1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewleta Tirk bi rêya cerdevanên Kirgiz zextê li Kurdan dike
Dewleta Tirk bi rêya cerdevanên Kirgiz zextê li Kurdan dike,dewleta,tirk,bi,rêya,cerdevanên,kirgiz,zextê,li,kurdan,dike

Dewleta Tirk bi rêya cerdevanên Kirgiz zextê li Kurdan dike

A+ A-

Di dema Kenan Evren de ji bo guhertina demografiya Kurdistanê bi sedan Tirkên Kirgiz li erdê herî berhemdar ê Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê hatin bicihkirin. Dewleta Tirk ev Kirgiz li dijî PKK'ê kir cerdevan û li hemberî gelê Kurd jî weke amûreke zext û zordariyê bi kar anî.
Herêma Zîlanê bi erdê xwe yê berhemdar, bi daristanên xwe yên şîn, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên avê qadeke bedew a xwezayî ye. Ji aliyê stratejîk ve herêma Zîlanê cihekî girîng e. Li nava navçeyên Erdîş, Patnos, Ebex, Bêgir, Bazîr û Giyadînê ye. Çiyayên Aladaglar û Tendurekê lê ne.
DEWLETA TIRK JI BO GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ KIRGIZ ANÎ KURDISTANÊ
Bi dehan gundên li herêma Zîlanê serî li ber zext û şîdeta dewletê netewand, cerdevanî qebûl nekir û xiyanet li gel û rabirdûya xwe nekir. Dewlet ji ber ku bi dîroka berxwedanê ya herêma Zîlanê dizane, dest bi guhertina demografiya herêmê kir. Bi vê armancê, Serokkomarê Tirk ê darbekar Kenan Evren, sala 1982'an Tirkên Kirgiz anî herêma Zîlanê. Li erdê ku di dema komkujiya Zîlanê de desteser kiribû bi cih kir. Kirgizên li vir hatin bicihkirin piştre kirin cerdevan. Tirkên Kirgiz ên cerdevanî qebûl kirin tevlî gelek bûyerên der qanûnî bûn yên weke; zexta li gund û zozanan, revandina heywanan bi zorê, kontrolkirina rê û desteserkirina malên gundiyan.
BI TAYBETÎ CERDEVANÊN KIRGIZ TEVLÎ OPERASYONAN DIKIN
Dema dawî ji ber şerê giran li herêmên Tendurek, Aladaglar û Zîlanê operasyon li zozan û gundan tên kirin. Ji ber operasyonan serdegirtin li gundên Zîlanê têne kirin û gundî têne destgîrkirin. Bi taybetî cerdevanên gundê Kirgiz ê Ûlûpamîrê tevlî operasyonan têne kirin. Cerdevanên Kirgiz ku yekîneyek taybet in, zextê li Kurdên li herêmê dikin.
Ji ber ku zozanên li herêma Zîlanê li mirovan hatine qedexekirin, gundî nikarin heywanên xwe lê biçêrînin. Ji ber ku dewleta Tirk erdê herî berhemdar ê Zîlanê daye Tirkên Kirgiz, cihek nîne ku gel heywanên xwe lê biçêrîne.
Gundiyên herêmê ji ANF'ê re axivîn û gotin ku dewlet dema dawî zexteke giran li wan dike. Gundiyan diyar kirin ku hema hema her roj diavêjin ser gundekî û her carê gelek kes têne destgîrkirin û girtin. Gundiyan destnîşan kirin ku dewleta Tirk di dema serdegirtinê de bi taybetî cerdevanên Kirgiz bi kar tîne.