1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Civînên Jineolojî yên li Arjantînê dewam dikin
Civînên Jineolojî yên li Arjantînê dewam dikin,civînên,jineolojî,yên,li,arjantînê,dewam,dikin

Civînên Jineolojî yên li Arjantînê dewam dikin

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, civînên li ser Jineolojiyê dewam dikin

A+ A-

Sendîkaya ATE, duh ji semînereke jineolojiyê re malovanî kir. Ji Dayikên Plaza Del Mayo, Mîtra Acûna de Baravelle ya 93 salî jî tevlî vê semînerê bû.

Semîner ji aliyê Komîteya Jinê ya Piştgiriya Kurdistanê ve hate organîzekirin û bi axaftina Soledad de Battîsta ya ji komîteyê, dest pê kir.

Battîsta anî ziman, ku armanca wan ji civînên li ser jineolojiyê ew e, ku nîşanî vê parzemînê bidin ku têkoşîna jinên Kurd ne tenê leşkerî ye.

Battîsta bal kişand ser bandora jinên Kurd a di avakirina civakî de û destnîşan kir, ku jineolojî ji bo hemû jinan perspektîfa paşerojê ye.

Piştre Dayika Plaza Del Mayo Mîrta Acûna de Baravelle, beşdarên civînê silav kir. Baravelle, ku li gel emrê xwe yê 93 salî qada têkoşînê naterikîne, bi kurtî axivî.

Baravelle anî ziman, ku wê cara ewilî di sala 1996'an de bi jinên Kurd re têkilî daniye û got, "Li ser bingeha tecrûbeyên me, ji bo têkoşîna li dijî windakirina di binê çavan de, çalakiya Dayikên Şemiyê dabûn destpêkirin. Lê belê êrîşên faşîzmê qet nesekinîn. Wan bi rengekî bê navber li hemberî êrîşan li ber xwe dan. Di kombûnekê de min gotibû, 'Eger jin bi rê ketibin, venagerin. Ji wan bitirsin'. Ev tespît, rastiya jinên Kurd radixe pêş çavan. Cîhana jinan cîhaneke bê êş, bê şîdet, cîhaneke bedew e. Û li wê derê hezkirin heye. Ew jinên rêxistinbûyî ne, jinên bêhempa ne."

Piştî axaftina Baravelle, sînevîzyonek li ser Tevgera Jinên Kurd hate nîşandan û qala yek ji kadroyên pêşeng Sakîne Cansiz hate kirin.

Li dû axaftinan, komîteya jineolojiyê pêşkêşiyek kir û bal kişand ser pêwîstiya bi diyalektîka pêşketina tevgera jinên Kurd û jineolojiyê. Hat destnîşankirin, ku wê tevna agahiyan a jineolojiyê, bi sûdwergirtina ji bîr û hişê jinên li Latîn Amerîkayê bê avakirin. Semîner bi pirs û bersivdanê dewam kir.

Çalakiyên têkildarî jineolojiyê wê di rojên pêş de li bajarên cuda dewam bikin. Piştî perwerdeya ji bo du rojan, wê li fakulteya felsefeyê ya Zanîngeha Bûenos Aîresê, ji bo antropologên femînîst semînera jineolojiyê were dayin.