Çile çi ye?,çile,çi,ye

Çile çi ye?

A+ A-

Wekî tê zanîn hinek ji bo "zivistanê" dibêjin "çile". Lê hinek jî ji bo meha "rêbendanê" (li gor salnama mîladî meha yekem) dibêjin çile. Mînak, di vê nûçeyê de ji meha yekem re "çile" tê gotin: bixwîne.

Di wêne de xuya dike ku "çile" çi ye, zivistan çi ye, çi qasî dom dike.

Li gor kevneşopiya kurdan, du çile hene. Yek "çileyê îşk" e ku hinek jê redibêjin "çileyê hişk". Ya din "çileyê xav" e. Di her zivistanekê de du çile hene. Her çileyek ji çil (40) rojî pêk tê.

Her du çile bi tevahî ji 3 mehên zivistanê 80 rojî dixwin, 10 roj dimînin. Ew deh rojên ku dimînin, mijara "kê xwar e" ye. Mînak, wê salê ew 10 roj xweş derbas bibin biharê xwariye, heke sar derbas bibe zivistanê xwariye. Carinan dibe ku "çileyê îşk" an jî "çileyê xav" wî deh rojî bixwe û dirêjtir bidome. Wê demê "Îsal çileyê îşk deh rojên zêde xwar" tê gotin.

Lê li hinek herêmên Mêrdînê, mirov mînakên şaş ên wekî "em payîz û çileyan naçin ser erd" dibîne. Li vir "çile" di wateya "zivistanê" de hatiye bi kar anîn, lê dîsa jî bi giştî li Mêrdînê û her derê zivistan zivistan e.

Wekî tê zanîn di kurmancî de, di navê mehan de nîqaş berdewam in.

Ji van salnameyan yek jê "rêbendan, reşemî, adar, avrêl, gulan, pûşper, tîrmeh, gelawêj, rezber, kewçêr, sermawez, berfanbar" e.

Salnameya din jî wiha ye; "çile, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh, tebax, îlon, cotmeh, mijdar, kanûn".

Lê çawa ku şaş e mirov ji "zivistanê" re bêje "çile", her wisa şaş e ku mirov ji mehekê re bêje "çile".

Di wêneyê jêrîn de navê 90 rojî zivistan e. Di nav vî 90 rojî de her du çile (40 + 40 = 80) û deh (10) rojê zêde hatiye nîşandan. Kevneşopiya me ev e. Rojekê ev lêkolîn dê ji bo otorîteya zimanê kurdî bibe bingehek.

Çile


Gotinên miftehî :