1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tenduristvanên dildar welatiyên Kobanê tenê nahêlin
Tenduristvanên dildar welatiyên Kobanê tenê nahêlin,tenduristvanên,dildar,welatiyên,kobanê,tenê,nahêlin

Tenduristvanên dildar welatiyên Kobanê tenê nahêlin

A+ A-

RIHA (DÎHA) – SES, TTB û Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li konbajaran yek bi yek digerin û pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û hatine Pirsûsê çareser dikin.

SES, TTB û Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li konbajaran yek bi yek digerin û bi pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û hatine Pirsûsê eleqedar dibin. Ekibên dildar konbajarên Rojava, Kobanê, Suphî Nejat Agirnasli, Kadar Ortakaya, Arîn Mîrkan û Şehîd Gelhat bi awayeke kordînekirî digerin û li klînêkên ku hatine avakirin xizmeta tenduristiyê didin welatiyan.

Endamê MYK’ê ya SES’ê Fîkret Çalagan diyar kir ku piştî êrîşên li dijî Kobanê dest pê kir ew wekî SES, TTB û Meclîsa Tenduristiyê ya KCK’ê ekîp ava kirine û bi plansaziya heftane ligel derfetên kêm pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyan hewl didin çareser bikin. Çalagan bilêv kir ku ji dest pêka şer heta niha li Pirsûsê re di bin şert û mercên zehmet de pirsgirêkên tenduristiyê daxistina asta herî kêm. Çalagan bilêv kir ku bi xebatkarên dildar re bi awayeke baş li hev dikin û bi kordînekirî xwe digihînin malbatên Kobanê û wiha berdewam kir: “Em her roj serê sibehê civînên xwe yên rutîn li dar dixin û bi awayeke plankirî diçin cihên xwe. Bi vî rengê xebatên me baştir dimeşe.”

‘Di zarokan de gelek nexweşî derdikeve’

Endamê SES a Mûşê û TSS’ê Fîkret Aydin jî anî ziman ku ew bi taybetî ji bo ku zarok ji kontrolan bên derbaskirin, li dijî nexweşiyan derzî li wan xin xebatên xwe zêdetir dikin. Aydin da zanîn ku ew li tenduristvanên amator ên li konbajaran ve xebatên xwe didomînin û li kolana her konbajarê tenduristvanên amator hene. Aydin wiha berdewam kir: “Tenduristvanên amator nexweşên li kolanên xwe tespît dikin û me agandar dikin. Ji bo tenduristiya civakê xwe bikaribin biparêzin dixebitin. Bêhtir jî li ser nexweşiyên zarokan disekinin. Nexweşiyên wekî gurî, îshal, nexweşiyên sîstema hezmkirinê û enfeksiyon piranî tê dîtin.”

Bijîşkên Kobanê li ku derê ne?

Hemşireya bi navê Rojîn Silêman jî diyar kir ku li konbajarê Kobanê 6 tenduristvanên amator hene û ji bo pirsgirêkên welatiyên Kobanê çareser bikin bi şev û roj dixebitin. Rojîn ji ber ku bijîşkên Kobanê xwed^ili wan derneketine bi gazinc e û wiha axivî: “Bijîşkên Kobanê li kû ne çima nayên xwedî li kobaniyên li vir dernakevin, li kû ne? Ji Mêrdîn, Amed û Stenbolê gelek bijîşk ji bom e tên vê derê. Em deyndarê xwişk û birayên me yên bakurê Kurdistanê ne.”

(sa/wk)