1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. POLİTİKA-PANORAMA: 2012
POLİTİKA-PANORAMA: 2012,poli̇ti̇ka,panorama,2012

POLİTİKA-PANORAMA: 2012

Di sala 2012'an de çalakiyên HGP'ê û gireva birçîbûnê ya PKK û PAJK'ê derket pêş

A+ A-

Li Tirkiyeyê di sala 2012'an de gelek geşedan, pêşketin û çalakî hatin lidarxistin. Girtiyên PKK'ê û PAJK’ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 68 rojan greva birçîbûnê pêk anîn. Endamên HPG’ê di 23'ê Tîrmehê li Şemzînanê herêm xistin destê xwe. Tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'e Tîrmeha 2011'an de dest pê kir, di 2012'an de jî berdewam kir.

Sala 2012'an li aliyekî şer pevçûn, girtin, binçavkirin pêş ket, li aliyê din li hemberî van çalakiyên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehan û çalakiya endamên HPG'ê yên li Şirnex û Colemêrgê herî zêde ketin rojevê. Hevdîtin û niqaşên li ser butçeya Tirkiyeyê û polîtîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Sûriyeyê jî ji rojevê dernekitn. Biryara tezkereyê, destnedayîna parlamenteran û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mohra xwe li rojeva Tirkiyeyê dan. Çalakiya heri zêde bû rojev jî çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 68 rojan berdewam kir bû.

BDP bû hedefa hikûmetê

Di sala 2012'an de BDP bû hedefa Serokwezîr Erdogan û hikûmetê. Piştî teqîna li Dîlokê hikûmet û dewletê bi yek dengî hevkariyek mezin êrîşî BDP'ê kir. Piti konvoya BDP'ê ji aliyê HPG’ê ve hate rawastindin êrîşa dewlet û AKP'ê li hemberî BDP'ê zêdtir bû. Fezlekeyên der barê Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û 9 parlamenterên BDP’ê de hatin amadekirin ji meclîsê re hatin şandin.

Tecrîdê berdewam kir

Tecrîda ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de dest pê kir di sala 2012'an de jî berdewm kir û hêj didome. li hemberî tecrîdê 8'ê Adarê û Newroz ligel hemû qedexeyan bi tevlêbûn û çalakiyên mezin hatin pîrozkirin.

Geşedanên ku di salekê de derketin pêş wiha ne:

ÇILE

Di meha Çile de Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku Komkujiya Roboskiyê komkujiya kurdane û berdewama komkujiya Dêrsimê ya 1938'an e. Serokwezir Erdogan li şûna ku hesap bide û kujeran ronî bike bi Serfermandarê Artêşê Nejdet Ozel re hevditin pêk anî û spasiyên xwe anîn ziman. Koma BDP'ê ji ho helwesta hikûmedtê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê heta serê sibe li meclîsê çalakiya rûniştinê pêk anîn. 715 saziyên sivîl û civakî komkujiya Roboskiyê şermezar kirin û xwest hikûmet bûyerê ronî bike. Yekîtiya Dozger û Dadgeran (YARSAV), xwest der barê kuştina 35 kesên roboskiyê de hesap bê pirsîn û kujer hesap bidin. Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi şîara "Em têkoşîna xwe ya neteweyî pêş bixin, Serokatiya xwe azad bikin û komkujiyê rawestînin" li Cizirê meş pêk anîn. Serfermandarê Artêşê yê berê Îlker Başbug li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate darizandin û hate girtin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji ber ku li Îmraliyê tecrîd hebû, piştî 5 meh û 18 rojan serî li Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan. Serokwezîr Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku dê operayonên KCK'ê berdewam bike. BDP'ê Komkujiya Roboskiyê birin Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM).

SIBAT

Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê hate avakirin û li Roboskiyê dest bi lêkolînan kir. Rojnameger Cengiz Çandar, di konfersa ku BDP'ê amade kiri bû de diyar kir ku xwestin PKK û Ocalan ji hev qut bikin lê bi ser neketin û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê li ser Abdullah Ocalan û PKK'ê neyê lîstin. Ew jî perçeyekî çareseriyê ne. Serokomar Abdullah Gul, bi serfermadarê Artêşê Necdet Ozer û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fidan û Wezîrê Dadê Sadullah Ergin re hevdîtin pêk anî. Parlamenterên BDP'ê ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamanterên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz li navenda Giştî ya BDP'ê 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn.

ADAR

Berdevkê hikûmetê û Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç, îdîa kir ku geşedanên Pozantiyê piştî 2010 derketiye holê. Arinç, îdîa kir ku şert û mercên Pozanti yên fîzîkî hene û îdîayên tacîz û tecawizê nerast in. Hevsera Erdogan Emine Erdogan, çû Roboskiyê. Welatiyên Roboskiyê diyariya Erdogan qebûl nekirin. Serokwezîr Erdogan bi Serokê CIA'yê David Petraeus re hevdîtin pêk anî. Erdogan der barê doza Sêwasê de biryara "Demborî" parast û got "Bi xêr be." Li gel ku Waliyê Amedê Newroz li gelê Amedê qedexe kir jî Newroz ji serê sibê de hate pîrozkirin. Newroz li gel qedexeyan 3 rojan li hemû bajaran ti bevlêbûnek mezin hate pîrozkirin. Erdogan got ferman ji qendîlê hatiye.

NÎSAN

Serokwezîr Erdogan di civîna "Dostên Suriyeyê" de axivî û xwest Neteweyên Yekbîyî mudaxaleyî Sûriyeyê bike. Li gel qedexeya Wezîrê Karên Hundir bi hezaran kesan xwestin biçin Amara û ji ber ku destûr nehat dayîn li gelek navendan 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, diyar kir ku wan Musteşarê MÎT'ê Hakan Fidan şandine ÎMrali û Osloyê.

GULAN

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di ziyareta Pakistanê de pirsên rojnamegeran berisvand û der barê komkujiya Roboskiyê de diyar kir ku wan li dîmenên Heronê nerîne û diyar kir ku cihê komkujî lê pêk hatiye ne qada sivîlan e.

Parlamanterên CHP'ê, ji ber ku di komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê de mafê axaftinê nedan wan meclîs terk kirin.

HEZÎRAN

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayian, diyar kir ku tu bingeh û rastiya Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay a der barê PKK’ê de tune û diyar kir ku tu kes nikare bêyî Îmraliyê tu tiştan bike. Li herêma Oremarê di operasyonê de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest da û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Necdet Ozel çû Colemêrgê. Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, der barê pirsgirêka kurd de bi Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî. TÎRMEN

Di 23'ê Tîrmehê de Endamên HPG'ê li navbera gundê Nehrî û Navrezan û Rubunusê rê kirin bin kontrola xwe û li herêmê serseti kir kontrola xwe. Di 30'ê Tîrmehê de heyeta BDP'ê ku xwestin biçin herêmê lê leşkeran destûr neda ku heyet biçe herêmê. Operasyonan bê navber berdewam kir.

TEBAX

Wezîre Karên Hundir Îdrîs Naîm Şaîn îdia kir ku di operasyonê de 115 endamên PKK'ê kuştine. Heyeta CHP'ê çû Şemzinana Colemêrgê û lêkolîn kir. Serokê heyetê Alaattin Yuksel, diyar kir ku li herêmê tam şerek heye û li ber çavê wan helîkopter hate xistin. Yuksel da zanîn ku gotinên Îdris Naim Şahîn ne rast in. Di 22'ê Tebaxê xe Parlamenterê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun, ji aliyê endamên HGP'ê ve hate binçavkirin û piştî 2 rojan di bin çavan de ma serbest hate berdan. Di 17'ê tebaxê de heyeta BDP'ê ku di navde Hevserokên Giştî yê KCD'ê û BDP'ê jî hebûn li Colemêrgê rastî kontrola nasnameyan a HGP'ê hatin. Di vegerêde li ser navê heyeta BDP, HDK, DTK, EMEP, ODP Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku tu rastiya daxuyaniyên hikûmetê tune û li vir serdestî di destê HPG'ê de ye. Di 20'ê tebaxê de li ber navenda Polîsn a Karşiyaka ya Dîlokê têqîn pêk hat û di teqînê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Hikûmetê û medya bûyer avêt ser BDP'ê û li dijî avahiyên BDP'ê êrîş pêk hatin.

Endamên HPG'ê li Çiyayê Gomanê hefteyekî ala xwe bilind kir û hefteyek şûne operayonek mezin hate detpêkirin. Serokomar Gul biryara zêdebûna operasyonê da.

ÎLON

Redkarê Wîjdanî Halîl Savda dest bi meşa aştiyê kir û ket rêya Enqereyê. Serdestiya endamên HGP'ê ya li herêma Şemzînanê berdewam kir û leşker vegeriyan kişlayên xwe. Serokwezîr Erdogan di koma civîna xwe de gef li Parlamenterên BDP'ê xwar. Di qişleya leşkerî ya Afyonê de teqîn pêk hat. Serokwekilê koma BDP'ê Îdris Baluken, diyar kir ku teqîn bi fikar e û ji niha de leşkerên kurd sûcdarê potansiyel dibînin. Girtiyên PKK'ê û PAKJ'ê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Serfermandarê Artêşê Necdet Ozel, Serfermandarê Hêzên Bejayî Hayrî Kivrikkoglu, Serfermandarê Haveyî Mehmet Erten û Fermandarê Cendirmeyan Bekir Kalyoncu, li Amed, Sert, Şirnex û Beşebabê lêkolîn pêk anîn. Di 30'ê Îlonê de AKP'ê 4'emîn kongreya xwe pêk anî û Erdogan ji nûve bû serokê Giştî yê AKP'ê. Meclîsa Jinan a BDP'ê 2'emîn Konferansa Jinan pêk anî. Jinan biryar girt ku ji bo azadiya Ocalan heyetekê ava bikin û biçin Îmraliyê.

COTMEH

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayiyan di 4'ê Cotmehê de diyar kir ku êdî dê hevdîtin wekî berê pêk neyên û wiha got: "Ger ku dê şert û mercên Rêber Apo yên ewlehî, tenduristî û azadiyê pêk bên dê hevdîtin pêk bên. Meclîsê piştî vekirina meclîsê biryara teskereyê da. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, li Şemzînanê bang li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan kir û xwest bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi KCK û BDP'ê re hevdîtinê pêk bînin.

BDP'ê di 14'ê Kanûnê de 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Gultan Kişanak û Selahattin Demirtaş ji nûve wekî Serokên Giştî hatin hilbijartin. Dozgerê komarê der barê Kongreya BDP'ê de lêpirsîn vekir. Di 18'ê Cotmehê de Parlamanterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de girtiye jî dest bi greva birçîbûnê kir. Di 20'ê Cotmehêde Redkarê Wîjdanî Halîl Savda ku li gel heyeta aştiyê di 1'ê Îlonê de dest pê kir, li Enqereyê bi dawî kir. Di çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê ya li Şemrexê de Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Emanet Eneş ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê bi granî birîndar bû. BDP'e der barê greva birçîbûnê de ji bo 30'ê Cotmehê banga "Em di 30'ê Cotmehê de jiyanê rawestînin" kir û di 30'ê Cotmehê de jiyan rawestiya.

Di 31'ê Kanûnê de Dozgerê Komarê yê Wanê lêpirsîna der barê Gultan Kişanak, Ertugrul Kurkçu, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Esat Canan, Adîl Kurt, Nazmi Gur, Halîl Aksoy, Îdrîs Baluken û Husamettin Zenderlîoglu de vekir û fezleke ji Wezareta Dadê re şand.

MIJDAR

Di 5'ê Mijdarê de li ser navê hemû girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku 10 hezar girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê dikin.

Di 10'ê Mijdarê de ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 14 endamên KCD'ê û BDP'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. HDK'ê 2'emîn Kongreya xwe ya Giştî li Navenda Giştî ya Çanda Kocatepe pêk anî.

Parlamentera Ewropa ya berê Feleknas Uca, dema ji bo vîtamîna B1 anî Tirkiyeyê li balafirgehê hate binçavkirin û dersînor hate kirin. Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê li meclîsê ket greva birçîbûnê.

Di 17'ê Mijdarê de Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çû Îmraliyê û di hevdîtinê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest girtiyên PKK'ê dawî li çalakiya xwe bînin. Di 18'ê Mijdarê de girtiyên PKK'ê û PAKJ'ê banga Ocalan nirxandin û dawîli çalakiyê anîn. Di 28'ê Mijdarê de Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan, diyar kir ku hikûet dixwaze pêşketinên Sûriyeyê xera bike û berxwedana li Serêkaniyê ya YPG'ê vê şekê vala derdixe.

KANÛN

Dosyayên fezleke û destnedayîna der barê parlementerên BDP'ê û CHP'ê de hatin amadekirin pêşkêşî meclîsê hatin kirin.

Erdogan komkujiya Roboskiyê parast û got "Kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan de nivîl bûn". Wezîrê Dadê jî der barê Îmraliyê de diyar kir ku malbat dikarin herin, lê parêzêr nikarin biçin. Tecrîda li Îmraliyê ku di 27'ê Tîrmehê de destpê kir hêj didome.

(mae)


Bêjeyên Miftehî