1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efrîn a dewlemend û çanda berxwedanê
Efrîn a dewlemend û çanda berxwedanê,efrîn,a,dewlemend,û,çanda,berxwedanê

Efrîn a dewlemend û çanda berxwedanê

A+ A-

 

Herêma Efrînê (Cebel-î Ekrad - Çiyayê Kurdan) ê li başûrê Hatayê, ku weke cihê Kurdan û mozaîka gelan a Sûriyeyê tê naskirin, di heman demê de weke herêma herî girîng a ku Kurd lê dijîn tê zanîn. Tevî navçeyên xwe; Cindirê, Bilbil, Raco, Mabeta, Şera, Şêrawa û Şiyê, yek ji navendên herî girîng ê Kurdan e. 7 bajarok û 360 gundên xwe hene. Nifûsa xwe bi qasî 400 hezarî ye. Dara zeytûnê nîşaneya wê ye. Bi karên çandinî, tekstîl û sewalkariyê jî tê naskirin. Aboriya Efrînê xwe dispêre zeytê, fêkî û çandiniya zad. Di herikîna dîrokê de li vê herêmê hin eşîrên Kurdan jiyane; li Bilbil û nahiya Raco eşîr Biyan (Biyî), li Çiyayê Hastiyan (mabeta) eşîra Hastiyan û li nahiya Cindirêsê jî eşîra Cûmiyan...

Bi çiyayên xwe yên Kurmênc li başûrrojavayê Sûriyeyê ye. Berfirehiya Deşta Lêçe bi qasî 10-20 kîlometre ye. Çiyayên Kurmênc hemû bajarokên Efrînê digirin nava xwe. Li gorî serjimartina sala 2001'ê ya ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate kirin, nifûsa Efrînê 417.254 bû.

Şêx Berekat jî cihê pîroz ê Êzidiyan e û her sal serdan li vê derê tê kirin.

Efrîn bi dewlemendiya xweza, çand û hunera xwe tê naskirin. Bi govenda xwe li pêş e. Dewlemendiya xwe ya çandî dişibe ya herêma Mereş û Elbîstanê. Bi bandora kenveşopiya eşîrî ya berê, kincên gelêrî yên Kurdî li vir her li pêş e.

Li vê derê gelek dengbêj, helbestvan û wêjevan hene ku çanda Kurdan parastine û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe dane. Gorên Bavê Salih, Cemîl Horû, Elî Tico û Nûrî Dersimî yê piştî raperîna Dersimê li Helebê bi cih bû, li Efrînê ne.

Li Efrîn, Ezaz û derdora Îdlibê jî Êzidî, Tirkmen, Ereb û Elewî hene. Li van bajaran, gelek gundên Kurdan hene.

EV 6 SAL IN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE

Şêniyên Efrînê ev 6 sal in li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Ji ber şerê navxweyî û bi avakirina komên 'artêşa azad' re êrîşên li dijî Efrînê timî dewam kirin. Deleta Tirk timî plan kir ku êrîşî Efrînê û herêma Şehba bike. Ji sala 2012'an û vir ve êrîşên li dijî navçeya Cindirêsê, Heleb û Şêx Meqsûdê timî dewam kir. Yên li dijî van çeteyan û hêzên rejîmê li ber xwe dan, gelê Kurd bû. bi berxwedana dîrokî ya Kurdan re bersiv ji van êrîşên giran re hate dayin. Gelê Efrînê 6 sal in li cih û warên xwe ma û ti carî li ber zextan tawîz neda. Li bajarên Cerablûs, Bab, Ezaz, Îdlib û Helebê timî koçberî çêbû. Bi sedan mirovî neçar man cih û warên xwe biterikînin û xwe li Efrînê girtin.

Çeteyên DAIŞ'ê û ev komên ku xwe di bin navê Mertala Firatê de xwedî kirin, êrîşî gelek cihan kirin û bi sedan sivîl qetil kirin.

Ji bo kampên koçberan ên li herêma Şehbayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkarî kir, lê belê dewlet û saziyên navneteweyî heta niha ti alîkarî nedan. Efrîn weke herêmeke ku di nava şer û kaosê de li ber xwe dide û herêmeke ewle tê zanîn.

Şert û mercên jiyanê yên penaberên ji çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên Tirkiyeyê reviyane, gelekî giran e. Li kampên Şehba û Rûbarê 200 hezar koçber hene. Li Heleb, Bab û her devera Sûriyeyê ya şer lê heye, mirov hatin koçberkirin.

DEMA ŞOREŞÊ

Di sala 1998'an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, ji bo Kurdan rê li ber berxwedaneke nû vebû. Ji aliyê Şoreşa Rojava û demokratîkbûna Sûriyeyê ve pêvajoya azadî û berxwedanê ya Kurdan bê navber dewam kir. Di salên 2004'an de li bajarên Efrîn, Kobanê, Cizîr û Helebê li dijî rejîma Esad serhildan çêbûn. Li Sûriyeyê, rejîma şovenîst li her cihî mafên Kurdan binpê kir. Polîtîkayên xwe yên zordar li her cihî meşand.

Heman piştî Şoreşa Sûriyeyê ya bi navê "Bihara Ereb" û şoreşa 19'ê Tîrmehê, berxwedana ku Kurdan li Rojava û Bakurê Sûriyeyê nîşan dan ji bo gelan bû hêviya azadiyê. Kanton hatin ragihandin.

Piştî ku kantonên Cizcîr û Kobanê hatin ragihandin, di 29'ê Çileya 2014'an de xweseriya demokratîk a Efrînê hate ragihandin. Hîmên bingehîn ên xwerêvebirina gelan hatin danîn. Êzidî, Ereb, Tirkmen, Elewî û Kurdên li kantona Efrînê dijîn, bi modeleke federal a li dora komun, meclîs, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star û sîstema hevserokatiyê re, dibin mînak ji avabûna Sûriyeyê re.

Kurdan li Efrînê xwe spartin hêza xwe, sîstema xweparastinê ava kirin û li her derê xwe birêxistin kirin. Xwedî Hêzên YPG/YPJ, Hêzên Parastina Civakî (HPC), Hêzên Antî Terorê (HAT) û hêzên Asayîşê ne. Li herêma Şehbayê jî Cephet El Ekrad, Ceyş El Siwar û Yekîneyên Jinan ên di parastina Eniya şehbayê de cih digirin, Hêzên Şoreşger pêk tînin. Bi van hemû hêzên leşkerî re parastina herêmê tê kirin. Li Kantona efrînê tevî rêxistinbûna civakê û xweparastinê, li gelek cihan bi pêşengiya jinan akademî, sazî, kooperatîf û perwerde tên meşandin.