1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lİ Sêrtê lîstîkeke 5 hezar sal berê hate dîtin
Lİ Sêrtê lîstîkeke 5 hezar sal berê hate dîtin,li̇,sêrtê,lîstîkeke,5,hezar,sal,berê,hate,dîtin

Lİ Sêrtê lîstîkeke 5 hezar sal berê hate dîtin

Li Girê Başûr ê gundê Bîrhûrikê yê Sêrtê, bermahiyên lîstikeke 5 hezar salê berê hate dîtin. Tê diyarkirin vê lîstika ku 39 kevirên wê hene, maka lîstika kişikê ye

A+ A-


Li Girê Başûr ê gundê Bîrhûrikê yê Sêrtê, ne dûrî rûbara Başûr û Çemê Botan, devereke şûnwarên serdemên antîk e. Ev devera ku beriya qederê 5 hezar salan weke goristan hatiye bikaranîn, maka lîstika herî kevin a li ser depekî ye. Li vir, di nava goristanê de muhtemel e ku weke tiştên axretê bi kesê mirî re bin, ew jî hatiye veşartin.

Kevirên pêşî yên 39 kevirên hanê di kolanên arkeolojîk ên sala 2013´an de li Girê Başûr hatin dîtin. Kevira dawî jî sala 2019´an hat dîtin. Gir qederê 20 kîlometreyan li bakurê rojhilatê navenda Sêrtê ye. Ev kevirên lîstikê ji fîgurên heywanan û teşeyên geometrîk pêk tên. Ji fîgurên kûçik, beraz û pîramîdên sêgoşe pêk tên.

Li gorî texmînên zanyaran, ev kevirên lîstikeke du kesî ne û lîstik yan lîstikeke nêçîr û revê ye yan jî lîstikeke stratejiyê ye. Lê nayê zanîn ka lîstik çawa tê lîstin.

ANF