1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. 1600 sal berê bavek bang li keça xwe dike!
1600 sal berê bavek bang li keça xwe dike!,1600,sal,berê,bavek,bang,li,keça,xwe,dike

1600 sal berê bavek bang li keça xwe dike!

A+ A-

Hemû olên dogmatik bi şaşiyan dagirtîne û ji aliyê kesekî ji xwe re rêzê digire ve divê wekî rastiya dawîn neyêne pejirandin. Divê tu mafê xwe yê ramanê her dem bikar bînî, lewra hizirîna şaş jî ji nehizirandinê çêtir e.”

 

Xwediyê van gotinan li Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê mamostetiya felsefe, matematîk û astronomiyê dike û bavê Hypatiyayê, matematîkzan Theon e.

 

Hypatia jî ku li ba bavê xwe, weke hevaleka wî mezin dibe û zanistê ji xwe re dike rêber, derbarê baweriyan de hizr û ramanên xwe wiha tîne ziman:

 

”Çîrok divê wekî çîrokan, efsane divê wekî efsaneyan bêne gotin. Tu tiştekî mîna hînkirina baweriyên vala weke rastiyan erjeng nîne.

 

Mêjiyê zarokan vana dipejirîne û zarok ji tiştên şaş bawer dikin.

 

Xweşûştina ji van baweriyên şaş ne hêsan e û salên dirêj divê.

 

Mirov ji tiştên vala bawer dikin, wan wekî rastî ne dibînin û ji bo wan bi hev re şer dikin.

Tew ji bo van baweriyên vala bêtir jî şer dikin, lewra baweriyên vala wisa vala ne ku pûçkirina wan hema bêje ne pêkan e.”

 

Gotinên Hypatîa ”Tiştên me bi hev ve digirin, ji tiştên me ji hev dûr dikin zêdetir in, em hemî xuşk û bira ne.” jî, rê li ber kuştina wê ya bi keviran a ji aliyê xirîstiyanên Qiptî ve negirt.

 

Piştî 1600 salî jî hîn tiştekî neguheriye. Hîn jî li gelek welatan jin bi keviran têne kuştin, di malan de weke dîlên mêran têne girtin, rê li ber pêşkeftin û tevlîbûna wan a bi her reng û awayî ya jîyanê tê girtin, ji tiştan jêrtir têne dîtin, nirxandin, hewandin û bikaranîn. Xwedawendên vê serdemê dixwazin di kesayetiya jinan de ronahiya zanistê û ya nirx û rûmetên mirovahiyê li van erdnîgariyan vemirînin.  

 

Amidakurd.net