1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 50 hezar kesî got 'Xweseriya Demokratîk'
50 hezar kesî got 'Xweseriya Demokratîk',50,hezar,kesî,got,xweseriya,demokratîk

50 hezar kesî got 'Xweseriya Demokratîk'

A+ A-

Di mîtînga ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li qada Îstasyonê hate lidarxistin de nêzî 50 hezar kesên beşdarî mîtîngê bûn bi hev re Xweseriya Demokratîk xwestin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku hikûmat AKP'ê bi helwesta xwe dixwaze siyasetmedarên kurd gavan bi paşve bavêje, lê belê hikûmat siyasetmedarên kurd tu carî ji ser fikr û doza xwe venagere. Turk, da zanîn ku gelê kurd, azadî, nasname û zimanê xwe dixwaze. Turk, helwesta dadgehê ya wekî 'Zimanê nayê zanîn" jî bi zimanekî tuj rexne kir û anî ziman ku ev neheqiya herî mezin ku li gelê kurd hatiye kirin e. Piştî axaftinê bi deh hezaran kesên li qada mîtîngê kom bibûn ber bi edliyeya Amedê ve dest bi meşê kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk, bi boneya piştgiriyê bide siyasetmedarên kurd ku danişîna wan li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin, li Qada Îstasyonê mîtîngek girseyî pêk anî. Di mîtînga ku nêzî 50 pesan kesan beşdar bibû de Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hevserokên BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Gultan Kişanak û gelek rewşenbir û nivîskar jî amade bûn. Girseya ku di bin tedbîrên polîsan ên mezin de di nokteyên kontrolê re derbasî qada mîtîngê bûn bê navber dirûşmeyên di lehê PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dirûşme berz kirin. Li qada mîtîngê pankartên "Em lixwedîderketina siyasetmedarên kurd a li zimanê kurdî slav dikin", "Ji gelê Amedê yê ku li warê Mazlum û Hayriyan têdikoşe re slav" û "Gelê kurd bi nasname, çand û zimanê xwe heye" û "Dest nede vîma min" hatin vekirin. Her wiha ji bajarên derdorê jî bi hezaran kes hatin beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişt re peyama ku siyasetmedarên kurd şandinbû li qada mîtîngê hate xwendin. Siyasetmedarên kurd di peyama xwe de bang li hemû gelê kurd kir û xwest li nasname, çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Pişt re Serokê Komîteya Amadekar Burhan Zorooğlu, axivîe û diyar kir ku gelê kurd tu carî dest ji nasname, çand û zimanê xwe bernade. Zorooglu, da zanîn ku gelê kurd heta niha ligel hemû êrîşên înkar, îmha û tunekirinê dest ji nasname, çand û zimanê xwe bernedaye, dê ji niha û şûnde jî dest ji nirxwên xwe bernede.

'Kurd dê koletiyê tu carî qebûl nekin'

Piştî Zorooglu Hevserokên KCD'û BDP'ê jî axafttin kirin û gel slav kirin. Girsê bi derketina hevserokan re bi yek dengî dirûşmeya "Kurdistan bi we rûmetdar e" berz kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku gelê kurd êdî her ku diçe bêtir xwe nas dike û xwe bi rêxistin dike û dê heta dawî li nasnameya xwe rûmet û zimanê xwe xwedî derkeve. Turk, anî ziman ku gelê kurd ji bo azadiya xwe û parastina rûmeta xwe têkoşînê dide û her ku diçe nêzî xweseriya demokratîk dibe. Turk, anî ziman ku li aliyekî gelê kurd li hebûna xwe xwedî derdikeve, li aliyê din siyasetmedar û vîna gelê kurd tê girtin û bi vê yekê dixwazin bi siyasetmedarên kurd gavan bi paşve bidin avêtin. Turk, anî ziman ku siyasetmedarên kurd tu carî gavan bi paşve navêjin û dê tu carî nebin kole û esîr. Turk, daxuyand ku ew bi hurmetî li hemberî kesên têkoşîna bi rûmet dan bejna xwe ditewîne û wiha got: "Êdî kes nikare bi înkar û îmhayê gelê kurd ji doza wî vegerîne. Êdî gelê kurd koletiyê qebûl nake. Divê her kes vê yekê baş zanibe. Gelê kurd êdî xwe bi rêxistin kiriye û tê têkoşîna xwe bilintir bike. Êdî gelê kurd, azadî, nasname, çand û zimanê xwe dixwaze. Tu kes nikare li hemberî vê daxwaza gel bibe asteng. Kesên dibêjin zimanê nayê zanîn, neheqiya herî mezin li gelê kurd dikin. Gelê kurd vê bêhurmetiyê tu carî qebûl nake."

Piştî aaftinan nêzî 50 hezar kes ji qada ÎStasyonê ber bi edliyeya Amedê ve dest bi meşê kir.

(mae)