montesquio di nivîsa xwe ya bi sernavê "Divê em xwe ji tewşikiyê rizgar bikin" de destnîşan kir, ku pêwîste PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin.

Şaredarê bajarê Marsan û Senatorê Yekîtiya Demokratên Serbixwe Aymeri de Montesquio, di nivîsa xwe ya ji bo malpera Atlantico.fr de diyar kir, ku hebûna navê PKK'ê di 'lîsteya terorê' de, rewşeke tewş e.

Montesquio got, "Ya bi rêya NATO, ya bi rêya OSCE yan jî divê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) em PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê bidin derxistin" û destnîşan kir, ku PKK, PYD û pêşmerge niha bi canê xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, lewma cihgirtina wan di 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropa û DYA de, nakokiyeke.

Senatorê Fransî bibîr xist, ku DAIŞ îro gefê li Sûriye, Iraq û Lîbyayê dixwe û got, "DAIŞ xwedî hatineyeke aboriyê ye ku di asteke girîng de ye. Bi taybetî xwedî hatineya petrolê ya li herêmên dagirkirî û 430 mîlyon dolarê li bankayan dest daniye ser e. DAIŞ xwedî wê derfetê ye ku terorê bîne Ewropayê. Divê vê jî bibîr bixînim; tê gotin ku li nav refê DAIŞ'ê 10 hezar welatiyên Ewropî hene."

Montesquio di dewama nivîsa xwe de got, "Em dikarin bi dilrehetî bêjin ku PKK aştiyê dixwaze" û bibîr xist ku di 6-7'ê Cotmehê de, di serî de Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran, ji bo dewleta Tirk rê li xwedîderketina berxwedana Kobanê veke, korîdoreke însanî veke, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û di van protestoyan de zarok jî di nav de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane. Montesquio got, "PKK'ê tevî vê yekê jî şer neda destpêkirin. Lê divê haya me ji vê jî hebe. Li vê herêma Rojhilata Navîn a dikele, di rewşeke ku Şîa û Sûnnî bi hev dikevin, DAIŞ mirovên ne Sûnnî ji holê radike de, Kurd neyînî nêzî baweriyên din nabin, di her firsendê de radigihîne ku laîk in."

Montesquio bibîr xist ku Mûsil û gelek bajar ketine, lê Kobanê di bin xeteriyeke mezin de ye û nivîsa xwe wiha dewam kir: "Hêzên Kobanê diparêzin jî PKK, PYD û Pêşmerge ne. Eger ew û êrîşên hewayî yên DYA nebûna, Hewlêr, Duhok û bajarên din jî wê biketina. Divê em bi aqilane tevbigerin. Li aliyekî destekkirina PKK'ê û li aliyê din jî girtina endamên wê bi hinceta terorîst in, nabe. Divê em ji bîr nekin ku endamên PKK'ê li Ewropa û DYA ti çalakiyeke çekdarî pêk neanîne."

Montesquio got, "Em bibin xwedî nêrîna serkêşê Rêxistina Leşkerî ya Neteweyî ya Îsraîlê Menahem Begin û bînin bîra xwe ku bi Yaser Arafat ê weke terorîst dihat binavkirin, hevdîtinên aştiyê kiriye. Her duyan jî Xelata Aştiyê ya Nobelê stendin."

Montesquio got, "Em PKK'ê ji nav rêxistinên terorîst derxînin" û wiha dewam kir: "Em ji vê rêxistina ku li eniyên herî pêş parastina me jî dike, bi vî rengî çekên pêwîst bidin. Dema mirov DAIŞ'ê û yên li Malî em li dijî wan têdikoş in bînin pêşberî hev, girîng e em ji bîr nekin ku DAIŞ bêtir hov e. Ji bo rawestandina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî mirovahiyê, ji bo parastina nirxên xwe em vê bikin."