1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Dema derketina Homo Sapiens ji Afrîkayê hîn kevntir e
Dema derketina Homo Sapiens ji Afrîkayê hîn kevntir e,dema,derketina,homo,sapiens,ji,afrîkayê,hîn,kevntir,e

Dema derketina Homo Sapiens ji Afrîkayê hîn kevntir e

A+ A-

Encamên lêkolîna hevpar a Estîtuya Max Planck a li Elmanyayê û Zanîngeha Oxfordê bi gotarekê li kovara Nature Ecology & Evolution hate weşandin.
Di çarçoveya lêkolînê de, hestiyê tiliyê mirovê Homo Sapiens li Çola nefud a li bakurê Erebîstana Siûdî hate dîtin. Hate tespîtkirin ku emrê vî hestî herî kêm 85 hezar salî ye. Di gotarê de hate ragihandin ku emrê fosîlê hestî yê ku sala 2016'an hate dîtin, dibe ku bigihêje 90 hezar salî. Li gorî lêkolînê, hestî yê zilamekî ye.
Di gotarê de agahî hate dayin ku hestiyê hatiye dîtin, yê tiliya navîn e û bi 3,2 santîmetreyî dirêj e. Hate destnîşankirin ku hestiyê hatiye dîtin ê pêşiyên mirovê heyî Homo Sapiens, teoriyên li ser pêvajoya belavbûna ji Afrîkayê ber bi Ewropa û Asyayê serûbin kiriye.
Ji pisporên Zanîngeha Oxfordê Huw Gorucutt anî ziman ku heta niha dihate texmînkirin ku Homo Sapiens beriya 60 hezar salî belav bûye, lê eşkere bû ku ev pêvajo hê kevntir e.