1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Louvre çawa bû muze?
Louvre çawa bû muze?,louvre,çawa,bû,muze

Louvre çawa bû muze?

Gelek kesan navê “Muzeya Louvre” bihîstiye lê beriya ew bibe muze ji bo çi hate bikaranîn û çawa ew veguherandin muzeyê, kes nizane. Serpêhatiyên vê avahiyê gelek in. Muze niha 35 hezar berhemên nîşan dide û di koleksiyona wê de 616 hezar obje hene, li dinyayê weke muzeya herî mezin tê zanîn XASÊ CÛNÊ Dema mirov berê xwe didin Ewrûpayê û dixwaze li wir bigerin, yek ji wan cihên dîrokî û hunerî ku dixwazin lê bigerin, bêguman Muzeya Louvre ye. Muzeya Louvre li dinyayê muzeya herî mezin e. Her wiha li dinyayê herî zêde kes diçin serdana vê muzeyê. Tenê di sala 2022’yan de qederê 7,8 milyon insan çûne serdana muzeyê. Yanî heta mirov neçin serdana Muzeya Louvre û li wir wan tabloyên hunerî nebînin weke ku ew neçûbin Ewrûpayê. Li Muzeya Louvre bêhtirî 7 hezar û 500 tabloyî hene. Yanî ew li dinyayê muzeya herî navdar û girîng e. Ji bilî tabloyên hunerî, her wiha 38 hezar kelûpelên dîrokî ango piçûk û mezin hene. Muzeya Louvre ku li ser 15 donim erd hatiye avakirin, xwedî dîrokeke kevn e û çîroka wê ya bûna muzexaneyê jî ew qasî balkêş e. Beriya bibe muzexane, ev avahî ji bo çi hate bikaranîn û dîroka wê çi ye kêm tê zanîn. Gelek kes Muzeya Louvre weke mala “Mona Lisa” ango tabloyê Leonardo da Vinci nas dikin, lê ji bilî vê agahiyê, gelek tişt hene ku divê meriv derbarê vê avahiyê de binivîse û bibêje. Ew ji kelehê çawa veguherandin qsr û serayê û ji serayê çawa veguherandin muzexaneya herî navdar a dinyayê. Muzeya Louvre bi gelek tabloyên şêwekarên Fransî jî navdar e, ji lewre Muzeya Louvre nexasim ji bo Fransiyan weke bîreke bêbinî ye û ji sedî 66’ê wê ji tabloyên şêwekarên Fransî yên weke Jacques-Louis David, Jean-Louis André Théodore Géricault û Eugène Delacroix pêk tê. Yanî kolkesiyoneke pirr fireh û mezin a şêwekarên Fransî li muzeyê tê parastin. Ji kelehê ber bi muzexaneyê ve Beriya Louvre bibe muzexane ew jî parçeyekî pergala bajarê Parîsê bû. Louvreya resen, di sedsala 12’an de ji hêla Philippe Auguste ku melikê wê demê bû, hat avakirin, wî xwestibû derûdora Parîsê bi dîwarekî qewî bike û ji lewma jî ev avahî çêkiribû. Lê ji ber Çemê Seinê, sînorê bajêr hinek vekirî hate hiştin, ji bo ev yek çareser bibe jî li ber avahiyê kelehek lê kirin, bi demê re ango di sedsala 13’an de keleh bêhtir hate firehkirin û ew vegerandin serayekê. Her ku çû, seray bêhtir mezin bû û ber bi salên 1500’î be bû seraya meliktiyê, piştî ku seray kete destê Melik Louis XIII, yanî “Melikê Rojê”, gelek galerî li serayê hatin zêdekirin û dema melik ne li serayê bû, xelk diçû, li koleksiyonên hunerî binihêrin. Herî dawî di dema Şoreşa Fransî de ango di sala 1793’yan de bi temamî dibe muzeya xelkê û her ku wext derbas bû, ezameta muzexaneyê zêdetir bû û vê ezametê li dinyayê deng veda. Navê ‘Louvre’ ji ku tê? Derbarê navê “Louvre” de gelek tişt tên gotin. Li gel ku ew weke “mal” jî tê zanîn, hîna jî bi ti awayî maneyeke ku vî navî eşkere bike, tine ye. Hin dîrokzan wisa dihesibînin ku ew ji ber peyva “leouar” ya Latîn-Saksonî hatiye girtin ku tê maneya şatoyê. Çavkaniyeke din jî ew bi peyva Latînî ya “rubars” ve girêdide ku ew jî tê maneya axa sor. Her wiha hin kes jî dibêjin, ev nav bingehê xwe ji peyva Fransî ya “louveterie” digire, lewma beriya ew bibe muzexane ji bo kûçikên nêçîrê perwerde bikin, hatiye bikaranîn. Derbarê navê “Louvre” de texmînên bi vî rengî hene, yanî raz û sirra navê “Louvre” hîna jî eşkere nebûye. Napolyon navê xwe li muzeyê dike! Dema Napolyon sala 1803’an bû serokê Komara Fransî ango weke împeretorekî taca zêrîn da serê xwe navê “Louvre” guherand û kire “Musée Napoléon” û dema wî cih û warên nû fetih kirin ji wir gelek koleksiyonên hunerî anîn serayê û kirin malê xwe. Lê di sala 1814’an de dîsa nav guherî û weke berê bû “Muzeya Louvre”, jixwe piştî wê bi salekê jî Napolyon ji textê wî anîn xwarê û piştî ew ji text ket, bi qasî 5 hezar berhemên hunerî li wan welatên ku ew ji wir hatibûn dizîn, hatin vegerandin. Êrîşa Naziyan û berhemên hatin xilaskirin Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de Nazîyan êriş birin ser muzeyê û gelek berhemên hunerî dîzîn û hin ji wan jî tine kirin. Lê beriya şer dest pê bike, rêveberê “Musées Nationaux (Muzeyên Neteweyî)” yê Fransayê, Jacques Jaujard planeke baş kiribû û berhemên li “Muzeya Louvre” bexşandin saziyan û bi vî awayî li herêmên Fransayê belav kirin. Di nav van berhemên hunerî de bi sedan tablo, peyker û hin alavên bi nirx hebûn. Herî dawî di sala 1939’an de berhema ji Yewnanîstanê ya bi navê “Winged Victory of Samothrace” bû ku ew jî li muzeyê dihat parastin. Bi xêra Jacques Jaujard gelek berhem ji ber xezeba Naziyan hatin xilaskirin û bi vî awayî tine nebûn. Koleksiyona herî mezin a Leonardo da Vinci Tê gotin, Leonardo da Vinci piştî ku dimire li pey xwe 24 tabloyan dihêle. Yek ji van tabloyên ku li pey xwe hiştiye jî “La Gioconda” (Mona Lîsa) ye. Tabloya Mona Lîsa ji sala 1804’an ve li “Muzeya Louvre” tê parastin, tenê ne ev tabloya wî, her wiha 6 tabloyên wî yên din jî dîsa li muzeyê tên parastin. Koleksiyona herî mezin a Leonardo da Vîncî li Louvreyê ye. Tabloyên wî yên bi navê, Portreya Jinenke Nenas, Bakîre û Zarok bi Xasejinê Anne re, Bakîreya Zinaran û Johannesê Weftîzker jî li muzeyê cihê xwe digirin. Muzeya Louvre bi demê re nûjentir dibe û di sala 1989’an de “Pîramîda ji camê” lê tê zêdekirin. Ev pîramîda ku li hewşa muzeyê ye, bûye sembola Muzeya Louvreyê. Ev pîramîda ji camê ji hêla avahîsaz û sewîrmendê Çîn û Emerîkî IM Pei ve hate çêkirin. Kesên diçin serdana muzeyê, bi riya vê piramîdê dikevin hundirê muzeyê û li wir li berhemên hunerî binihêrin.

A+ A-

XASÊ CÛNÊ

 

Dema mirov berê xwe didin Ewrûpayê û dixwaze li wir bigerin, yek ji wan cihên dîrokî û hunerî ku dixwazin lê bigerin, bêguman Muzeya Louvre ye. Muzeya Louvre li dinyayê muzeya herî mezin e. Her wiha li dinyayê herî zêde kes diçin serdana vê muzeyê. Tenê di sala 2022’yan de qederê 7,8 milyon insan çûne serdana muzeyê. Yanî heta mirov neçin serdana Muzeya Louvre û li wir wan tabloyên hunerî nebînin weke ku ew neçûbin Ewrûpayê. Li Muzeya Louvre bêhtirî 7 hezar û 500 tabloyî hene. Yanî ew li dinyayê muzeya herî navdar û girîng e. Ji bilî tabloyên hunerî, her wiha 38 hezar kelûpelên dîrokî ango piçûk û mezin hene. Muzeya Louvre ku li ser 15 donim erd hatiye avakirin, xwedî dîrokeke kevn e û çîroka wê ya bûna muzexaneyê jî ew qasî balkêş e. Beriya bibe muzexane, ev avahî ji bo çi hate bikaranîn û dîroka wê çi ye kêm tê zanîn.

Gelek kes Muzeya Louvre weke mala “Mona Lisa” ango tabloyê Leonardo da Vinci nas dikin, lê ji bilî vê agahiyê, gelek tişt hene ku divê meriv derbarê vê avahiyê de binivîse û bibêje. Ew ji kelehê çawa veguherandin qsr û serayê û ji serayê çawa veguherandin muzexaneya herî navdar a dinyayê. Muzeya Louvre bi gelek tabloyên şêwekarên Fransî jî navdar e, ji lewre Muzeya Louvre nexasim ji bo Fransiyan weke bîreke bêbinî ye û ji sedî 66’ê wê ji tabloyên şêwekarên Fransî yên weke Jacques-Louis David, Jean-Louis André Théodore Géricault û Eugène Delacroix pêk tê. Yanî kolkesiyoneke pirr fireh û mezin a şêwekarên Fransî li muzeyê tê parastin.

 

Ji kelehê ber bi muzexaneyê ve

Beriya Louvre bibe muzexane ew jî parçeyekî pergala bajarê Parîsê bû. Louvreya resen, di sedsala 12’an de ji hêla Philippe Auguste ku melikê wê demê bû, hat avakirin, wî xwestibû derûdora Parîsê bi dîwarekî qewî bike û ji lewma jî ev avahî çêkiribû. Lê ji ber Çemê Seinê, sînorê bajêr hinek vekirî hate hiştin, ji bo ev yek çareser bibe jî li ber avahiyê kelehek lê kirin, bi demê re ango di sedsala 13’an de keleh bêhtir hate firehkirin û ew vegerandin serayekê. Her ku çû, seray bêhtir mezin bû û ber bi salên 1500’î be bû seraya meliktiyê, piştî ku seray kete destê Melik Louis XIII, yanî “Melikê Rojê”, gelek galerî li serayê hatin zêdekirin û dema melik ne li serayê bû, xelk diçû, li koleksiyonên hunerî binihêrin. Herî dawî di dema Şoreşa Fransî de ango di sala 1793’yan de bi temamî dibe muzeya xelkê û her ku wext derbas bû, ezameta muzexaneyê zêdetir bû û vê ezametê li dinyayê deng veda.

 

Navê ‘Louvre’ ji ku tê?

Derbarê navê “Louvre” de gelek tişt tên gotin. Li gel ku ew weke “mal” jî tê zanîn, hîna jî bi ti awayî maneyeke ku vî navî eşkere bike, tine ye. Hin dîrokzan wisa dihesibînin ku ew ji ber peyva “leouar” ya Latîn-Saksonî hatiye girtin ku tê maneya şatoyê. Çavkaniyeke din jî ew bi peyva Latînî ya “rubars” ve girêdide ku ew jî tê maneya axa sor. Her wiha hin kes jî dibêjin, ev nav bingehê xwe ji peyva Fransî ya “louveterie” digire, lewma beriya ew bibe muzexane ji bo kûçikên nêçîrê perwerde bikin, hatiye bikaranîn. Derbarê navê “Louvre” de texmînên bi vî rengî hene, yanî raz û sirra navê “Louvre” hîna jî eşkere nebûye.

 

Napolyon navê xwe li muzeyê dike!

Dema Napolyon sala 1803’an bû serokê Komara Fransî ango weke împeretorekî taca zêrîn da serê xwe navê “Louvre” guherand û kire “Musée Napoléon” û dema wî cih û warên nû fetih kirin ji wir gelek koleksiyonên hunerî anîn serayê û kirin malê xwe. Lê di sala 1814’an de dîsa nav guherî û weke berê bû “Muzeya Louvre”, jixwe piştî wê bi salekê jî Napolyon ji textê wî anîn xwarê û piştî ew ji text ket, bi qasî 5 hezar berhemên hunerî li wan welatên ku ew ji wir hatibûn dizîn, hatin vegerandin.

 

Êrîşa Naziyan û berhemên hatin xilaskirin

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de Nazîyan êriş birin ser muzeyê û gelek berhemên hunerî dîzîn û hin ji wan jî tine kirin. Lê beriya şer dest pê bike, rêveberê “Musées Nationaux (Muzeyên Neteweyî)” yê Fransayê, Jacques Jaujard planeke baş kiribû û berhemên li “Muzeya Louvre” bexşandin saziyan û bi vî awayî li herêmên Fransayê belav kirin. Di nav van berhemên hunerî de bi sedan tablo, peyker û hin alavên bi nirx hebûn. Herî dawî di sala 1939’an de berhema ji Yewnanîstanê ya bi navê “Winged Victory of Samothrace” bû ku ew jî li muzeyê dihat parastin. Bi xêra Jacques Jaujard gelek berhem ji ber xezeba Naziyan hatin xilaskirin û bi vî awayî tine nebûn.

 

Koleksiyona herî mezin a Leonardo da Vinci

Tê gotin, Leonardo da Vinci piştî ku dimire li pey xwe 24 tabloyan dihêle. Yek ji van tabloyên ku li pey xwe hiştiye jî “La Gioconda” (Mona Lîsa) ye. Tabloya Mona Lîsa ji sala 1804’an ve li “Muzeya Louvre” tê parastin, tenê ne ev tabloya wî, her wiha 6 tabloyên wî yên din jî dîsa li muzeyê tên parastin. Koleksiyona herî mezin a Leonardo da Vîncî li Louvreyê ye. Tabloyên wî yên bi navê, Portreya Jinenke Nenas, Bakîre û Zarok bi Xasejinê Anne re, Bakîreya Zinaran û Johannesê Weftîzker jî li muzeyê cihê xwe digirin.

Muzeya Louvre bi demê re nûjentir dibe û di sala 1989’an de “Pîramîda ji camê” lê tê zêdekirin. Ev pîramîda ku li hewşa muzeyê ye, bûye sembola Muzeya Louvreyê. Ev pîramîda ji camê ji hêla avahîsaz û sewîrmendê Çîn û Emerîkî IM Pei ve hate çêkirin. Kesên diçin serdana muzeyê, bi riya vê piramîdê dikevin hundirê muzeyê û li wir li berhemên hunerî binihêrin.

Yeni Ozgur Politika


Bêjeyên Miftehî