1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo alîkariya Rojava turnuvaya bîlardoyê
Ji bo alîkariya Rojava turnuvaya bîlardoyê,ji,bo,alîkariya,rojava,turnuvaya,bîlardoyê

Ji bo alîkariya Rojava turnuvaya bîlardoyê

A+ A-

AMED 03.07.2014 10:08:00 Nûnerê Federasyona Bîlardoyê Îhsan Delîbaş û sporîstê Bîlardoyê yê Profesyonel yê Amedê Nusret Bahadir çûn serdana hevserokên şaredariya Yenîşehîrê.

Serokê Nûneriya Federasyona Bîlardoyê Îhsan Delîbaş der barê turnuvaya ku ji bo piştgiriya Rojava pêk anîn de axivî û got: “Em bi munasebeta meha Remezanê bi sporîstên bîlardoyê re turnuvayê pêk tînin. Hemû hatina xwe emê ji Rojava re bişînin. Di meha Remezanê de emê sê turnuvayan pêk bînin. Em ji bo hevserokên xwe jî spas dikin.

Hevserokên şaredariya Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û Ulu Baytaş jî spasiyên xwe pêşkêşî wan kirin û gotin li Rojava ji zehmetiyên aborî wêdetir yekitiya kurdan mijara gotinê ye û hewldaneke wisa girînge.

Hevserokan got ji ber ku ji her çar parçeyî kurd tên cem hev ew gelek kêfxweş dibin û gotin ew amadene ku her cureyê piştgiriyê bidin.

Li Salona Bîlardoyê ya Arena a Yenîşehîrê bi hevserokan re starta turnuvayê hat dayîn.