1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YE wê tedbîrên li hember DAIŞ’ê nîqaş bike
YE wê tedbîrên li hember DAIŞ’ê nîqaş bike,ye,wê,tedbîrên,li,hember,daiş,ê,nîqaş,bike

YE wê tedbîrên li hember DAIŞ’ê nîqaş bike

A+ A-

BRUKSEL 31.01.2015 07:14:59 Di civîna Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropa ya li paytexta Letonya Rîga destpê kir, rojeva esasî tedbîrên li hember selefiyên radîkal ên tevlî rêxistinên çete yên li Iraq û Sûriyeyê dibin.

Di civînê de nîqaşên têkildarî têgeha ‘Foreign Fighters’ ku ji bo kesên tevlî rêxistinên radîkal dibin tê pênasekirin, di rojevê de bû. Lê belê der barê mijarê de tê gotin ku ev pênaseya di pêşnûmeya hejmar 2178 a Neteweyên Yekbûyî de cih digire, ji bo di qanûnên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) de cih bigire wê bi salan bidome. Di civînê de qanûnên ji bo kesên bi armanca ‘piştgiriya terorê’ derdikevin derveyî welêt û yên piştgiriyê didin wan bên cezakirin bal kişand.

Wezîran bal kişand ku di çûna Sûriyeyê û Iraqê de nuqteya derbasbûnê ku Tirkiye ye, sînor nayên parastin û wek nêrîna hevpar hat destnîşankirin ku bi vî welatê re divê parvekirina agahiyan bên zêdekirin.

Li gor komîsyona YE, li tevahiya Ewropayê 3 hezar û 500 kes derbasî Sûriye û Iraqê bûne û tevlî van rêxistinan bûne. Kesên demekê li Sûriye û Iraqê mane û vegeriyane welatên Ewropayê wek kesên ‘herî bi talûke’ tên qebûlkirin.