1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. NAVÊ TEMO Û DÎROKA WÎ
NAVÊ TEMO Û DÎROKA WÎ,navê,temo,û,dîroka,wî

NAVÊ TEMO Û DÎROKA WÎ

A+ A-

Hasan Harrani

 

Pêşî dixwazim vîya bêjim. Nav nasnameya mirov e. Navê te çi be ji bo kesên te nas bikin tu ew î.

 

Di qada lêkolînerîyê de mijara navan dibe sedema gengeşîyên kûr û fireh jibo naskirina tiştê li ser lêkolîn tê kirin.

 

Wekî hun dizanin berîya hatina ola îslamê îro navên ku Kurd li xwe datînin ji xeynî navê Kurdî ku di van 30-40 salan de Kurd li zarokên xwe datînin yên din tinebû.

 

Mihemmed, Elî, Mistefa, Ahmed, Bekir, Hadîce,Fatma û hema navên Erebî çi hene yên bên bîra we ji vir berîya 1500 sal berê di nava me Kurdan de tinebû.

 

Van navê me rêz kir û yên ku Erebîne û me rêznekirîye hemî piştî hatina ola Îslamê ketine nava me Kurdan.

 

Kêm kêm navên Kurdan yên kevnare hene ku heya niha di nava me Kurdan de mane û li zarokan tê danîn.

 

Yek ji van navê kevnare jî navê Temo ye.

 

Em Temir û Temo li vê derê tevlîhev nekin. Temir cudaye Temo cudaye.

 

Lê îhtîmala Temir jî dibe navekî cêwî ê Temo be.

 

Wateya Temir çîye nizanim. Lê ger ji Temo hatîye vekişandin wê ewçax di wateya Te û Mîr de be. Yanî dibe ku ji peyva Te û navê Mîr hatîye çêkirin. Ger wihabe navekî nêzîk û cînare

jibo navê Temo.

 

Lê navê Temo û wateya wî pir girîng e.

 

Navekî herî kenareye ku di nava me Kurdan de maye û pir pir kêm guherîye.

 

Navê Temo ji navê Tîaman hatîye. Di hinek çavkanîyan de Teaman hinekan de Teoman hinekan de jî Tiyman derbas dibe. Lê vana hemî teşegirtina li gorî zimanên lêkolîneran e.

 

Her lêkolînerekî li gorî zanîn û telefuza zimanê xwe nivisîye.

 

Lê di Kurdîya kevnare de Tîêman e.

 

Navê ku îro Tirk dibêjin Teoman rasterast ev nave û ev nav ti eleqeyekî xwe bi Tirkî û navên Tirkî re nîne.

 

Niha emê bên ser Çîroka vî navî.

 

Ev nav xasexas Kurdîye û berîya sêhezar sal berê jî li Kurdan hebû îro jî hê jî heye.

 

Navê Keyê /qiralê Lûlûyan Tîeman bû yanê bi telefûzkirina Kurdî Teman e.

 

Temo kurtenavê vî navî ye.

 

Başe, ew çax wateya vî navî çîye? Wateya vî navî wateyek Xwedanîye. Di wateya bexşkarîyêdeye. Kesê dibexşêne, kesê dihêle û diparêze. Yê ku mirovan diparêze dihêle. Di

wê wateyêdeye.

 

Tîamad û Tîaman di heman wateyêdeye. Tîamad navê a jin e. Tîaman navê ê mêr e. Wekî hun dizanin navê xwedvenda Babîlîyan Tîamad bû. Mad di wateya dayîkêdeye. Ya diafirîne

dide.

 

Tîa navê axê yanê navê cîhanêye.

 

Tîaman jî bêhtir wesfekî parastin û xwedîbûnê girtîye.

Tîaman di dema xwe de Keyekî gelek bi bandor û xwedî raman û bawerîyek bûye. Keyê Lûlûyanbûye. ji hêla qiralê Somerîyan ve tê dîlkirin. Bandorekî mezin li ser gelê wî û gelên

derdorê çêdike. Dibe efsaneyekî û dikeve çanda gelek miletan.

 

Tirkan bixwe vê efsaneyê ji xwe re girtine û dikin ê xwe. Lê di rastîyê de ti car ne qiralekî wan yê bi vî navê hebûye ne jî efsaneyekî wan ya wiha hebûye.

Koka wan li ser derewan ava bûye.


Gotinên miftehî :