1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Zarokên li girtîgehên mezin dibin dîsîplîna cewherî winda dikin'
'Zarokên li girtîgehên mezin dibin dîsîplîna cewherî winda dikin','zarokên,li,girtîgehên,mezin,dibin,dîsîplîna,cewherî,winda,dikin'

'Zarokên li girtîgehên mezin dibin dîsîplîna cewherî winda dikin'

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Derûnînasa endama TODAP'ê Burcu Çolak bal kişand ser derûniya zarokên li girtîgehan mezin dibin û wiha got: "Zarokên di şertên gelekî bi dîsîplîn de mezin dibin, an vê yekê di jiyana xwe de pir hiş bi kar tînin an jî ji ber berteka li dijî dîsîplînê, ji dîsîplîna cewherî dûr dikevin."

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê; 560 zarokên temenê wan di navbera 0-6'an de li girtîgehan bi dayikên xwe re dimînin. Rojên borî Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê van zarokan de pêşnûmeqanûnek dabû meclisê. 

Di pêşnûmeqanûnê de tê gotin ku divê dayika ku zaroka wê temenê di navbera 0-6'an de be, divê bê paşve xistin, jinên ku du canî ne û dema welidandinê 6 meh derbaskirine, divê cezayê wan 6 salan bê paşvexistin. Bi vê rê tê xwestin ku zarok li derve mezin bibe.

Endama Komeleya Derûnînasên ji bo Piştgiriya Civakî (TODAP) Burcu Çolak, rewşa zarokên li girtîgehan mezin dibin û girtîgeh bandoreke çawa li ser derûniya wan dike, nirxand. Çolak aşkera kir ku girtîgeh ji bo pêşketina zarokan astengiyek mezin e û zarokên li wir pêwîstiyên xwe nikain pêşwazî bikin û wiha axivî: "Zarokên temenê wan 0-6 bi kifşkirinê cîhanê nas dikin, nasname, kesayetî û nêrîna cîhanê li ser baweriyê ava dikin. Zarokên ji bo kifşkirinê dixwazin derkevin, deriyên bi ser wan de tên girtin, sandalyeyên plastîk mase, hêzên ewlehiyê û korîdorên betonî, bi dengê bilind anonsên ku tên kirin, hemû dibin sedema windahiya dîsîplîna cewherî."

Çolak herî dawî aşkera kir ku her çendî her roj biçe kreşê jî, ewlehiya mekanîk a derketinê bandoreke xirab li ser derûniya zarokan dike û wiha pê de çû: "Ew rewşa ku bandoreke xirab li ser derûniya mezinan dike, hêj zarokên mezin ne bûye, dê çawa pê bandor be divê ev rewş bê fikirîn. Ev dibe sedema xêvikiya zarokan."

'ZAROK BI PIRSGIRÊKÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’ 

Çolak da zanîn ku li girtîgehê çavkaniyên ku dê hestên xwe bi tenduristî bigîhîne tune ye û wiha got: “Her çiqas psikolog bixebitin jî lê li tu girtîgehê xizmeta tenduristiyê ya ruhî nîne. Dive ku pirsgirêkên patalojîk bi zarokan re derbikevin. Li girtîgehê ji ber kêmbûna şertên fizikî cihê herî xerab e. Sînorkirina fizikî dibe sedema hemû pêşketina zarok. Li derve jî ji bo zarokên nebin kreşê giran ji bo wan tê. Dema pêlîstokan nedin koxûşan ji bo zarokan dibe sedema gelek tiştê zehmetî.” 

‘GIRTINA DAYIK Û ZAROK BÊ EDALETIYE’ 

Çolak bal kişand ser rewşa zarokan a dema ji girtîgehê derdikevin û got ku zarokên di girtîgehan de mezin dibin pişt re îhtîmala ku zordestiya xwe zêde bike. Çolak her dawî jî ev tişt got: “Girtina jin û zarokan bi hev re edaletiya herî mezin e. Ev hemû sedem divê bi sererastkirinê bên başkirin. Dê û bavê li zarok mêze bike nîn be divê ku jin bi serbestiya kontrolê bên berdan.”