1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bakurê Sûriyeyê êdî ji 3 herêmên federal pêk tê
Bakurê Sûriyeyê êdî ji 3 herêmên federal pêk tê,bakurê,sûriyeyê,êdî,ji,3,herêmên,federal,pêk,tê

Bakurê Sûriyeyê êdî ji 3 herêmên federal pêk tê

Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li gorî Qanûna Herêmên Rêveberiyê ya nû hate derxistin, ji nû ve hate birêxistinkirin. Ev sîstem ji 3 herêmên federal pêk tê. Di nava herêmên federal de jî 6 kanton hene

A+ A-

Meclîsa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê, di çarçoveya pîvanên demokratîk de li gorî xebatên xizmetê, pêdiviyên aborî, çandî û yên li hemû qadên civakî Qanûna Herêman a Rêveberiyê derxist.

Herêmên federal ku xwedî sîstemeke rêveberiya xweser in, ji herêmên ku ji aliyê aborî û çandî ve hevpar in, pêk tê.

Herêmên Federal ên Federasyona Bakurê Sûriyeyê wiha ne:

HERÊMA FEDERAL A CIZÎRÊ: Ji Kantona Hesekê û Kantona Qamişlo pêk tê.
-Kantona Hesekê: Ji herêma Hesekê, Dirbêsiyê, Serekaniyê û Til Temir pêk tê.
Kantona  Qamişlo: Ji herêma Qamişlo û herêma Dêrikê pêk tê.

HERÊMA FEDERAL A FIRATÊ: Ji Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî pêk tê.
-Kantona Kobanê: Ji bajarê Kobanê, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Şêran û Qenaya, herêma Sirînê ku ji bajarê Sirînê, bajarok, gund û mezreyên wê, pêk tê.
-Kantona Girê Spî: Ji herêma Girê Spî, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Eyn Îsa û Silûk, pêk tê.

HERÊMA FEDERAL A EFRÎNÊ: Ji Kantona Efrîn û Kantona Şehbayê pêk tê.
Kantona Efrînê: Ji herêma Efrîn, herêma Cindirêsê û herêma Raco, pêk tê.
Kantona Şehbayê: Ji herêma Til Rifet û navçeya Ehrez, Fafîn û Kefernaya pêk tê.

Qanûna rêvebirina herêman di civîna Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk  a Bakurê Sûriyeyê de, rojên 27-28'ê Tîrmehê hate girtin.

 

ANF