1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Destkeftiyên jinan tev radestî 'mêran' kirin
Destkeftiyên jinan tev radestî 'mêran' kirin,destkeftiyên,jinan,tev,radestî,'mêran',kirin

Destkeftiyên jinan tev radestî 'mêran' kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Îcraeta ewil ya qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin ew bû ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, gerînendetiyên jinan û saziyên jinan bigire. Qeyûman ji 43 navendên jinan 36 jê û ji 4 malên penahiyê yên jinan 3 jê girtin.

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, destkeftiyên jinan yeko yeko hatin desteserkirin û radestî 'mêran' hatin kirin. Qeyûman di serî de hevserokatî û gelek destkeftiyên jinan dewrî 'mêran' kirin û her wiha gelek navendên jinan ên ku di warê astengkirina şideta li hemberî jinê de tevdigeriyan, ên ku piştevaniya aboriya malê dikirin û li jinan hayjêhebûnê peyde dikirin hatin girtin.

36 NAVENDÊN JINAN HATIN GIRTIN

Ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ji 103 şaredariyên DBP'î heta niha qeyûm tayînî 86'an jê hatiye kirin. Bi tayînkirina qeyûman re xebatên jinan ên ku li hayjêhebûnê li jinan û civakê peyde dikirin bi destên qeyûman radestî 'mêran' hatin kirin. Piştî qeyûm hatin tayînkirin, îcraeta wan a ewil ew bû ku navendên jinan û gerînendetiyên polîtîkayên jinan ên ku di bin banê şaredariyan de bigire. Her wiha qeyûm jinên ku li gerînendetiyên polîtîkayên jinan dixebitîn ji kar dûr xistin û mêr li şûna wan bi cih kirin. Piraniya navendên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin û xebatkarên wan ji peywirê hatin dûrxistin.

Li gor daneyên DBP'ê; qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin ji 43 saziyên jinan 36 jê qefilandin. Navê saziyên di bin banê şaredariyê de xebat bi rê ve dibirin û hatin girtin an jî xebatên wan hatin rawestandin ev in:

Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DİKASUM), Navenda Şêwirmendiyê ya Ekin Ceren a Şaredariya Peyasê, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sûr Amîdayê, Navenda Jinê ya Meyayê ya Farqînê, Navenda Jinê ya Hênê, Navenda Jinê ya Zozan Eren a Pasûrê, Navenda Jinê ya Zahîde ya Şirnexê, Navenda Jinê ya Viyanê ya Silopiyayê, Navenda Jinê ya Sitiya Zînê ya Cizîrê, Navenda Jinê ya Selîsê ya Êlihê, Navenda Jinê ya Dilanê ya Bedlîsê, Navenda Jinê ya Arînê ya Mêrdînê, Navenda Jinê ya Nûdayê ya Qoserê, Navenda Jinê ya Gulşîlavê ya Nisêbînê, Navenda Jinê ya Peljînê ya Dêrikê, Navenda Jinê ya Çîçekê ya Kerboranê, Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê ya Wanê, Navenda Jiyanê ya Jinê ya Miksê, Navenda Jinê ya Binevşê ya Colemêrgê, Navenda Jinê ya Berwarê ya Çelê, Navenda Jinê ya Nûjînê ya Şemzîzanê, Navenda Jinê ya Savûşka ya Gimgimê, Navenda Jiyanê ya Jinê ya Dersimê, Navenda Jinê ya Sema Yuceyê ya Bazîdê, Navenda Jinê ya Berfînê ya Sêrtê, Navenda Jinê ya Îştarê ya Akdenîzê, Mala Vegirtina Qonaxê ya Jinê ya Sara ya Bêgirê.

3 MALÊN PENAHIYÊ YÊN JINÊ HATIN GIRTIN

Li gel girtina navendên jinan ji 4 malên penahiyê yên jinan ên ku di bin banê şaredariyan de xebatên xwe bi rê ve dibirin 3 jê hatin girtin. Malên penahiyê yên jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, a Şaredariya Akdenizê û ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Mala penahiyê ya jinan a Şaredariya Akdenîzê veguherandin qada geştê.

ÎCRAETÊN 'ZAYENDIYÎ' YÊN QEYÛMAN!

*Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, îbareya jinê ya li ser tabeleya "Kompleksa Sporê ya Jinê" rakir û ev tesîs a ku ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibû çêkirin veguherand tesîseke tevlîhev.

*Wargeha Xwendekarên Keç a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin, hat valakirin. Tê îdiakirin ku dê wargeh wek mêvanxaneya polîsan bê bikaranîn.

* "Xeta Alo Şidetê" ya 444 80 65 ku di warê derûnî û civakî de ji bo piştevaniya jinan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû çêkirin hat girtin.

*Li Şaredariya Çinarê ya ku qeyûm tayînî wê nehatiye kirin, lê belê hemû raye di dest qeymeqam de ne di nav kesên hatine îxrackirin de Gerînendeya Polîtîkayên Jinan Halide Turkoglu jî heye. Li gel vê qeymeqam 8 jê jin bi giştî 37 kes ji kar derxistin. Her wiha li Navenda Jinê ya Jinwarê yek jê civaknas 5 jin ji kar hatin derxistin. Niha li şaredariyê tenê 2 jin dixebitin.

*Li Şaredariya Erexeniyê jî ya ku qeyûm tayînî wê nehatiye kirin, lê belê bi awayekî fiîlî hemû raye di dest qeymeqam de ne, li yekeyên bin ên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de tenê 4 jin dixebitin. Bi KHK'ya dawîn re gerînendeya polîtkayên jinan û jineke derûnas a li navenda jinê dixebitî hatin îxrackirin.

*Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, rengên 'keskesorê' yên li têketina Parka Yilmaz Guneyê bi hinceta LGBTÎ'yan bi bîr dixe bi rengê spî boyax kir.

*Ji ber tayînkirina qeyûman û girtina rêxistinên jinan Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmor a Gerok a Navnetewî îsal li bajarê kurdan nehat lidarxistin.

*Qeymeqam Osman Dogramaci yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê hat kirin, ocaxên tenduristiyê û malên jinan girtin. Herî dawî Navenda Jiyanê ya Jinê dewrî Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) a ku keça Serokomar Erdogan Sumeyye Erdogan Bayraktar Alîgirê Serokatiya wê dike kir.

*Haci Asim Akgul ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Şaxê hat kirin, caxên pira ku bi rengên keskesorê hatibûn boyaxkirin "estetîk" nedît, bi rengê sor û sprî boyax kir û li serê jî alaya tirk xêz kir.