1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Bi komkujiyê re xwestin dawî li ola Êzdîtiyê bînin`
`Bi komkujiyê re xwestin dawî li ola Êzdîtiyê bînin`,bi,komkujiyê,re,xwestin,dawî,li,ola,êzdîtiyê,bînin

`Bi komkujiyê re xwestin dawî li ola Êzdîtiyê bînin`

"Gerila bi hezaran Êzidî parastinʺ

A+ A-

ARIF SILÊMAN

EFRÎN- Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan ê kantona Efrînê Ebdulrehman Şamo destnîşan kir ku bi komkujiyê re xwestin dawî li ola Êzidîtiyê bînin û got:ʺGerila bi hezaran Êzidî parastinʺ.

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a kantona Efrînê Ebdulrehman Şamo 3`emîn salvegera komkujiya Şengalê ji ajansa me re nirxand.

Ebdulrehman Şamo di destpêka gotina xwe de destnîşan kir ku di encama komkujiyê de bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koç bûn û wiha pê de çû:ʺ Di komkujiya Şengalê de bi sedan Êzidî hatin kuştin û bi hezaran ji cih û warên xwe koçbûn û malên wan ji aliyê çeteyan ve hat rûxandin. Her wiha bi hezaran jin û zarok hatin revandin û heyanî niha çarenûsa gelek ji wan ne diyareʺ.

Şamo di nava gotinên xwe de got ku çeteyên DAIŞ`ê bi komkujiyê re xwestin dawî li ola Êzidîtî bînin û ev tişt got:ʺ Şêniyên Şengalê hîna bi ol, çand û kevneşopiyên xwe ve girêdayî ne. Hêzên tarî û alîgirên wan xwestin bi riya vê komkujiyê dawî li ola Êzidîtiyê bînin, lê bele ew biserneketinʺ.

Di berdewamiya gotinên Şamo de hat gotin ku istixbaratên Tirkiyê li piştî vê komkujiyê ne û destê wan tê de heye. Ji bo PDK`ê jî wiha got:ʺ PDK`ê jî şêniyên Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê neparastin. Êzidî li beramberî kuştin, serjêkirin û destdirêjiya çeteyan hiştinʺ.

Ebdulrehman Şamo ji bo hêzên ku Êzidiyên Şengalê parastin wiha got:ʺ Hêzên Gerila, YPJ/YPG`ê şêniyên Şengalê yên mabûn parastin. Bi wan re bûn alîkar ku xwe birêxistin bikin û hêzên xwe YJŞ/YBŞ`ê ava bikin.

3 Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi çekên giran û bi awayekî hovane berê xwe dan Şengalê. Li hemberî Êzidiyên Şengalê komkujî pêkanîn û zêdetirî 5 hezar jin û zarok revandin.

(np)

ANHA