1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Dorpêça li ser Şengalê nîşana komkujiyeke din e’
‘Dorpêça li ser Şengalê nîşana komkujiyeke din e’,dorpêça,li,ser,şengalê,nîşana,komkujiyeke,din,e

‘Dorpêça li ser Şengalê nîşana komkujiyeke din e’

Berpirsên rêxistin û rojnamegeran ragihandin ku avanekirin û dorpêça Şengalê komkujiek din a ser Şengalê ye û gotin ku PDK bi planên Tirkiyê wî karî dike, divê êdî hikûmet li hember Şengalê xemsar nebe

A+ A-

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL / ROJNEWS

 

Sibe sê sal li ser komkujiya Şengalê re derbas dibin. Roja 3’ê Tebaxa 2014’an piştî ku pêşmergeyên ser bi PDK’ê Şengalê vale kirin, gelê Êzidî bi çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû hat hiştin û bi hezaran welatî qetilkirin û bi hezaran jî ketin destê DAIŞ’ê.

 

‘Şengal mijarek siyasî bû’

 

Têkildarî mijarê Endamê Rêxistina Dozy a ji bo mijara Enfalê Siware Bîlal wiha ji ajansa me re axivî: “Eger li dîroka Şengalê temaşe bikin,  Şengalî qet xwe ne dane dest desthilatê, ji ber wê ev jî berdêla helwesta wan ya merdane bû.  Ew hêza ku di Şengalê de, Şengal radest kir. Mijarek siyasî bû ku armanc qirkirina Şengaliyan bû.”

 

Siware Bîlal bal kişand ser dorpêça ser Şengalê û wiha got: “Asteng kirina avakirina Şengalê û alîkariya rêxistinan bi xwe komkujiyek din a Şengalê ye.”

 

 

‘Dilsoziya Êzidiyan ji bo PKK’ê heye’

 

Girêdayî dorpêça ser Şengalê ya ji aliyê PDK’ê ve rojnameger û çalakvanê civaka sivîl  li Çemçemal Hîdayet Cemal ev gotin kir: “Bi plana Tirkiye dorpêç xistiye ser Şengalê. Ji ber ku PKK di rizgarkirina Şengalê de rolek baş hebû. Dilsoziya Êzidiyan jî ji bo PKK’ê heye.”

 

 

Li ser heman mijarê Berpirsê Rêxistina Jiyan a ji bo Enfalê Serdar Elî ji Hikûmeta Herêmê xwest ku êdî li hember Şengalê xemsar nebe û alîkariya madî  û manewî ji bo Êzidiyan bike.

 

Di dawî de Serdar Elî ev gotin kir: “Em wek rêxistina Enfal û malbatên Enfaliyan, sipasiya PKK’ê û YNK’ê dikin ku li pêşiya êrîşên DAIŞ’ê bûn asteng û nehiştin ku zêdetir jinên Êzidî rastî komkujiyê were.”

 

 

Di 3’ê Tebaxa 2014’ê piştî hêzên PDK’ê xwe ji Şengalê vekişandin, çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê de û bi hezaran sivîl qetilkirin, revandin. Roja 13’ê Mijdara 2015’an de gerîlayên PKK’ê, şervanên YBŞ, YJŞ û hêzên pêşmerge ve hat rizgar kirin.

 

(rn)