1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bernameya hilbijartinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê
Bernameya hilbijartinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê,bernameya,hilbijartinê,ya,federasyona,bakurê,sûriyeyê

Bernameya hilbijartinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê

A+ A-

Hilbijartin wê 19'ê Çileya 2018'an bi hilbijartina Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê û Meclîsên Herêman re biqede û bi vî rengî rêveberiya federasyonê diyar bibe.

Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, civîna xwe ya sêyemîn a meclîsa damezrîner rojên 27-28'ê Tîrmehê li hev civand û qanûna herêmên rêveberiyê û hilbijaritnê erê kir.

Di civînê de biryar hate dayin, ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê xwe bi 3 herêm û 6 kantonan bi rêxistin bike: Herêma Cizîrê û Kantonên Qamişlo û Hesekê, Herêma Firatê û Kantonên Kobanê û Girê Spî, Herêma Efrînê û Kantonên Efrîn û Şehbayê.

Di civîna meclîsa damezrîner de sîstemeke hilbijartinê ya ji 3 qonaxan hate destnîşankirin û di vê çarçoveyê de hat dest pê kir.

Bernameya sîstema hilbijartinê bi vî rengî ye:

Li gorî qanûna hilbijartinê û herêmên rêveberiyê, ku li gorî hevpeymana civakî hate erêkirin, 3 qonaxên hilbijartinên Federasyona demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê ji komînan dest pê bike û heta Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê dewam bike. Di van her sê qonaxan de wê 60 ji sedî yên rêveberan bi hilbijartina giştî, 40 ji sedî jî bi rêya wezîfedarkirinê diyar bibin.

Hevseroka Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif ji ajansa me re axivî bû û gotibû, bi rêya kotaya 40 ji sedî, wê garantî bikin ku gelên cuda, civakên siyasî û komên bawerî di nava hemû qonaxên sîstemê de cih bigirin.

QONAXA YEKEMÎN: HILBIJARTINA HEVSEROKÊN KOMÎNAN

Li gorî sîstema hilbijartinê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, 22'ê Îlona 2016'an wê hilbijartina hevserokên komînan bê kirin.

Komînên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li gorî erdnîgariya niha hatine avakirin. Di vê çarçoveyê de hema hema li her tax û gundekî herî kêm komînek heye.

Di hilbijartina 22'ê Îlonê de, ji bo her komîneke li herêmên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê 2 hevserok, yek jê jin, yek jî mêr, bên hilbijartin. Her dengdêreke/î zêdeyî 18 salî ye, wê karibe biçe navendên hilbijartinê û dengê xwe bide.

QONAXÊN DUYEMÎN Û SÊYEMÎN ÊN HILBIJARTINÊ

Di qonaxa duyemîn a hilbijartina Federasyona Bakurê Sûriyeyê de wê meclîsên navçe, bajar û kantonan bên hilbijartin. Di qonaxa seyemîn de wê Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê û Herêman bê hilblijartin.

Hilbijaritna navçe, bajar û kantonan wê 3'ê Mijdara 2017'an pêk were. Ji bo vê hilbijartinê, wê dema destpêkirina serlêdana bernamzetan di rojên pêş de diyar bibe. Lê belê, roja 3'ê Mijdara 2017'an wê her dengdêreke/î ji 18 salî mezintir karibe biçe navenda hilbijartinê û ji bo hilbijartina navçe, bajar û kantonan li gorî hejmara her meclîsê dengê xwe bide. Mînak; eger tê xwestin meclîsa navçeyekê ji 32 kesî pêk were, hingî wê ji bo 32 kesî deng biavêje sindoqa ji bo hilbijartinê hatiye diyarkirin. Mîna qonaxa yekemîn, di qonaxên duyemîn û sêyemîn de jî neçar e 50 ji sedî yê lîsteyên dengdanê ji namzetên jin pêk were.

Bi hilbijartina meclîsên herêmên Cizîr, Firat û Efrînê re, wê hilbijaritna rêveberiya Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê ku weke koordînasyona sîstemê tê zanîn, 19'ê Çileya 2018'an pêk were.

JI BO HEVSEROKATIYA KOMÎNAN SERLÊDANEKE ZÊDE HEYE

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, di destpêka meha Tebaxê de, dema serlêdana ji bo hilbijartina hevserokên komînan 16-31'ê Tebaxê diyar kiribû. Lê belê ji ber zêdehiya serlêdanan ev dem heta êvara 5'ê Îlonê hate dirêjkirin.

Di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de 3947 komîn hene. Ji bo hevserokatiya 2669 komînên  herêma Cizîrê (Kantonên Qamişlo û Hesekê) zêdeyî 12 hezar serlêdan hatin kirin. Ji bo hevserokatiya 843 komînên herêma Firatê (Kantonên Kobanê û Girê Spî) bi giştî 3100 serlêdan hatin kirin.

Ji bo 435 komînên herêma Efrînê (Kantonên Efrîn û Şehbayê) zêdeyî 1550 serlêdan hatin kirin.

Endamên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind dan xuyakirin, ku pêvajoya bernamzetiyê bi giştî erênî û serketî derbas bûne. hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Cizîrê Rûken Melle Îbrahîm anî ziman, li herêmên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, serlêdana jinan bêhtir li pêş e. Îbrahîm diyar kir, li herêmên ku piraniya şêniyên wê Ereb in, ji ber zexta civakî û kenveşopiyê serlêdana jinan qels maye.

ANF