1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. " PKK Tevgera Rizgariya Netewî ye"
" PKK Tevgera Rizgariya Netewî ye",",pkk,tevgera,rizgariya,netewî,ye"

" PKK Tevgera Rizgariya Netewî ye"

A+ A-

Ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Awûsturya Alex Bainbridge ji hikûmeta Awûsturya xwest PKK demildest ji lîsteya terorê derbixe û got: “PKK tevgera rizgariya netewiye, nabe bi terorîzmê bê tawanbarkirin.

Kampanyaya Meclîsa Medya Dijîtal ya Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê mezin dibe. Ji Ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Awûsturya Alex Bainbridge jî tevlî kampanyayê bû û xwest hikûmeta Awûsturya dawiya li neheqiya li PKK’ê kiriye bîne.

Peyama Alex Bainbridge yê ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Awûsturya wiha ye;

Îro li Awusturalyayê neheqiyek mezin heye û hikûmeta federal dikare di carekê de çareser bike. PKK di lîsteya terorê ya Awûsturyayê de ye û ev yek nabe. PKK ne rêxistineke terorîste, rêxistineke rizgariya netewiye. Mîna şervanên azadiyê yên Tîmore ku li dijî dagirkeriya Endonezyayê kampayê didin meşandine. Mîna tevgera ANC’ê bi terorîzmê tê tawanbar kirin. Hikûmetên cîhanê tevî ku PKK ne rêxistineke terorîste jî wê sûcdar dikin. Gelek sedemên sembolîk û pratîk ên divê PKK ji Listeya terorê ya Awûsturya bên derxistin hene. Bang li Scott Morrison dikim PKK ji lîsteya terorê ya Awûstralya derxin.

(bz)