1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Têkçûna Xelatên Navneteweyî
Têkçûna Xelatên Navneteweyî,têkçûna,xelatên,navneteweyî

Têkçûna Xelatên Navneteweyî

A+ A-

Mîna gelek tiştan, çand, nirx, rûmet û pîvanên mirovahiyê ku mirovahiyê bi pêş dixin, mirovahî li ser wan şîn û geş dibe û jiyana xwe didomîne jî, êdî bi giranî ketine bin monopola sîstema kapîtalîzmê. Sîstem êdî hema bêje bi temamî çewa dixwaze wan jî, wisa dike bin xizmeta xwe û ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Bi van re, ya rastî û di dema dirêj de, sîstem binê xwe dikole, xwe dirizîne, lewra dema nirx, rûmet û çanda mirovahiyê bikeve binê monopola sîstemê, ew sedemên ku mirovahî xwe li wan digire û bi wan şîn dibe, hêdî hêdî ji holê radibin.

Ev nivîseke derengmayî ye, mixabin, lê min li fîlma bi navê “The Hurt Locker ( Dafika Mirinê)” hîn nû temaşe kir. “Fîlma bi navê “The Hurt Locker” fîlmeke Amerîkî ye ku di sala 2009`an de hatiye kişandin û çîroka tîmeke amerîkî ku li Îraqê bombeyên neteqiyayî îmha dikin vedibêje. Derhêneriya fîlmê ji aliyê Kathryn Bigelow ve hatiye kirin û Jeremy Renner, Anthony Mackie û Brian Geraghty di rolên sereke de ne. Ev fîlm li gel Xelata Fîlma Herî Baş, 6 Xelatên Oscarê yên sala 2009`an wergirt.

Dîsa fîlma bi navê “Avatar” di heman salê de ket vîzyonê û dema fîlm hat Stockholmê, min lê temaşe kir. Senaryoya fîlmê ji aliyê James Cameron ve hatiye nivîsîn. Cameron di heman demê de derhêneriya fîlmê jî kiriye. Fîlm di 67. Xelatên Kûreya Zêrîn de Xelata Fîlma Herî Baş û Xelata Derhênerê Herî Baş wergirt, lê li gel ku ji aliyê gelek kesî ve dihat payîn ku dê di Xelatên Oscarê de jî heman xelatan û hîn gelek xelatên din jî wergire, fîlma “Avatar”ê, bi tenê 3 xelatên Oscarê wergirt, lewra bi fîlma bi navê “The Hurt Locker” re pêşbazî dikir ku ev fîlm bi temamî li ser propogandaya DYA`yê hatiye honandin. “The Hurt Locker”, fîlmeka dirêj e ku gelek caran di fîlmê de dîmen xwe dubare dikin û mirov ji van dîmenan êdî aciz dibe. Fîlmeka ku ji rastiya şerê DYA`yê ya li Îraqê pir dûr, fîlmeke manîpulatîf û propogandîst û ji rastiyan dûr. Ew qas ku êdî hin fermandarên artêşa DYA`yê jî li xwe mukur hatin ku ew bûyerên di fîlmê de têne nîşandan girêdana xwe bi rastiyê re nînin û leşkerên wan tu carî ew lehengî nekirine, ew qasî wêrek nebûne.

Fîlma “Avatar”, bi kurtî li ser vegotina durûtî û hovîtiya sîstema kapîtalîzmê hatiye honan ku çewa cîhanê ji bo kar û berjewendiyên kartêl û borsayan tune kirine û planetên ango gerokstêrkên din jî dixwazin bi heman awayî bikine bin desthilatiya xwe û ji bo kar û berjewendiyên xwe tune bikin, hatiye honan.

Ji van her du fîlman yek hovîtî û rastiya gemar a sîstemê nîşan dide û ya din jî li ser veşartin û manîpulekirina vê rastiyê hatiye honan û ev fîlma li ser derewan hatiye honan, li gel Xelata Fîlma Herî Baş, şeş xelatên Oscarê ku xelata herî mezin a fîlman a cîhanê ye, wergirt.

Dîsa xelata qaşo herî bi rûmet a Nobelê heye ku li gel gelek beşên zanistê, her sal Xelata Aştiyê jî dide û Xelata Sala 2009`an a Nobelê ya Aştiyê, dane Serokê DYA`yê Barack Obama ku serokatiya vê sîstema hov û xwînmij dike. Belê dikarin bi van derew û manîpulasyonan demek din jî temenê xwe dirêj bikin, lê ev di heman demê de dibe sedema rizandina vê sîstemê jî. Binê xwe dikolin, ne tiştek din e. Mirov ji aliyekê ve ditirse ku dê bi xwe re hemû mirovahiyê jî birizînin û dawî li hebûna mirovahiyê bê, lê ez bi xwe bi mezinahiya mirovahiyê bawer im. Gelek sîstem xwe ceribandin û pir salên dirêj bi ser mirovahiyê ve zilma xwe vereşiyan, lê di nav wê vereşandina xwe de wenda bûn. Ev ya herî talûke ye ku mirov bi rastî jî ditirse, lê mirovahî jî xwedî çand, nirx, rûmet û kûrahiyeke kevnare ye ku dikare li ber bahoz û tofanan li ser lingan bimîne.

Mahabad Felat ARDA 2010-05-08 [email protected]