1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwişkên tevlî YPJ’ê bûn: Me trajedî veguherand têkoşînê
Xwişkên tevlî YPJ’ê bûn: Me trajedî veguherand têkoşînê,xwişkên,tevlî,ypj,ê,bûn,me,trajedî,veguherand,têkoşînê

Xwişkên tevlî YPJ’ê bûn: Me trajedî veguherand têkoşînê

A+ A-

NÊRGIZ BOTAN - DÊRIK 17.08.2014 13:32:42 Du xwişkên piştî şerê jiyanê li çiyayê Şengalê dan hatin Rojava tevlî YPJ’ê bûn. Her du jinên ciwan ji bo trajediyên bi sedsalan Êzidî dijîn veneguherin qederekê dixwazin jinên Êzidî di nav têkoşînê de cihê xwe bigirin. Laleşîn û Evîn diyar kirin ku piştî tevlî nav refên YPJ’ê bûne baweriya wan a bi xwe zêde bûye û dibêjin, “Em êdî natirsin."

Dema dijminê mirovatiyê DAIŞ Şengal dorpêç kir gelek kesên wek Laleşîn û Evîn ên ji gundê Girsor xwe spartin Çiyayê Şengalê.

Piştî 7 rojan bêavî û birçîbûnê bi saya korîdorên ku gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê vekirin xwe gihandin Rojava du xwişkan di nav refên YPJ’ê de rêya têkoşînê hilbijartin.

‘MALBATA ME EM BI DESTÊ XWE TESLÎMÎ HEVALAN KIRIN’

Laleşîn û Evîn piştî wê rêwîtiya bi zehmet ku xwe gihandin Rojava bi 4 jinên ciwan ên Şengalî re tevlî nav YPJ’ê bûn.

Laleşîn anî ziman şêwazê tevlîbûna wan ji bo jinên Êzidî mînak e û got, “Em niha xwe hê bihêztir hîs dikin” û wiha dewam kir, “Dema em tevlî bûn malbata min em bi destên xwe teslîmî hevalan kirin. Ev Êzidîtiyê de yekemîn e. Ji ber di nav me de dema jin tevlî tiştên wiha dibin bi çavekî baş nanerin. Lê belê malbata me fêm kirin bê rêya parastina namûsê û xaka me çi ye. Em xwe pir bi hêz hîs dikin û kêfxweş in.”

JI BO TIŞTÊN ME JIYANE EM JI BÎR NEKIN…

Evîn, tevlîbûna xwe ya nav têkoşînê wiha tîne ziman, “Ji bo tiştên me jiyane em ji bîr nekin li vir in.”

Evîn bi vî awayî behsa bûyereke li Şengalê dike:

40 JINAN XWE JI KENDALAN AVÊTIN

“Em wek jin li çiyê bi rêzê radizan. Zilaman jî nobet digirt. Me biryar girtibû ku eger çeteyên DAIŞ werin em ê bi wan re şer bikin dema guleyên me qediyan jî em ê xwe ji kendalan biavêjin. Nêzî 40 jin ji bo nekevin destên DAIŞ destên xwe dan hev û xwe ji kendalan avêtin.”

‘ME RÊYA HERÎ BI RÛMET HILBIJART’

Evîn got ku rêya jiyana bi rûmet di YPJ’ê de dîtine û banga têkoşînê li tevayî jinan kir. Evîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji tevayî jin û xortan re… Ji bo em li hember van çeteyên DAIŞ li ber xwe bidin tevayî hêza xwe bidin. Di vê mijarê de tu gumana min tune ye. Wê ji niha û pêve gelê Êzidî rastî komkujiyan neyê. Em ê berxwedana xwe mezin bikin.”